Li bajarê Stenbolê partiyên Kurdistanî roja Ala Kurdistanê bi civîneka rojnamevanî pîroz kirin. Siyasetmedarên ku beşdarê civînê bûbûn banga yêkrêziya nav mala Kurdî li aliyên rojavayê Kurdistanê kirin. Li gor wan heke Kurdêbn rojavayê Kurdistanê yekrêz nebin metirsî heye ku derfetên dîrokî yên ji bo rizgariya xwe ji dest bidin.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) roja Ala Kurdistanê li Weqfa Çanda Kurdî KURD-KAV’ê pîroz kirin.
Vê dawiyê di piraniya çalakî û kombûnên Stenbolê de rojeva germ pirsa yekrêziya aliyê siyasî yên rojavayê Kurdistanê ye.
Siyasetmedarên bakurê Kurdistanê hêviyê ji aliyên Kurdî dikin ku bila bi hevgirtî biçin Şamê û li ser mafê çarenûsa xwe rijd bin.
Di ahenga roja ala Kurdistanê de siyasetmedarên rojavayê Kurdistanê jî amade bûn û ew jî bi rijdî banga yekrêziya Kurdan dikin û ji hêzên navdewletî piştgiriyê dixwazin.
Di sala 2020ê de di pêşengtiya Amerîkayê de hewleke ciddî dihat dayîn ku aliyên Kurdî yên rojavayê Kurdistanê yêkrêziya xwe ava bikin. Niha Fransa jî bo vê aramncê li ser xet e. Dê dem diyar bike gelo yekitiya Kurdên rojavayê Kurdistanê vê carê serbikeve an na.
K24