RAPIRSÎ: Bav li gorî dayikan zêdetir bi zimanê dayikê diaxivin

Li gorî lêkolîna Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîkê, ji ji sedî 97,8ê Kurdan perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin.

Her wiha bav li gorî dayikan zêdetir bi zimanê dayikê diaxivin û di nav nifşên nû de axavtina bi zimanê Kurdî kêm dibe.

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk, di navbera 28ê Kanûna Paşîn a 2025 û 11ê Sibata 2025an de li 22 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi beşdariya hezar û 285 kesan li ser axavtina zimanên dayikê yên ji bilî Tirkî lêkolînek kir.

Lêkolîn li bajarên Amed, Riha, Semsûr, Dîlok, Mêrdîn, Wan, Êlih, Şirnex, Erzirom, Çewlîg, Colemêrg, Dêrsim, Meletî, Agirî û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Bursa, Edene û Mêrsînê yên Tirkiyeyê hat kirin.

Ji sedç 97,5ê kesên beşdarî rapirsiyê bûne Kurd, ji sedî 0,8 Çerkez, ji sedî 0,7 Ermen, ji seîd 0,5 Ereb, ji sedî 0,1 Tirk û ji sedî 0,4 Suryanî, Gurcî, Laz, Rûm û Oset bûn.

Ji sedî 80,4ê zimanê dayikê ya beşdarvanan Kurmancî, ji sedî 17 Kirmanckî/Zazakî, ji sedî 0,8 Ermenî, ji sedî 0,7 Çerkezî ye.

Li gor encaman tenê sedî 41,7ê beşdarvanan di nav mala xwe de berdewam bi Kurdî diaxivin, ji sedî 35,9 bi Tirkî, ji sedî 14,9 bi Kurdî û Tirkî, ji sedî 6,9 bi Kirmanckî/Zazakî, ji sedî 0,3 Erebî, ji sedî 0,2 Ermenî û ji sedî 0,1 bi Suryanî diaxivin.

Ji her 5 zarokan yek bi zimanê xwe yê dayikê naaxive

Ji her 5 zarokên ji 11 salî biçûktir yek berdewam bi zimanê xwe yê dayikê naaxive û her ku temenê zarokan dadikeve rêjeya axavtina bi zimanê dayikê kêmtir dibe û rêjeya zarokên zimanê xwe yê dayikê nizanin zêde dibe.

Di xebata rapirsiyê de hat diyarkirin ku ji bo parastin û jiyandina zimanên din ên ji bilî Tirkî pêwîstî bi derxistina yasayên cidî, wergirtina tedbîrên burakratîk, civakî û malbatî hene.

Ji sedî 33,9ê beşdarvanên ku zimanê wan ê dayikê ne Tirkî ye dibêjin, “em zimanê xwe yê dayikê baş fêm dikin”, ji sedî 26,5 dibêjin “di asta pêwîst de fêm dikin” û ji sedî 6,4 jî dibêjin “em zimanê xwe yê dayikê qet nizanin.”

Sedema fêmnekirina zimanê dayikê

Di lêkolînê de sedema fêmnekirin û neaxavtina zimanê dayikê jî hat pirsîn.

Ji sedî 21,5ê beşdarvanan gotiye “ji ber ku perwerde wernegirtine”, ji sedî 20,1ê wan gotiye “ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê”, ji sedî 18ê beşdarvanan gotiye “ji ber ku di mal de kesek naaxive”, ji sedî 11,3ê gotiye “ji ber li bajêr mezin bûye”, ji sedî 9,7ê wan gotiye “ji ber ku zimanê herêma lê dijîn cuda ye”, ji sedî 6,6 gotiye “ji ber ku di jiyana rojane de rûbirû nabin” û ji sedî 5 gotiye “ji ber ku li dibistanê qedexe ye” fêm nakin û naaxivin.

Li gorî rapirsiyê ji sedî 67,8ê beşdarvanan li kolanê û jiyana civakî bi Tirkî diaxivin, ji sedî 30 bi zaravayê Kurmancî û ji sedî 2,2 jî bi zaravayê Kirmanckî/Zazakî diaxivin.

Bav li gor dayikan zêdetir bi zimanê dayikê diaxivin

Li gorî lêkolînê di nav malê de sedî 69,8ê dayikan û sedî 70ê bavan bi giştî bi zimanê dayikê diaxivin.

Di nav malbatan de bi daketina temen re axavtina bi zimanê dayikê jî kêmtir dibe.

