Rêveberiya Xweser û Şamê li ser ezmûnên fermî li hev kir

Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li hev kir ku ezmûnên (îmtihan) qonaxa navîn ên xwendekarên Rojavayê Kurdistanê 21ê Hezîranê werin kirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo ezmûnên qonaxa navîn daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Desteyê ragihand ku ku wan û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyayê piştî çend civînan li ser hinek xalên hevpar li hev kiriye.

Li gorî biryarê, ezmûnên qonaxa navîn ên ku dê 14ê Hezîranê bihata kirin dê 21ê Hezîranê werin kirin û komîteyên hevbeş ên demkî dê çavdêriya birêvebirina ezmûnan bikin.

Her wiha ezmûn dê Qamişlo, Hisîça (Hesekê), Reqa, Dêrezor, Tebqa û Kobaniyê werin kirin.

Daxuyaniya nivîskî ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî ye:

“Ji ber berpirsiyariya me ya hevbeş ji bo xurtkirina proseya perwerdeyê û misogerkirina mafên xwendekaran li hemû herêmên Sûriyeyê û li ser bingeha prensîbên hevkarî û yekbûnê di navbera saziyen perwerdeyê de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyayê, piştî çend civînan ku di navbera 5-6ê Hezîrana 2025an de li dar ketin, ji bo ku proseya ezmûnan bi rêk û pêk bi rê ve biçe û xizmeta berjewendiyên xwendekaran û siberoja xwendina wan bike, li ser van xalan li hev kir:

1. Bipaşixstina ezmûnên qonaxa navîn ji dîroka 14.06.2025 bo dîroka 21.06.2025.

2. Avakirina komîteyên hevbeş ên demkî ji bo çavdêriya rêvebirina ezmûnan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina destpakî û profesyoneliyê di rêvebirina ezmûnan de.

3. Yekirina navendên hevbeş ên demkî ji bo pêşwazîkirina xwendekaran ji herêmên cuda û hêsankirina kar û barê qeydkirina wan li gor pîvanên perwerdeyê yên pêjirandî.

4. Qeydkirin ji dîroka 11.06.2025 dest pê dike heta dîroka 17.06.2025.

5. Hêsankirina veguhastina qeydkirinê ji bo xwendekarên ku li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qeydkirî ne û misogerkirina mafê wan ê beşdarbûna ezmûnan bê astengî.

6. Li şeş bajarên mezin ên pênc kantonan: Qamişlo, Hesekê, Reqa, Dêrezor, Tebqa, û Kobanî (Sirîn), ezmûn bên çêkirin ku şert û mercên lojistîkî baş bin û xwendekar bikarin bi awayekî hêsan xwe bigihînin navendên ezmûnan.

Ev daxuyanî pabendbûna me ya ji bo dabînkirina hawîrdoreke perwerdeyê ya aram û ewle ji bo hemû xwendekarên sûriyayî nîşan dide herweha pabendbûna me ya ji bo xebata hevbeş ji bo başkirina proseya perwerdeyê li herêmên cuda piştrast dike. (Rûdaw)

Reqa 08.06.2025

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *