Rêzdar “Miztefa Hicrî” bi hilkefta serkevtina baykotkirina şanoya hilbijartinê peyamnek belav kir

Rêzdar “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta serkevtina baykotkirin a şanoya hilbijartina serkomariya rêjîmê li 15ê Pûşperê, peyamek belav kir
Deqa peyamê wiha ye:
Li encamê de careke din, gefxwarin, handan û firtûfêlên komara Îslamî bi armanca neçarkirina xelkê bo beşdarîkirin li şanoya hilbijartinê ya dora duyê a serkomariyê, rastî şikesteke micid hatiye.
Xelkê bi beşdarîkirina berfireh li baykotkirina vê hilbijartinê de, bi dengek bihêz û bilindtir ji berê, tevahiya rêjîmê birine jêr pirsyar.
Ev serkevtina mezin li hemû azadîxwazên Îranê pîroz be
Mistefa Hicrî
Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
16ê Pûşpera 1403 a Rojî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *