Rojnameya fermî ya PKKyê dawî li weşana xwe anî

Rojnameya “Serxwebûn” ku yek ji dezgehên weÅŸanê yên PKKyê ye, ragihand ku piÅŸtî biryara fesxkirina PKKyê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî, weÅŸana ya 44 salan bi dawî dike.

piştî banga Abdullah Ocalan a li PKKyê ya danîna çekan û fesxkirinê, rojnameya Serxwebûnê di hejmara xwe ya 521ê ku wekî hejmara xwe ya dawî bi nav kir de ragihand ku êdî dawî li weşana aniye.

Rojnameya Serxwebûnê Îlona 1978an dest bi weşanê kiribû û di hejmara xwe ya yekem de damezirandina PKKyê bi fermî ragihandibû.

Rojnameyê piştî darbeya 1980î demekê navber da weşana xwe.

Rojnameyê Tîrmeha 1981ê bi weşandina belgeyên Konferansa 1em a PKKyê careke din dest bi weşanê kir û li Ewropayê wekî mehane weşana xwe domand û ji wê rojê ve heta niha bênavber her meh hatiye çapkirin.

Rojnameya Serxwebûnê îro bi hejmara xwe ya 521an dawî li weşana xwe anî.

Serxwebûnê di hejmara xwe ya dawî bi sernavê “ji bo destpêkek nû” nivîsek parve kir û wiha got:

“Niha bi îradeya xwe ya azad cihê xwe yê di dîrokê de digire. Bêguman wê rola xwe ya dîrokî bidomîne û di saziyên weÅŸanê yên nû de, bidome.

Her tiÅŸt ji bo destpêkên nû û hîn xurttir in! Ruh û zanebûna Serxwebûnê wê her hebe!” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *