Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, nola parçeyên din ên Kurdistanê, beşa erdnîgarî ya Rojavayê Kurdistanê jî di çarçoveya nexşeya Sykes-Picotê ya parvekirina deverê de, bê xwesteka Kurdan û bi kotekî bi dewleta nû avakirî ya Sûriyeya Erebî ve hate zeliqandin. Ne di serdema mandateya Fransayê ne jî di qonaxa piştî bidestxistina serxwebûna Sûriyeyê de, ti mafek ji Kurdan re wekî duyem pêkhateya neteweyî ya herî mezin a wî welatî rewa nehatiye dîtin. Tewra asta çewisandin û hewldanên gelqirî û jinavbirina Kurdan gihîştibûn wê asta metirsîdar ku nasnameya mafê hemwelatîbûna Sûriyeyê jî ji wan hatibû standin.
Lê ya ku Rojavayê Kurdistanê ji beşên din ên Kurdistanê cuda dike ew e ku li Rojavayê Kurdistanê ti tevgereke siyasî ya çekdar û serhildaneke çekdarî ya Kurdan li dijî dewleta Sûriyeyê pêk nehat. Di demekê de ku her ji destpêka vê dabeşkirinê û avakirina dewlet-neteweyê ya (neteweyên serdest ên Fars û Ereb û Tirk), tevgera siyasî û çekdarî ya Kurdan li dijî dagirkerî û dewleta neteweya serdest, li parçeyên din derket meydanê.
Li Bakurê Kurdistanê bi rêberiya Şêx Seîdê Pîran û li Başûr bi serkirdatiya Şêx Mehmûd û li Rojhilat jî Simkoyê Şikak bizota şoreşê pêxistin. Li kêleka van şoreş û serhildanên çekdarî, bi dehan komele û rêxistinên siyasî yên Kurdî serî hildan û di dirêjahiya sedsala borî de berdewam bûn.
Li Rojavayê Kurdistanê di serdema mandateyê de çend hewldanên seretayî ji bo bidestxistina rizamendiya Fransiyan bi dayîna mafê xwendinê bi zimanê Kurdî li herêmên Kurdan hebûn. Lê Fransa ew jî ji bo wan rewa nedîtibû. Piştî serxwebûna Sûriyeyê jî, ne tenê ti mafek ji Kurdan re rewa nehatiye dîtin, li şûnê, qonaxa înkarkirin û hewldana pişaftina Kurdan bi gelek rê û awayan dest pê kir. Beşek ji Kurdan ber bi kûrahiya herêmên Ereban ve hatin koçberkirin û gelek Ereb li ser mal û milkên Kurdan hatin bicihkirin. Bi hinceta nebûna nasnameyê, Kurd ji hemû mafên bingehîn hatin bêparkirin.
Zilm û zordestiya desthilatên yek li dû yekê yên şovenîst ên Erebî li Sûriyeyê, eger ji stemkariya dewletên din ên Îraq, Tirkiye û Îranê zêdetir nebûbe, kêmtir jî nebûye. Li hemberî vê yekê, elîtên rewşenbîr û siyasî yên Kurdan her tim li dîtina rêçareya siyasî û medenî digeriyan ji bo bidestxistina mafên zeftkirî yên Kurdan li wî welatî û ti carî dest nebirin çekan.
Ji nîveka salên pêncî yên sedsala borî ve û bi taybetî di sala 1957an de yekem partiya siyasî ya Kurdî (Partiya Demokrat a Kurd) li Sûriyeyê hat damezrandin. Li pey wê jî heta bûyerên Bihara Erebî bi dehan partiyên din ên siyasî yên Kurdî hatin avakirin. Ji aliyê rejîmê ve gelek serkirdên wan hatin girtin û cezayê girtîgehê li ser wan hate sepandin. Lê şêwaza xebat, hevrikî û nakokiyên di navbera Kurdan û Dîmeşqê de negihîşt xebata çekdarî.
Tewra piştî pêşhat û bûyerên ku wekî encama Bihara Erebî li Sûriyeyê derketin holê û şert û mercên avakirina yekem tevgera çekdarî ya Kurdî peyda bûn, wê demê jî hêza çekdarî ya Kurdî li dijî Şamê wekî pêwîstiyeke qonaxê û ji bo bidestxistina mafên zeftkirî yên Kurdan ji aliyê Şamê ve derneket holê, çi bigire bi hevahengiya li gel rejîma Esed, artêşa Sûriyeyê ji beşek ji wan herêman vekişiya û parastina herêmê bi wê hêza Kurdî hate sipartin. Di dirêjahiya wan 12 salên avakirina tevgera çekdarî ya Kurdî li Rojava heta ketina Esed, pirsgirêk û nakokiyeke wisa darîçav di navbera Şamê û hêza çekdarî ya Kurdê de derneket holê.
Pirsgirêk û metirsî li ser Kurdan ji aliyekî ew komên tundrew ên cîhadî yên Îslamî bûn ku xwe wekî opozîsyona Sûriyeyê ragihandin, ji aliyekî din ve jî dewleta Tirkiyeyê bû ku ji ber siyaseta Tirkiyeyê di reftara li gel Rojavayê Kurdistanê de, wêneya pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê ji pirsgirêka Kurdan li gel Şamê, hate guhertin ji bo pirsgirêka Kurdên Rojava li gel Enqereyê.
Beriya avakirina DAIŞê, komên Cebhet El Nusra û ew komên din ku paşê navê Artêşa Sûriyeya Azad li xwe kirin û niha di bin sîwana Tehrîr El Şamê de beşekê ji herêmên Sûriyeyê birêve dibin, gelek êrişên çekdarî li ser herêmên Kurdî pêk anîn û bi dehan tawan û komkujiyên mezin kirin.
Beşeke mezin ji erdnîgariya şerên DAIŞê jî Rojavayê Kurdistanê bû. Tirkiyeyê jî bi êrişa rasterast a artêşa xwe û bi bikaranîna komên girêdayî xwe li Sûriyeyê gelek caran êrişî Rojavayê Kurdistanê kir û Efrînê û çend herêmên din jî dagir kir û xwestek û plana wan jî ew bû ku Kurdan li ser erdnîgariya wa nehêlin. Lê di encamê de bi qurbanîdaneke mezin û dayîna çemekî xwînê, Kurdan heta vêga kariye di nav vê hevkêşeya aloz de xurt bimînin.
Lê ji vir û pê ve Kurd li Rojavayê Kurdistanê berevajî dîroka sedsala borî, derbasî nav qonaxeke zehmet a nakokiya li gel Dîmeşqê dibin ku eger heye bibe sedema derketina rûbirûbûna çekdarî jî. Ev jî ji ber du sedeman e, ya yekem ji aliyekî ji ber ku komên ku di dirêjahiya zêdetirî deh salan de şerê rasterast li gel Kurdan dikirin, desthilata Şamê ket destê wan, eger dev ji tolhildanê jî berdabin, ji ber ku ji aliyê fîkrî û çandî ve baweriya wan bi qebûlkirina cudahî û mafê pêkhateyan nayê, dê rûbirûyî Kurdan bibin.
Sedema duyem jî siyaseta dijminkar a Tirkiyeyê li hemberî Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber ku hîn jî Tirkiye bi çavê gef û metirsiyê li hêzên Kurdî dinêre û naxwaze ezmûneke nola ya Herêma Kurdistanê li Başûr, li nêzî sînorên wê li Rojava jî dubare bibe. Lê piştî ku jê re diyar bû ku ne Amerîka ne jî welatên Ewropayê pişta xwe nadin Kurdan û destûrê nadin ku Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike û armanca xwe bi dest bixe, lewra tê çaverêkirin ku li şûna wê operasyona leşkerî ya ku dixwest rasterast li ser wan herêman pêk bîne, hewl bide ku xwestekên xwe bi rêya Dîmeşqê bi dest bixe.
Bi taybetî ku niha Şam û serokê wê wekî wîlayet û waliyekî kevn ê serdema Osmanî, girêdayî Tirkiyeyê ne, loma çavê wê li wê yekê ye ku desthilata Şamê li ser wan herêman bihêz bibe û vegere sînorên xwe. Dibe ku ji bo demekê ev zext ji aliyê civaka navneteweyî ve jî li ser hêzên Kurdî were kirin ji bo lihevkirina li gel Şamê, bi hinceta ku divê çek di destê dewletê de be û nabe ti komeke çekdar li derveyî desthilata Şamê bimîne.
Bi taybetî jî ku tê çaverêkirin piştî derxistina Sûriyeyê ji destê Îranê, Îran jî bi rêya Elewiyan û bermayiyên rejîma Esed hewl bide çend komên çekdar ava bike. Loma îhtimaleke mezin heye ku piştgirên niha yên Sûriyeyê di wê yekê de bilezînin ku desthilata Şamê li ser tevahiya welêt bê çespandin.
Divê Kurd di gotûbêjkirina li gel Şamê de, siyaseta lîstina bi demê bimeşînin û hinekî bêhnfireh bin. Ji ber ku ev Şama niha ku bûye trafîka siyasî ji welatên Rojavayê re, bi vî awayî namîne. Tewra bi vî rengê niha girêdayî Tirkiyeyê jî namîne, ji ber ku ji Tirkiyeyê bêhtir çavê welatên Kendavê li ser wê yekê ye ku Sûriye bibe beşek ji projeya wan a stratejîk li deverê, Îsraîl jî naxwaze dewleteke girêdayî Tirkiyeyê cîrana wê be.
Lewra piştgiriya civaka navneteweyî ji Sûriyeyê re zêde dom nake, pir zûtir ji ya tê çaverêkirin, rûyê rasteqîn ê van desthilatdaran ji cîhanê re eşkere dibe û wê demê hemû welatên Ewropayê û Amerîka dê bixwazin erdnîgariyeke parastî li derveyî desthilata Sûriyeyê hebe.
Arif Qurbanî
Rûdaw