Rêvebirên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 09.07.2024ê, li ser rêya Amed û Elezîzê, li ber pira ku cenazeyê welatparwerê kurd Wedat Aydin hatibû dîtin, ji bo Wedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê rêz girtin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, li ber pirê di derbarê têkoşîna Wedat Aydin de axaftinek kir.
