Nûnerên Platforma Ciwanên Serbixwe(PCS) roja14.07.2024ê, li ber Mizgefta Mezin ya Amedê di derbarê girtina hevalên xwe Ferîd Azad û Behçet Çîftçî de daxûyanîyeke çapemenîyê dan.
Di daxûyanîya PCSyê de, ji bo piştgirîyê, gelek berpirsên Partîya Welatparêzên Kurdistanê- PWK (Cîhgirê Serokê Giştî M. Can Azbay, endamên Komîteya Birêvebir a Navendî Yusuf Aydin û Mîrza Akar, Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran, endamên Meclîsa Partîyê Osman Kiran, Musa Ekîngen, Mehmet Dortyama) jî amadebûn.
Polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê, roja 09.07.2024ê, avêtibûn ser avahîya Platforma Ciwanên Serbixwe û 4 rêvebirên PCSyê desteser kiribûn.
Paşê, polîsan rêvebirên PCSyê biribûn Mêrsînê û roja 11.07.2024ê dadgeha Mêrsînê ji bo Ferîd Azad û Behçet Çîftçî biryara hevsê dabû.
PCSyê di derbarê vê êrîşê de, li ber Mizgefta Mezin ya Amedê bi du zaravayên kurdî (Kurmancî û Zazakî) daxuyanîyek dan.
Di daxuyanîyê de behsa şêweya desteserkirina 4 rêvebirên PCSyê (Mehmet Yucel, Ehmed Tepebaşi, Ferîd Azad, Behçet Çîftçî) hate kirin. Ku Ji wana Mehmet Yucel û Ehmed Tepebaşi bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Ferîd Azad û Behçet Çîftçî hatin girtinê û niha li Tarsusê di zindanê de ne.
Piştê daxuyanîya PCSyê, rêvebirên PWKyê û endamên PCSyê bihevre çûn navenda PCSyê û li wê derê piştî sohbeteke germ, dostane, ji hev xatir xwestin.
14.07.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)



