Rêveberiya Xweser: Êrişên Tirkiyeyê projeya qirkirinê ne

 Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê got, “Êrişên Tirkiyeyê projeya qirkirinê ne.”

23yê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Tirkiye piştî vê bûyerê êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.

Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê êrişî santralên kareba, gaz û petrolê, benzînxaneyan, nexweşxaneyan, depoyên genim, holên dawetê û navendên tenduristiyê dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî da zanîn ku Tirkiye sivîlan dikuje û sûcên şer dike.

“Zêdetirî 14 kesan şehîd ketin û 40 kes jî birîndar bûn”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser êrişan daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Di çarçoveya berdewamkirina hemleyên qirkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewleta Tirk ji zêdetirî 2 rojan ve êriş herêmên me dike.

Bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê bi hicetên nerast, binesaziya stratejîk û xizmetguzariyê bombebaran dike.

Her wiha dixwaze bi van êrişan, aloziyên xwe yên hundirîn derbasî herêmên derdorê bike, raya giştî ya Tirkiyeyê bi rêya van êrişên dijminane bixapîne.

Ev êriş, zemînê ji projeyeke ‘tevliheviyê’ ya nû re li herêmê çêdike û derfetê dide vejandina terorê ku ew jî bi xwe re hewldanên têkoşîna hêzên asteng dike ku bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî dimeşîne.

Di van êrişan de zêdetirî 14 kesan şehîd ketin û 40 kes jî birîndar bûn.

Tirkiyeyê ji êvara pêncşemê ve û heta nîvroya înê 40 carî herêm bombebaran kir.

“Zêdetirî 250 hezar malbatî bê kehrebe ne”

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk 17 caran li dû hev parzûngehên pertolê yên nêzî zeviyê Ûdê, stasyonên kehrebe û enerjiyê bombebaran kirin.

Li Kobanî, Tirbespiyê û Amûdê di encama êrişan de, kahrebe qut bû, zêdetirî 250 hezar malbatî bê kehrebe ne.

Di encama hedefgirtina kargehên petrolê û parzûngehan de zirarên mezin li qadên xizmetguzariyê, pîşeyî û çandiniyê hatin.

“Av qut bû û gelek firin rawestiyan”

Li Dirbêsiyê ku nifûsa wê zêdetirî 50 hezarî ye ji ber êrişan, av qut bû û gelek firin rawestiyan.

Her wiha Tirkiyeyê êriş herêmên Şehba û Efrînê kir ku êş û zehmetiyên koçberan bi hatina zivistanê re girantir kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan dike ku Tirkiye bi rêya van êrişan dixwaze, fişarên aborî li ser herêmên me zêdetir bike.

“Projeya qirkirinê û piştgiriya terorê ne”

Ev êriş li dijî projeya gelê me ‘qirkirineke’ diyar e û piştgiriya ji terorê re ye.

Dema ku em hewl didin ewlehiyê û îstiqrarê û çareseriyeke demokratîk ku yekitiya Sûriyeyê û gelê wê dabîn dikin, bisepînin, civata navneteweyî li hemberî van êrişan bê deng dimîne.

Ev helwesta wê şermûk e. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî û hêzên piştgiriya îstiqrarê dikin ku ji bo rê li pêşiya van êrişan bigirin, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Em ji gelê xwe re destnîşan dikin ku em dê parastina wî û destkeftiyên şoreşa wî bidomînin.

Em bang li pêkhateyan dikin ku li hemberî êrişan bibin yek, xwedî li projeya yekitiya gelan û biratiya wan derkevin ji ber ku ev proje serkeftina rastîn dabîn û binkeftina planên dijminane dabîn dike.

Em bang li aliyên hiqûqî, mirovî û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî dikin ku komîteyên lêpirsînê ava bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin.

Li dijî projeyên tesfiyekirinê û tevliheviyê yekitiya gelê me û hevgirtina wî, vebijarka herî guncev e.

Em ji malbatên şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfayê dixwazin.”

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *