PWK, êvara 12.10.2024ê li Amedê şeva pîrozbahîya yeksalîya PWKyê li dar xist.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê(PWK), êvara 12.10.2024ê li Amedê şeva pîrozbahîya yeksalîya PWKyê li dar xist.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk bi zaravayê kurmancî yê kurdî, axaftinek kir.

Ev jî teksta axaftina Mustafa Ozçelîk e.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk:

Firsendên dîrokî li ber derîyê hemû kurda ne, li her perçeyekî Kurdistanê û di navbera her çar perçeyan de pêwîstî bi hevrêzî û koordînasyoneke neteweyî heye. 

Nûnerên rêzdar yên partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û yên ragehandinê

Xuşk û birayên delal, dost û hevalên hêja!

Hûn bi xêr hatine şeva pîrozbahîya yeksalîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK).

Merheba ji we re.

Belê, di ser damezrandina partîya me de salek derbas bû; lê kadroyên ku PWK ava kirine, zêdeyî 40-50 salî ye ku bi ked û fedekarîyên xwe ve di nav tevgera doza azadîya Kurdistanê de cîh girtine. Di eslê xwe de, Partîya Welatparêzên Kurdistanê berdewamîya, ked, xebat, fedekarî û têkoşîna doza gelê me ya heta îro ye. 

Teva hemû tecrubeyên biserneketî û nîvçemayî yên yekitîyên sîyasî û rêxistinî; rêvebir û endamên PAKê û TDK-TEVGERê û kadroyên serbixwe gaveke bi cesaret avêtin û di 10ê îlona 2023yê de PWK damezrandin.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), teva hemû şerd û mercên dijwar, teva hemû astengî û kêmasîyên xwe, gav bi gav vê kultura xwe ya nû di nav xwe de hûnand û yeksalîya xwe temam kir.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê, hêza xwe ji doza meşrû ya gelê xwe distîne. Ew hem partîyeke meşrû, hem jî partîyeke yasayî ye.

Herçiqas di derbarê wan de doza girtinê hatibe vekirin jî bidestxistina mafê yasayîbûna PWK, PSK, PDKT û KKPyê destkeftineke dîrokî ya gelê me ye.

Em di wê bawerîyê de ne ku hemû gelê me, hemû partîyên sîyasî, dezhegên sivîl û kesayetên ku azadîya ramanî û rêxistinî diparêzin, divê li helwesta PWK, PSK, PDKT û KKPyê ya ku bi navê Kurdistanê hebûna partîya xwe diparêzin xwedî derkevin. Ev destkeftineke me hemûya ne.

Lêxwedîderketina destkeftinên partîyên bi navê Kurdistanê, dê rêya yekitî, hevkarî û tifaqên hemû partîyên kurdistanî xweştir bike.

Mêvanên rêzdar, dost û hevalên hêja,

Roja ku me yekitîya PAK û TDK-TEVGERê pêk anî û me avakirina PWKyê îlan kir; gelek nas û dost û hevalên me, gelek welatperwerên dilsoz û xemxurê doza Kurdistanê, bi kêfxweşî pêşewazîya vê biryara me kirin. Lê, destên wan jî her li ser dilê wan bû; digotin, înşaleh qedera vê yekitîyê jî nebe wek yên berê, careke din jî hêvîya gelê me, hêvîya kedkar û dildarên doza neteweyî neşkê û stûxar nemîne.

Bêgûman, ev metirsî û raman û hestên paqij û dostane yên welatperwerî ji tecrûbeyên neyênî û nebiserketî yên di warê yekitîyên siyasî û rêxisînî dihat.

Weke damezranerên PWKyê, me jî ev metirsî û ramanên dostane jî dan ber çavan û bi vê berpirsayarîyê me ev barê giran da ser milên xwe; ji bo hûnandina vê hişmendîya yekitîyê, em bi fedekarî, bi sebir, bi hevrêzî û bi bawermendî tevgerîyan û em nuha bi vê berpirsiyarî û hişmendîyê yeksalîya PWKyê pîroz dikin.

Helbete ku hemû birêvebir, endam û alîgirên PWKyê, ji bo ev hêvîya gelê me bi berdewamî zindî be, ji bo ev nimûneya yekitîya sîyasî û rêxistinî bi îstîkrar û bi biryardarî bi ser keve, divê bi hestyarî û bi berpirsayarî li vê destkeftinê, li partîya xwe zêdetir xwedî derkevin.

Bi vê hişmendîyê, em dibêjin Yeksalîya PWKyê li gelê me pîroz be!

Dildixwest ku PWK bikarîba di asteke hîn baştir de bûya; energîya ciwanan û hêza jinan bêtir bixista hereketê û bi rêxistin bikira. Lê, bila ev jî ji bo hemû PWKyîyan bibe armanc û hedefek ku em di dusalîya xwe de pêk bînin.

Bêgûman, dikare kêmayîyên me, xeletîyên me hebin. Helbete ku divê em li xwe vegerin, divê bi dilsozî em hewl bidin ku kêmayî û xeletîyên xwe tesbît bikin û çareser bikin. Lê em tiştekî xerab nakin; em li gorî zanîn û karîna xwe, ji bo azadîya miletê xwe, gelê xwe dixebitin. Em di her warî de amade ne ku xwe nû bikin, rê bidin neslên nû yên zanetir, jêhatîtir, aktîftir û ciwantir. Em ji xwerexnekirinê, ji mukirhatina kêmayî û xeletîyên xwe natirsin; em dizanin ku destpêka guherîn, pêşketin û serkeftinê, di dîtin û qebûlkirina van kêmanî û xeletîyan re derbas dibe.

Loma jî em bi dilsozî bangî ciwan û jinên Kurdistanê, bangî hemû kadir, siyasetmedar û kêsayetîyên serbixwe yên ku weke me xwe di nav xeta neteweyî, azadîxwaz û Kurdistanî de dibînin dikin: Werin li partîya xwe ya neteweyî, azadîxwaz û kurdistanî xwedî derkevin; werin em bi hev re vê xetê geştir û xurtir bikin. Ji ber ku pêşeroja miletê Kurd û kurdistanîyan di vê xetê de ye.

Dost û hevalên hêja, mêvanên qedirbilind,

Helbete ku di dîroka xebata doza azadîya welatê me de gelek xeletî, şaşitî hatine kirin û hê jî tên kirin. Helbete ku divê em bi rexneyên çêker, avaker, dostane û welatperwerane hev binirxînin, ji hev re bibin alîkar, mihasebeya xeletîyan bikin; lê ne bi hêrs û dijminantî û ne bi dijayetîya ku em hevdu pûç bikin, têk bibin, biçûk bixînin.

Divê em bi xweşbînî û kultureke nû, xwe û xebata xwe nûjen bikin. Divê em li gorî dinyaya nû, li gorî sosyolojîya civata me ya nû, rê û rêbazên nû û nûjen biafirînin.

Em dibêjin li Bakurê Kurdistanê pêwîstîya gelê me bi partîyeke xurt ya azadîxwaz, demokrat, neteweyî, kurdistanî ya ku bi enerjîya ciwanan, bi hêza jinan, bi zanestîya pispor û rewşenbîran, ango bi keda hemû pêkhateyên civatê ve hatîye hûnandin heye.

Me di roja pêşî de gotîye; navê tu partîyan, navê tu serokan, ji doza azadîya Kurdistanê ne biqîmetir e û ne pîroztir e.

Ji ber wê jî divê em hemû partî, rêxistin û kesayetên ku weke hevdû, nêzî hevdû difikirin, hemû pêşhukmîyên xwe, hemû tiştên ku ne esasî ne deynin alîyekî û ji bo ku em bikaribin ji gelê xwe re alternatîfeke baştir, maqûltir ya neteweyî, azadîxwaz û kurdistanî ya xurt ava bikin werin em bi hevdû re rûpelekî nû vekin.

Mêvanên rêzdar, xuşk û birayên hêja,

Partîya me, bidestxistin û garantîya azadî û mafên neteweyî û demokratîk, di pêkanîna yekîtî, hevkarî, tifaq û îradeyeke siyasî ya berfireh û hevbeş de dibîne. Em avakirina hevkarî û tifaqeke kurdistanî ya berfireh û mayînde, weke beşekî xebat û têkoşîna azadî û rizgarîxwazîya neteweyî û demokratîk ya stratejîk dinirxînin.

Partîya me li ser “Daxwazên acîl yên miletê kurd”, avakirina platform, hevkarî, tevkarî û temsîliyeke berfireh ya partî, rêxistin, dezgehên sivîl û demokratîk yên kurdan gelekî girîng dibîne. Bêguman di heman demê de, divê em girîngîyê bidin, hevkarî û tevkarîyên bi potansîyela herî berfireh ya azadîxwaz, demokrat, aştîxwaz, edaletparêz ya gelê Tirkîyeyê jî.

Em weke PWK,  ji bo pêk anîna tifaqeke stratejîk ya kurdistanî jî, ji bo temsîlîyeteke li ser esasê “Daxwazên acîl yên miletê kurd” jî amade ne.

Li Bakurê Kurdistanê ji alîyekî ve Dewleta Tirkîyeyê sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya miletê Kurd bi tûndî dimeşîne; ji alîyekî jî siyaset û hişmendîya ku ji bo miletê Kurd û Kurdistanê statuyek siyasî, neteweyî, coxrafî neparêzê û dixwaze pirsa miletê me bes di çerçoweya pirsa wekhevîya hemwelatîyan de pênase bike, berfireh û xurtir dibe. Lê mixabin, li hemberî vê rewşê, partî, tevger û hêzên ku li ser xeta neteweyî û kurdistanî ne, ango ji miletê Kurd û Kurdistanê re statuyek siyasî, millî û coxrafî diparêzin, di nava civatê de lawaz in, belawela ne;  nikarin bibin alternatîf û rojevê tayin bikin.

Baş e, ji bo ku em vê rewşê û wêneya neyênî ji holê rakin, em hemû partî, rêxistin, tevger û kesayetên neteweyî, demokrat çima bi hişmendî û formateke nû, li ser platform an jî amûr û dezgehên nû yên hevbeş, neteweyî, demokratîk nafikirin? Çima em li ser platform û dezgehên nû yên ku di bernameya xwe de statuyê ji Kurdistanê re bixwaze û daxwazên acîl yên miletê kurd bidin pêş û li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, hem beşdarî hilbijartinan bibin, hem jî di nav bi milyonan gelê me de bikaribin bibin qadên hevbeş û gelê Kurdistanê bi awakî berfireh bi rêxistin bikin nafikirin; ma gelo di vê derbareyê de ji bo çi em nikaribin dest bi dîyalogeke nû bikin?

Belê, werin bêyî qeyd û şerd, bêyî ku em yek xwe li ser yekî din ferz bikin, em di vê derbarê de ji nû ve bifikirin û dest bi dîyalogekê bikin.

Şer û pevçûn û nakokîyên di navbera dewletên mezin û yên herêmê de, li gel hinek xeterî û metirsiyan, helbete hinek kês û firsendên mezin jî anîye ber derîyê me kurdan. Di demeke ewqas hesas û girîng de, divê em li her perçeyekî welatê xwe dîyalog, hevrêzî, hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî ava bikin û ji bo ku dîrok dubare nebe, ji bo ku em bi destên xwe pêşeroja xwe nekujin, di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de divê em rêyeke dîyalogê peyda bikin, em rêya hevdu fêhmkirin, hevdu qebûlkirin û lihevxwedîderketinê bibînin, em bi hişmendîyeke neteweyî û niştimanî koordînasyoneke hevbeş bihûnin.

Em di wê bawerîyê de ne ku îro, li her perçeyekî Kurdistanê ger em bikaribin bi vê rebaza ku em li jêr dubare dikin tevbigerin, dê rêya pêçandina birînên me û rêya azadîya me hêsantir bibe: “Yên dikarin di nav yek partîyê de bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila tifaq û hevkarîyan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin, bila di nav dîyalogan de bin; yên nikarin di nav dîyalogan de jî bin, bila dijminatîya hev nekin”.

Xuşk birayên delal, dost û hevalên hêja

Li Başûrê Kurdistanê, di 20ê cotmeha 2024ê de dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bêne li dar xistin.

Em hêvî dikin ku hilbijartin di atmosfereke demokratîk de û bi awayekî şefaf pêk bê û gelê me bi rêjeyeke baş beşdarî hilbijartinê bibin. Em hêvîdarin ku hemû partîyên sîyasî rêzê li îradeya gelê me û encamên hilbijartinê bigrin; rêzê li desthilat, îrade, otorîte û biryarên Parlamento, Serokatî, û Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bigrin.

Herweha em hêvî dikin ku biryarên Parlamento, Serokatî, û Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ya ku di vê hilbijartinê de werin hilbijartin, bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî, bi tifaq û hevrêzîya hemû partîyan, li destkeftîyên Herêma Kurdistanê xwedî derkevin; dezgehên dewletê yên Herêma Kurdistanê bikin yek, dezgehên nû yên pêwîst ava bikin, edaleta civakî xurtir bikin, li mafên hemû pêkhateyên etnîkî, netewî, dînî, mezhebî û civatî xwedî derkevin, pirsgirêkên aborî û yên jîyanî çareser bikin; di Kurdistaneke azad de, azadî û demokrasîyê bihûnin û geş bikin.

Em bangî hemû partîyên li Rojavayê Kurdistanê dikin ku vê kês û firsenda dîrokî ya hatiye ber derîyê we, bi hişmendîyek neteweyî, demokratîk û hevrêzîyê biparêzên û ji dest xwe bernedin. Ji bo birêvebirîyek hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî, dîplomasî dest bidin hev û bi yek helwestê li himberî hemû dewletan bibin nûnerê gelê me.

Em bangî hemû partîyên li Rojhilatê Kurdistanê dikin ku li hemberî dagirkerî, zilm û zordarîya Dewleta Îranê yekrêzî û hevkarîyên nav xwe xurtir û geştir bikin; pêwendîyên xwe bi dewletên cîhanê re bi hêztir û berfirehtir bikin. Ew kês û firsenda di sala 1991ê de hate ber derîyê xuşk û birayên me yên Başûrê Kurdistanê, dikare were ber derîyê we jî.

Dost û heval û mêvanên rêzdar,

Wek ku em hemû dibînin, pirs, pirsgirêk û şerên heyî, di astên cuda cuda de tesîrê li her çar perçeyên Kurdistanê jî dikin.

Di rewşa heyî de, dinya ji sazûmenek hevbeş bêpar e û mimkune ku berjewendîyên dewletên mezin û nakokîyên wan ên li gel dewletên herêmê, bibe sebep ku li Rojhilata Navîn nexşe ji nû ve bêne guhertin.

Pirsên sereke yên li herêmê, pirsa Kurdistanê û pirsa Filistînê ye. Bi taybetî, heta ku ev herdu pirs çareser nebin, dê aştî û aramî negihêje herêmê.

PWK ji bo gelê me yê her çarperçeyên Kurdistanê mafê çarenûsîyê diparêze.

Herweha li gorî me, divê gelê Filîstînê jî mafê çarenûsîya xwe bidest bixe û li gel Dewleta Îsraîlê, Dewleta Filîstînê jî hebe. Dive herdu alî jî hevdu qebûl bikin. Em bi awakî eşkere diyar dikin ku êrîş û qetlîamên Hamasê û Hîzbulahê yên li ser gelê sivîl yê Îsraîlê û ne jî êrîş û qetlîamên Îsraîlê yên li ser gelê sivîl yê Xazeyê û Lubanê bi tu awayî nayê qebûl kirin.

Bi awakî zelal li ber çavan e ku li gelek welatên Rojhilata Navîn, hinek hêzên terorî weke maşeyên Dewleta Îranê û Dewleta Tirkîyeyê têne bi kar anîn. Ew ji bo xweşî û azadîya gelê xwe tênakoşin. Ew bi kiryar û helwestên xwe li gorî berjewendîyên dagirkerî û emperyal yên Dewleta Îranê û Tirkîyeyê tevdigerin. Wan gelek caran jî dijminatîya gelê Kurdistanê kirine û hê jî dikin. Em weke PWK, bi tu awayî nabin piştgir û hevalbendên van hêzên terorist û van tevger û kiryarên terorîst mahkûm û şermezar dikin.

Cîhê balê ye ku gava li her çar perçeyên Kurdistanê gelê me tûşî qetlîam, wêrankirin û karesatên mezin dibû û dibe, gelek alîyên ku îro ji bo Filîstînê li kolanan in, mixabin ji bo gelê Kurdistanê tu çalakî û piştgirî nîşan nedane û deng ji wan dernakeve.

Xuşk û birayên hêja,

Îro em dibînin ku careke din mijara Qanûna Bingehîneke nû ya Dewleta Tirkîyeyê tê minaqeşeke kirin.

Em weke PWK, mafê çarenûsîya miletê Kurd û azadîya Kurdistanê diparêzin û ji bo vê armancê têdikoşin.

Lê belê, helbete ku em wek alîyê kurd û kurdistanîyan jî ji vê Qanûna Bingehîn ya heyî nerazî ne û em jî dibêjin pêwîstî bi qanûnek bingehîn ya nû heye.

Dîyare ku hem alîyên desthilatê, hem jî alîyên muxalefetê li ser neguherandin û nemunaqeşekirina sê xalên pêşî yên Qanûna Bingehîn de hemfikir in.

Hersê xalên ewil û hemû Qanûna Bingehîn ya heyî, hebûna kurdan, hebûna Kurdistanê, hebûna  zimanê kurdî û mafên perwerdeya bi zimanê kurdî, mafê fermîbûna zimanê kurdî, mafên kolletktîf yên neteweyî, demokratîk yên miletê Kurd, mafê statuyeke sîyasî,cografîk, neteweyî li Kurdistanê, mafên azadî, demokrasî, wekhevî û dadwerîyek rasteqîn li Tirkîyeyê tune dihesibîne û red dike.

Ma gelo bi vê hişmendîya ku dibêje “her sê xalên ewil yên Qanûna Bingehîn ya heyî bi tu awayî nayê guhertin û guhertina wan dahî nayê gotûbêj kirin”, em dê çawa bikaribin li ser qanûneke bingehîn ya nû bi awakî xwezayî, demokratîk û azad gotûbêj û gengeşîyan bikin?

Em dibêjin, divê qanûneke bingehîn ya nû bi hişmendîyek nû û nûjen; li ser bingehê sîstemeke demokratîk û federalî ya ku wekhevî û şirîkatîya miletê Kurd û Tirk biparêze bê avakirin. Di vê qanûna bingehîn de, divê mafên miletê Kurd û hemû gel û kêmneteweyên li Tirkîyeye û Kurdistanê dijîn yên neteweyî, etnîkî, civakî, olî û kulturî bê garantî kirin; herweha divê bingehê erkên qanûnçêkirinê, dadwerîyek serbixwe ya rasteqînî û birêvebirinê di qanûna bingehîn de bê misoger kirin.

Lê di şerdên heyî de, berîya her tiştî, divê nasnameya miletê Kurd, mafê perwerdeya bi zimanê kurdî, fermîbûna zimanê kurdî, ji bo kurdistanîyan û ji bo hemû civata Tirkîyeyê azadîya fikrî û rêxistinî bê qebûl kirin, divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê bêne rakirin û ev daxwazan di Qanûna Bingehîn ya nû de bêne bi cîh kirin. Qanûna Bingehîn ya nû divê li gorî peymanên nevnetewî yên ku Dewleta Tirkîyeyê jî îmze kirine ji nû ve bê nivîsandin.

Lê aşkereye heta ku nûnerên miletê Kurd jî wek alîyekî di prosesa guhertina Qanûna Bingehîn de neyên qebûl kirin; dê tu guhertin ji pirs û pirsgirêkên hene re nebe derman.

Herweha tecrubeyên 100 salî yên Dewleta Tirkîyeyê îspat kirîye ku miletê Kurd û doza wî ya meşrû ya azadîyê bi înkar û kuştinan ji holê ranebûye û dê ranebe.

Em careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku tecrubeyên xwe yên 100 salî jî bidin ber çavan û dev ji vê sîyaseta xwe ya li ser dijayetîya kurdan, sîyaseta înkar û asîmîlasyonê, sîyaseta şerî, operasyonên leşkerî, dagirkirina beşeke axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdin.

Divê Dewleta Tirkîyeyê ji bo çareserîyeke bi rêyên sîyasî, aştî û demokratîk, li gel hemû partîyên kurdan dîyalogekê dest pê bike û bi beşdarîya partîyên kurdan, dezgehên sivîl û kesayetên civakî yên qebûlbar yên li Kurdistanê pêvajoyeke rasteqîn ya çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê dest pê bike.

Em bangî PKKyê jî dikin, îro li Bakurê Kurdistanê çalakîyên we yên leşkerî hema hema nemane û şert û mercên şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê tuneye. Wan çalakîyên ku bi navê çalakîyên çekdarî têne kirin, zerarê dide xebatên sîyasî, demokratîk û sivîl yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê. Lê herweha, siyaseta PKK ya ku Başûrê Kurdistanê bike sehaya çalakîyên xwe yên çekdarî jî rê ji dagirkirîya Dewleta Tirkîyeyî ya li Başûrê Kurdistanê re xweş dike û xetera li ser destkeftîyên Herêma Kurdistanê jî mezintir dike.

Ji ber wê jî em dibêjin divê PKK hemû çalakîyên xwe yên leşkerî yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê rawestîne. Divê PKK û hemû hêzên çekdarî û hemû dewletên cîhanê û herêmê, rêzê li otorîte, meşrûîyet, biryar û desthiladarîya Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêza Pêşmege ya Herêma Kurdistanê bigrin.

Xuşk û birayên delal, dost û hevalên hêja,

Ez dixwazim ji bo gelê me yê ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê dijîn jî bi taybetî balê bikşînim ser xeterîya li ser zimanê kurdî.

Jixwe Dewleta Tirkîyeyê bi şêweyên cûr be cûr dijayetî û asîmîlasyona xwe ya li himberî zimanê kurdî dimeşîne. Li himberî vê sîyasatê divê em bi hêzeke xurt, bi yekgirtina bi milyonan kurdan, daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî ya bi zaravayên kurmancî û kirdkî û fermîbûna zimanê kurdî bilind bikin; em miheqaq zarokên xwe li dersa bijarte ya kurdî de qeyd bikin.

Lê teva vê yekê jî berîya her tiştî divê em bi xwe li zimanê xwe xwedî derkevin.

Divê em li mala xwe, li her beşên jîyanê bi kurdî biaxivin. Divê kurdî bibe zimanê sîyasetê û rewşenbîrî; divê li gel zimanê tirkî, zimanê kurdî bibe zimanê hemû şaredarîyên li Bakurê Kurdistanê; divê em û zarokên me kurdî fêr bibin. Divê em axaftin û fêrbûna zimanê kurdî weke wazîfeyeke neteweyî, welatperwerî û însanî bibînin. Lêxwedîderketina zimanê kurdî, destpêka parastina hebûna me ye. Werin bi hev re ji bo parastin, bikaranîn û fêrbûna  zimanê kurdî em xebat, çalakî û gavên nû bavêjin.

Nûnerên rêzdar yên partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û yên ragehandinê,

Xuşk û birayên delal, dost û hevalên hêja,

Bi van hest û bîr û bawerîyên xwe, ez hemû rêvebir, endam û alîgirên PWKyê pîroz dikim, ji ber ked û xebatên wan spasîya wan dikim; ez bi dilgermî spasî û xêrhatina we hemû beşdarên vê ahengê dikim.

Bi hêvîya ku hûn şeveke xweş û tije derbas bikin û şeva me ji bo yekitî, hevkarî, tifaq û hevrêzîya hemû alîyên neteweyî û niştimanî bibe destpêkeke nû.

Bi rêz û silavên min yên ji dil û dilovanî, bimînin di nav xêr û xweşîyê de.

12.10.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *