Rêjîma Îranê welatiyek li bajarê Mihabadê bidar vekir

Welatiyekî xelkê bajarê Serdeştê ku bi tohmeta kuştina bizanebûn sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha navendiya rêjîmê li bajarê Mihabadê de hate bidar vekirin.

Pêka rapora “Hengaw”ê sibêdeha roja Pêncşemî 8ê Xermananê, welatiyek ê bi navê “Sîrwan Ebûbekrî” yê temen 30 salî û xelkê bajarê Serdeştê ku pêştir bi tohmeta kuştina bizanebûn, ji aliyê dezgeha dad a rêjîma Îranê ve sizaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, li girtîgeha navendî ya rêjîmê li bajarê Mihabadê de hate bidarvekirin.

Sîrwan Ebûbekrî li roja Çarşemî 7ê Xermananê dawî hevdîtin digel malbata xwe kiribû.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ragihandinên ser bi dezgeha dad  a rêjîmê li derheq bidarvekirina wî walatiyî, ti nûçeyek belav nekirine.

KM

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *