Rêxistina Efûyê ya Navdewletî bangî Trump kir: Rêz li mafê mirovan bigrin

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî bang li serokê nû yê DYAyê li Trump kir da rêzê li mafê mirovan bigre û berpirsiyariyê xist stûyê wî. Sekreterê giştî yê Rêxisitna Efûya Navdewletî Agnès Callamard û rêvebirê şaxa îdarî yê DYAyê Paul O’Brien ragihandin ku her biryara Trump wê di dinyayê de bandorê li jiyana herkesî bike.

Banga Mafê Mirovan: Rêxistinê bang kir ku Trump û temamê rêvebiriya wî, dema biryarekî bidin rêzê li mafê mirovan bigrin. Di dema borî ya rêvebiriya Trump de dijminahiya biyaniyan û tundrewî hebû û mafên mirovan hatine binpêkirin lê di dewra duyem ya Trump de divê li dijî newekheviyê û bicînanînên otrorîter têkoşînê bide. Paul O’Brien di daxwyaniya xwe de got:

“Çareseriya zahmetiyên ku mirovahî pê re, rû bi rû ye, divê mafê mirovan di merkezê de qebûl  bike, da çareserî bibe û wê her mafê mirovan biparêzin.”

Mafê Mirovan û îstîqrara Kureyî:

Callamard jî di daxwuyaniya xwe de got ku wê encamên fireh yên biyarên Trump hebin. Îstîqrara kureyî li ser lîderên dinyayê yên piralî dimîne. Divê DYA berpirsiyariya mafê mirovan bicîh bîne.

Teknolojî û Mafê Mirovan:

Callamard, her weha got ku divê nehêlin şîrketên teknolojiyê mafê mirovan binpê bikin û ji bo hukumeta DYAyê karibe wan şîrketan berpirs bigre, pêwiste bi civaka navdewletî re hevkariyê bike.

Callamard got ku temamê şaxên rêxistinê yên dinyayê û yên DYAyê amadene ku kiryaran bişopîne û eger îhlala mafê mirovan hebe, wê li dij derên ku bikevin nav çalakiyan.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *