Rojava | Di êrîşa drona Tirk de 2 kes hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn

Hate ragihandin ku îro 4ê Kanûnê droneke Tirkiyê kargeheke şûştina otomobîlan li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên medyayî, drona Tirkiyeyê şuştingeha otomobîlan a bi navê Ararat li nêzî geraca otobusan a bajarê Dêrikê kir armanc.

Di êrîşê de 2 welatiyên ku li wir bûn can dan û 2 kesên din jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *