Partîya Welatparêzên Kurdistanê Kongreya xwe ya yekem, ango kongreya damezrêner ya nûnertiya PWKyê li Ewropayê (PWK-Ewropa) li Stockholmê, bi beşdarîyê nûnerên ji gelek welatên Ewropayê di nava 30–31 adara 2024an de pêk anî.
Kongre, li ser navê Komîteya Amadekarîya Kongreyê ji alîyê Zinar Soran û bi sirûda Ey Raqûb û rêzgirtina şehîd û pakrewanên Kurdistanê ve hate vekirin. Di kongreyê de Serokê PWK-Ewropayê rêzdar Baran Boskan axaftina xwe pêşkêş kir; Serokê Giştî yê PWKyê rêzdar Mustefa Ozçelik jî bi rêya Online xêrhatin li beşdarên kongreyê kir û bi kurtayî li ser xebatên siyasî, rêxistinî û civakî ya PWKyê aghadarî da.
Ji bo dîwana Kongreyê hevalên Nezîr Akad, Sîrac Kirici û Nesrîn Ozbîngol hatin hilbijartin.
Kongreya PWK-Ewropayê li gorî rojeva  ku hate qebûlkirin, du rojan berdewam kir. Piştî gotûbêjên li ser reşnivîsa destûrê ku ji alîyê komîsyona destûrê hatibû amade kirin; li gel hinek guherandinan weke Destûra PWK-Ewropayê hate qebûl kirin.
Di kongreyê de bi hûrgilî li ser pirsên kurdên li ewropayê, reorganêzekirina rêxistin û nûnertîya Ewropayê, nerîn û pêşniyarên ji bo bernameya xebatê ya rêxistina Ewropayê hate rawestandin.
Di kongreyê de, li gorî destûra ku hate qebûlkirin, Serok û Meclîsa PWK-Ewropayê û herweha komîte û organên din yên rêxisinîya Ewropayê hatin hilbijartin.
Êvara 30 adarê, bi malbat, heval, hogir û dostên PWKyê şahîyek Newrozê bi girseyî hate amade kirin. Di şahîyê de, gelek heval, hogir, dost û kesayetên siyasî û civakî beşdarî şahîyê bûn. Newroz bi coşek mezin û di atfosmerek gelek erênî derbas bû.
Piştî kongreyê, Meclîsa PWK-Ewropayê civîna xwe ya yekem pêk anî û di nav xwe de kar û wezîfe dabeş kirin. Di demek nêzîk de, wê meclîsa PWK-Ewropayê, li gorî biryar û pêşniyarên kongreyê, bername û nexşerêya xebata li Ewropayê bihûne û wê hewil bide ku xebata xwe li gorî vê bername, û nexşerêyê geştir û berfirehtir bike.
Bijî Kongreya PWK-Ewropayê!
Bijî xebat û têkoşîna ji bo serxwebûn, azadî û demokrasîyê!
MECLÎSA PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ YA EWROPAYÊ
(MECLÃŽSA PWK-EWROPA)