Rejîma Îranê li girtîgeha Kirmanşanê 4 kurd bi dar ve kirin

Cezayê bidarvekirina girtiyekî kurd ê bi navê Ferman Efrîstem ê xelkê Kirmaşanê ku berê bi tohmeta “kuştina bi qest”, dihat darizandin, 7ê Çileyê, li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê pêk hat.

Li gorî raporeke ku gihaye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê; sibeha şemiyê (07.01.2025) Ferman Efrîstemê ji Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha Dîzilavayê ya Kirmanşanê hatiye bidarvekirin.

Hengaw bi bîr dixe ku kurd, berî 4 salan bi tohmeta “kuştina bi qest” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve mehkûmî bidarvekirinê bûbû.

Hengaw tekez dike ji bilî wî; rejîma Îranê bi heman tohmetê 3 kurdên din jî bi dar ve kirine ku nasnameya wan weha ye: Mizefer Şahsiwarî (45), Mihemed Şehîdî (37) û Eşkan Kazimî.

Li gorî agahiyên vê raporê, nûçeya darvekirina van 4 girtiyên ji Rojhilatê Kurdistanê, heta niha jî ji teref medyaya rejîmê ve nehatiye belavkirin.

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *