Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê bûyerên li berava Sûriyeyê rû didin got, “Kuştin û komkujî eşkere dikine ku em ji zihniyeta desthilatdar rizgar nebûne.”
Li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan di şer û pevçûnan de bi sedan kes hatin kuştin.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser bûyerên berava Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û ew êriş şermezar kir.
Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê kir ku piştî nema desthilata Esed xelkê hêvî dikir ku kuştin û tundî dê nemîne.
Li gorî daxuyaniyê, tiştên li rû dane yên wekî şkence û kuştinê “eşkere dikin ku zihniyeta desthilatdar berdewam dike.”
“Xelkê hêvî dikir ku ji tundiyê rizgar bibe”
Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê wiha ye:
“Piştî hilweşandina rejîma Beasê ya desthilatdar, xelkê Sûriyeyê hêvî dikir ku ew dê ji hemû cureyên tundî, kuştin û komkujiyên ku li dijî pêkhateyên wê têne kirin rizgar bibe û dê ji mezhebperestî û nijadperestiyê xilas bibe.
Lê tiştên ku di rojên borî de li herêmên beravên Sûriyeyê rû dane nexasim kuştin û komkujî, eşkere dikin ku em ji zihniyeta desthilatdar rizgar nebûne.
“Em şermezar dikin”
Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî sûcên ku li dijî şêniyên me li beravê têne kirin, şermezar dikin.
Em teqez dikin ku ev kiryar me vedigerînin serdemeke tarî ku gelê Sûriyeyê naxwaze dubare bibe.
“Ev sûc rê li ber paşeroja Sûriyeyê digire”
Berdewamiya van sûcan rê li pêşiya avakirina Sûriyeyeke paşerojê, Sûriyeyeke ku hemû gelê xwe bêyî mezhebperestî û şovenîzm dihewîne, digire.
Her wiha em banga cezakirina sûcdaran dikin û komîteyên lêpirsînê jî bi awayekî adil û zelal tevbigerin da ku rastiyên qewimîne eşkere bikin û hesab ji berpirsên wan, bixwazin.
Careke din em bangî hemû hêzên niştîmanî yên Sûriyeyî û gelê Sûriyeyê dikin ku bi hev re ji bo lidarxistina diyaloga niştîmanî ku destekê bide avakirina Sûriyeya paşerojê ji hemû gelê Sûriyeyê re, bixebitin.
Ji ber tenê bi vî awayî em dikarin rê li pêşiya wan kesan bigirin ku dixwazin gelê Sûriyeyê bikujin û tune bikin.”
Amarên bûyerên li beravê
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) eşkere kir ku li rojavayê Sûriyeyê ku bi piranî Elewî lê dijîn di çar rojên borî de 1018 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.
SOHRê diyar kir ku di nav kuştiyan de 745 sivîl, 125 endamên hêzên hikûmetê û 148 alîgirên rejîma Esed hene.
Li gorî AFPyê jî 1311 kuştî hene ku 231 ji wan endamên hêzên hikûmetê, 250 ji wan alîgirên rejîma Esed û 830 ji wan jî sivîl in.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer îlan kir ku li ser bûyerên li beravê komîteyeke serbixwe hatiye avakirin. (Rûdaw)