Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, ku bi nûneratiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Hilmeta Niştimanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir bû, di gotarekê de behsa metirsiyên belavbûn û bazirganiya bi madeyên hişbir kir û tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê karên cidî ji bo jinavbirin û ziwakirina çavkaniyên madeyên hişbir kiriye û hişyarî da ku bikaranîna van madeyan bi awayekî metirsîdar zêde bûye.
Rêber Ehmed îro 29ê Gulanê gotarek di ragihandina hilmetê de pêşkêş kir û got: “Madeyên hişbir yek ji pirsgirêkên herî metirsîdar e ku rûbirûyê civaka mirovahiyê bûye. Pirsgirêkeke ku li seranserê cîhanê xwedî kokeke dîrokî ye û gef e li ser asayişa neteweyî ya hemû welatan. Madeyên hişbir li Herêma Kurdistanê kêşeyeke cidî ne û bandora wan ji terorê ne kêmtir e. Şerê me yê îro ne tenê li dijî teror û terorîstan e; belkû di heman demê de şerekî din jî heye ku ew jî têkoşîna li dijî bikaranîna madeyên hişbir e.”
Li gorî gotina Rêber Ehmed: “Di van salên dawî de li seranserê cîhanê, rêjeya bikaranîna madeyên hişbir bi awayekî metirsîdar zêde bûye, bi taybetî di nava ciwan û sinêleyan de. Herwiha, bazara van madeyan bûye sedema geşepêdana darayî ji bo komên tawankar, ku ev yekê jî pirsgirêk hîn girantir kiriye.”
Wezîrê Navxwe amaje bi wê yekê jî kir, “li gorî rapora Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Madeyên Hişbir û Tawanan (UNODC), nêzîkî 275 milyon kes di sala 2022an de li deverên cuda yên cîhanê madeyên hişbir bikar anîne. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî di raporekê de belav kiriye ku salane nêzîkî 500 hezar kes ji ber bikaranîna madeyên hişbir jiyana xwe ji dest didin û bi deh hezaran kesên din jî rûbirûyê nexweşî û pirsgirêkên derûnî û laşî dibin.”
Herwiha got: “Mixabin ji ber rewşa navçeyê û nearamiya siyasî, aborî û serbazî, Iraq bi giştî û Herêma Kurdistanê jî ji vê êşa kujer bêpar nemane. Ji ber cihê erdnîgarî yê Herêma Kurdistanê ku ketiye navbera welatên hilberîner û çêkerên madeyên hişbir û rêyên derbasbûna wan bo welatên din, Herêma Kurdistanê jî rasterast di bin bandora madeyên hişbir de ye.”
Di dawiyê de, Wezîrê Navxwe tekez kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya planeke stratejîk û bernameyeke birêkûpêk de, karên cidî ji bo jinavbirin û ziwakirina çavkaniyên madeyên hişbir kiriye. Wezaretên taybetmend û Encûmena Asayîşê, hevahengî û karên baş ji bo rûbirûbûna vê metirsiyê pêk anîne, lê belê hîn jî pêwîstî bi karê zêdetir heye. Di vî warî de, hevahengiyeke baş û operasyonên hevbeş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hene. Herwiha, ligel civaka navdewletî jî pêwendî, hevahengî û operasyonên me yên hevbeş hene.” (K24)