Di nav zarokên 0-5 salî de ji sedî 18,5 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 20,7 jî car caran diaxivin.

Di nav zarokên 6-11 salî de ji sedî 18 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 24,2 jî car caran diaxivin.

Di nav zarokên 12-17 salî de ji sedî 22,4 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 26,4 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên 18-24 salî de ji sedî 34,1 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 24,2 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên 25-34 salî de ji sedî 45,6 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 24,3 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên 35-44 salî de ji sedî 56,1 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 19,1 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên 45-54 salî de ji sedî 63,8 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 15,4 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên 55-64 salî de ji sedî 76 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 6,5 jî car caran diaxivin.

Di nav kesên ji 65 salî mezintir de ji sedî 77,9 berdewam bi zimanê dayikê diaxivin, ji sedî 5,3 jî car caran diaxivin.

Ji sedî 97,8 perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin

Ji sedî sedî 97,8ê malbatan dixwazin zarokên wan bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin û tenê ji sedî 1,5 malbatan naxwazin zarokê wan bi zimanê dayikê perwerdeyê bibînin.

Ji sedî 97,7ê beşdarvanan ji pirsa “gelo hûn daxwaza parastin û pêşxistina zimanê xwe yê dayikê dikin?” bersiva “erê” daye.

Di lêkolînê de ji beşdarvanan pirsa “Li gorî we metirsiya herî mezin a li ser zimanê we yê dayikê çi ye?” hatiye kirin.

Ji sedî 46,5an gotiye “nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê.”

Ji sedî 19,46an gotiye “polîtîkayên zext û asîmîlasyonê.”

Ji sedî 15,1ê beşdarvanan gotiye “ji ber nebûna statuya yasayî” û ji sedî 14,4an gotiye “axavtina malbatan bi zarokan re ya bi Tirkî.”

Parastina zimanê dayikê

Ji beşdarvanan pirsa “Ji bo parastin û pêşxistina zimanê dayikê çi pêşniyarê we hene” hatiye kirin.

Ji sedî 31,8 beşdarvanan gotiye “divê bibe zimanê perwerdeyê”, ji sedî 30,4an gotiye “divê statuya yasayî hebe” û ji sedî 26,6an gotiye “divê bibe zimanê fermî.”

Di lêkolînê de pirsa “Heta niha zarokên we bi zimanê xwe yê dayikê kurs an li dibistanê perwerde wergirt?” hatiye kirin.

Ji sedî 17,7an bersiva “erê” daye. Ji sedî 25ê beşdarvanan gotiye “li dibistanê wekî dersa bijarte wergirtiye.”

Cudakariya herî zêde li saziyên hikûmî ye

Ji malbatan pirsa “Gelo hûn ditirsin ku dema zarokên we bi Kurdî biaxivin rûbirûyê cudakariyê bibin?” hatiye kirin.

Tevî ku piraniya beşdarvanên rapirsiyê li Bakurê Kurdistanê bûne ji sedî 49 bersiva “erê”, ji sedî 34,3 bersiva “na” û ji sedî 15,5 bersiva “heta astekê” daye.

Mijara cudakariya li hemberî zimanê ne bi Tirkî jî hatiye pirsîn û piraniya beşdarvanan dibêje “di jiyana rojane de, li saziyên hikûmî û li ser medya civakî ji ber zimanê wan ê dayikê li hemberî wan cudakarî tê kirin.”

Welatiyên ku zimanê wan ên dayikê ne Tirkî ne herî zêde li saziyên hikûmî rûbirûyê cudakariyê dibin.

Li gor bersivan rêjeya cudakariyê wiha ye:

Erê                        Carinan

Li saziyên hikûmî:                       Ji sedî 67,9           Ji sedî 14,9

Li saziyên perwerdeyê:              Ji sedî 55,2          Ji sedî 12,4

Li saziyên tendirsutiyê:              Ji sedî 45,1          Ji sedî 17

Medya civakî:                              Ji sedî 35,3          Ji sedî 20,5

Li cihê kar:                                    Ji sedî 29,1          Ji sedî 18,8

Di veguhestinê de:                      Ji sedî 26,4          Ji sedî 19,4

Jiyana civakî:                                Ji sedî 21,9          Ji sedî 23,5

Li nav bajêr:                                  Ji sedî 19,5         Ji sedî 16

Li nav dost û heval:                     Ji sedî 4,4            Ji sedî 8,2

Li nav malbat û mirov:                Ji sedî 3,9            Ji sedî 5,8

(Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *