Teşkîlata Batmanê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, bi rêvebir û endamên xwe ve, di saet 13.30ê de li Caddeya Gulistanê ya Batmanê tevî pankarta xwe civîyan.
Seroka Şaxa Batmanê Azîz Ozdemîr di derbarê wate û girîngîya 21ê sibatê de axaftinek kir. Azîz Ozdemîr got :
“Ev roj li seranserê cîhanê bi çalekîyên pir rengî tê pîrozkirin.Armanca wê balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî, bilindkirina têgihîştina ji bo civakeke pir çandî, bilindkirina toleransên li hember mirovên cihêreng e.
Di 21ê Sibatê 1952ê de ji bo zimanê Bengalî bibê zimanê perwerdehî û fermî, xwendekarên Bengalî xwepêşandaneke girseyî kirin. Polîsên Pakistanî(Bengal metîngeha Pakîstanê bû) êrîşî xwendekaran kiribû. Û di vê êrîşê de 11 xwendekarên Bengalî hatibûn kuştin. Lewma UNESCOyê ev roj weke Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî pejirand.
Di van salên dawî de Kurd vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser mafê kurdan ê perwerdehîya bi zimanê zikmakî û fermîbûna zimanê kurdî”.
Piştî axaftina Azîz Ozdemîr, rêvbirê PWKyê yê Batmanê îzeddîn Okan daxuyanîya PWKyê ya di derbarê 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî de xwend.
Ev jî daxuyanîya PWKyê ye:
“21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî Pîroz Be!
Roja 21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî’’ hatîye qebûlkirin.
Di cîhanê de, zimenekî herî zêde tûşî zilm, zordarî û neheqîyê bûye û îro jî bi awakî dijwar û nemirovî di aşê asîmîlasyonê de tê hêrandin, bê gûman zimanê kurdî (kurmancî û zazakî/kirdkî) ye.
Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, her çiqas li gel hemû astengîyan dersa bijarte ya kurdî hebe jî di derbarê perwerdeyê û di weşangerîya telewîzyonê de hinek gavên erênî hatibin avêtin jî; mixabin hîna jî wek fermî di Qanûna Bingehîn û yasayên peywendîdar de, li Parlamentoya Tirkîyeyê, zimanê kurdî tune tê hesaibandin. Hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.
Bi siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya bi dehan salane hatiye meşandin, bi milyonan kurd li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin. Ev trajedî û travmayeke mezin û kûr e; yên bûne sebebê vê yekê, faîlê tawana mirovâhîyê ne.
Divê li hemberî vê siyaseta asîmlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî, hemû kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê di derbarê axaftin, fêrbûna kurdî de li ber xwe bidin û bernameyên taybetî pêk bînin.
Divê berî her tiştî, malbatên kurdan di malê de bi zarokên xwe bi zimanê kurdî bipeyin û vê yekê weke wezîfeyeke neteweyî bibînin.
Divê malbatên kurdan ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî (kurmancî û zazakî/kirdkî) hilbijêrin.
Divê em axaftin,fêrbûn û axaftina zimanê kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.
Divê, hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, TV, radyo û rojnameyên kurdan; hemû sîyasetmedar, nivîskar rewşenbîr û hunermendên kurdan, kurdîbikin zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, nivîsandinê, çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.
Divê hemû şaredarî, weqif, dezgehên sivîl û karsaz, dibistan û kursên taybetî yên perwerdeya bi zimanê kurdî dikin vekin.
Roja Zimanê Dayikê bila bibe destpêka bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û di hemû pêvajoya perwerdeyê, bibe zimanê perwedeyê!
Roj 21ê Sibatê û her rojek nû, bila bibe handana her kurdek bi zimanê dayika xwe biaxive.
21ê Sibatê bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî.
21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî Pîroz Be!
Zimanê me hebûna me ye!
Zimanê me rûmeta me ye!
Divê em bi kurdî bipevivin, binivîsin û kurdî bibe zimanê me yê jîyanê!”
21.02.2025
Şaxa Batmanê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)