Li Rojavayê Kurdistanê xercî û mesrefa zêde rûberê zeviyên çandiniyê kêm dike û li gorî gotina cotkaran ew neçar bûne ku dev ji çandinî cotkariyê berdin.
Qeyrana aborî, bihabûna mazot, gubre û dermanên çandiniyê û ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê bûye sedem ku rûberên çandiniyê jî kêm bibin.
Cotkar dibêjin, ji ber nebûna piştgiriyê ew neçar bûne dest ji çandiniyê berdin an rûberekî gelekî kêm biçînin.
Li gorî amarên Banka Navneteweyî, heta sala 1990î li Sûriyeyê bi giştî zêdeyî 4 milyon hektar dexl û dan dihat çandin lê di navbera salên 2022 û 2024an de tenê 1 milyon û 200 hezar hektar zevî hatiye çandin.
Cotkar gazinan dikin û hewara xwe dighînin berpirsên dezgehên çandiniyê yên Rêveberiya Xweser û dibêjin êdî çandinî ketiye bazneya metirsiyê.
“Mesrefa donimeke çandiniyê bûye 50 dolar ”
Cotkarê bi navê Casim Hesen behsa xerciyên çandiniyê kir û wiha got:
“Cotkirina donimeke bejî bi dolarekî ye, dubarekirina cot dibe du dolar, mişarkirin bi dolarekî ye, gobirkirin bi 5 dolaran û sêlkirin jî bi 3 dolaran e, her tişt tê zanîn.
Cotkirina donimekî avî bi 10 dolaran e. Eger tu bê hesab bikî tevî mazotê û xerciyên din di dawî de donimek li ser me bi 50 dolarî disekine.”
Cotkar dibêjin, ji ber xerciyên giran ên çandiniyê yan dê dev ji çandiniyê berdin an rûberekî gelekî kêm biçînin.
“Min berê 200 donim diçand aniha dikarim 10 doniman biçînim”
Cotkar Mihemed Xidir jî diyar kir ku berê wî 200 donim diçandin lê aniha 10 doniman diçîne û wiha got:
“Ez cotkar im, heger xwediyê erd çandiniyê bike sûdê dibîne û heger na zerermend dibe.
Di serî de heger 100 donimên xwe cot bikim û biçînim 1500 dolar lê diçe.
Duyem dema demsala çinînê ji dêvla piştgirî bê kirin, em dibînin biha kêm in.
Êdî em dixesirin. Niha bi zelalî 200 donimên min hene lê tenê dikarim 10 doniman biçînim.”
“Tu her xesirî yî”
Cotkarê bi navê Mehmûd Mihemed jî li ser rewşa cotkaran wiha axivî:
“Em bi giştî cotkar in û xwediyê erdan in. Xelkê gundê me û hemû gundiyên derdorê ji ber bihabûna cotkirina bi traktoran, semad (gubre) û erzanbûna bihayê berheman dinalin.
Yanî beriya ku tu dest bi çandiniyê bik tu her xesirî yî.”
Li gorî Banka Navneteweyî, heta sala 1990î li Sûriyeyê bi giştî zêdeyî 4 milyon hektar dexl û dan dihat çandin.
Piştî 1995an sal bi sal rûberên çandiniyê kêm bûne û 2022yan çandinî daketiye biniya 3 milyon hektar zeviyan.
Li gorî Wezareta Çandiniyê ya Sûriyeyê, di navbera 2022 û 2024an de tenê 1 milyon û 200 hezar hektar zevî hatine çandin.
Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser jî 300 hezar hektar zevî hatine çandin.
Rûdaw