Rojnameyekî Erebî: Îran û milîsên Iraqê hêzeke taybet ji artêşa Esed li Enbarê dadimezrînin

Çavkaniyên leşkerî yên Sûriyê radigehînin, planekî nû bi hevkariya milîsên Iraqê û Sipaha Pasdarên Îranê amade dike û armanca wê damezrandina hêzeke leşkerî ya taybete ku pêkhatine ji efser û leşkerên rejîma berê ya Sûriyê û armanca amadekariyê ji bo pêngavekî dema pêşe li dijî desthilatdariya nû ya Sûriyê.

Wan çavkaniyan ji Êrem News re ragehandine, milîsên Iraqê bi hemahengiya li gel şêwirmendên Îranî, bi awayekî veşartî dest bi komkirina wan efserên li navçeyên El Meyadîn kirine, piştre veguhestine bo rojavayê Enbar a Iraqê. Li gor rojnameya erebî ku navenda wê Ebu Dabî – Îmarat e, sedan efserên Sûrî yên artêşa rejîma berê ya Beşar Esed in, ku ji roja 08.12.2025ê dawî bi rejîmê hat û heta naha li Iraqê mane, beşekî serekî dibin ji wê hêza leşkerî ya nû.

Heman çavkanî behsa wê yekê jî dikin ku li navçeya rojavayê Enbarê, kampekî leşkerî dadimezrînin û bi pare û planên hûr ên Îranê tê kirin, lê perwerde û rahênanên rasteqîn dê li herêmê û li navçeya Cirif Alêxîr a li başûrê Bexdayê dê pêkbînin, ku binkeyekî veşartî lê heye û efserên rejîma Esed dê perwerdeyên taybet re derbas bibin û ji bo erkên dema pêş bên amade kirin. Sipaha Pasdarên Îranê jî piştevaniya lojîstîk, çek û teqemenî dê pêşkeşî wan bike.

Herwaha tê gotin, ku plan tenê wan efser û karmendan li xwe nagre û gav bi gav hewl dê bê dayîn ciwanên Elewî ku pêkhateyekî şîe ne li Sûriyê û dê ew jî bên rakêşandin. Bi wî awayî hêzeke çekdarî ya mezin ku armanca wê şerkirin dibe li gel hêzên hikûmeta naha ya Sûriyê û hêzeke wisa dê bê ava kirin.

Heman çavkanî amaje bi wê yekê jî dikin ku Îranî bi sûdwergirtina li komkujiya vê dawiyê ya peravên Sûriyê pêkhat, ku sedem bû ji bo dawî hatin helwêstê pêşwazî û hevkariyên civaka Elewî ya li hember îdareya Ehmed Şera û hewl dê bê dayîn proseya rakêşan û yekxistina ciwanên Elewî bileztir bikin.

Bi wî awayî çavkanî dibêjin, Îran û milîsên ser bi wê ve pêşbînî dikin komkujiyên vê dawiyê dê bibe palderiyekî mezin ji bo wan ciwanên Elewî, ji bo ku biçin nav wê hêza leşkerî ya nû û li ser bingehê ku ti bijardeyekî wan a din tine, derveyî berevaniya li xwe kirinê, ku wekî Kurd û Dûrzî dikin. (BN)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *