Riyad Derar: Me garantorî teklîfî Tirkiyeyê kir lê ew razî nebû -Video

Riyad Derar got, “Me xwest em sîstemeke nenavendî ava bikin ku her du herêmên bakur û rojavayê Sûriyeyê li xwe bigire û Tirkiye garantor be lê ew razî nebû”

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Belçîkayê li ser rewşa Sûriyeyê konferansekê li dar dixe.

Konferansa ku îro li Brukselê dest pê kir dê sibe xelas bibe û gelek aliyên siyasî yên Sûriyeyê beşdarî dibin.

Hevserokê Ofîsa Şêwirmendiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar jî beşdarî konferansê bû û pirsên Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno bersivandin.

Riyad Derar da zanîn ku ew li ser pirsgirêkên netewe û pêkhateyan diaxivin û got:

“Nasnameya komker a Sûriyeyê ji bo me navê Sûriyeyê ye û pêkhateyên me yên wekî Ereb, Kurd, Suryanî û Asûrî hene û divê hebûna wan were qebûlkirin.”

Hevserokê Ofîsa Şêwirmendiyê ya MSDyê diyar kir ku ji bo naskirina van pêkhateyan pêwîstî bi yasa û qanûnên nû heye.

Riyad Derar diyar kir ku ew dixwazin li Sûriyeyê zanist û demokrasiyê bi hev re bi pêş bixin û berdewam kir:

“Li herêm û cîhanê gelek bûyer hene û ev wiha dike ku nêrîneke me ya hevpar û yekgirtî hebe û em karibin bi hevbeşên xwe yên navneteweyî re bixebitin.”

“Me garantorî teklîfî Tirkiyeyê kir lê ew razî nebû”

Nûçegihanê Rûdawê bi bîr anî ku Tirkiye û kom û komikên wê yên çekdar êrişî Rojavayê Kurdistanê dikin û pirsî “Gelo ev danûstandinên ku li Tirkiyeyê tên kirin dê bandorê li rewşa Sûriyeyê bikin?”

Riyad Derar pirsa Zinar Şîno wiha bersivand:

“Me dixwest ku em diyalogekê bi bakur û rojavayê Sûriyeyê re bikin da ku em di navbera her du herêmên îdarî yên bakurrojhilat û bakurrojava yên Sûriyeyê de sîstemeke nenavendî ava bikin ku her du herêman li xwe bigire û Tirkiye garantor be.

Me 2021ê ev yek pêşniyar kir lê Tirkiye razî nebû û ji ber ku biryara Sûriyeyê girêdayî Tirkiyeyê bû nikarîbû bi xwe biryarê bide û li hêviya Tirkiyeyê bû û wan jî biryar neda.

Tirkiye vê naxwaze û naxwaze bakurrojhilat û bakurrojavayê Sûriyeyê bi hev re tiştekî pêk bînin û nêrîna Tirkiyeyê heta niha jî berdewam dike.

“Tirkiye sivîlan dikuje”

Tirkiye heta niha jî ji hinek tiştan re dibe asteng, me bi terorê tohmetbar dike û êrişî sivîlan dike û wan dikuje, vê jî piştî bûyerekê dike ku qet pêwendiya me pê re nîne.”

“Em dixwazin danûstandinên Kurdî-Kurdî hebin”

Riyad Derar bangî civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku êrişên xwe rawestîne û got:

“Em aştiyê dixwazin û em dixwazin li Sûriyeyê danûstandinên Kurdî-Kurdî hebin.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *