Li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê polîsan midaxaleyî rojnamegerên ku dixwestin ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bidin kir û 30 kes hatin desteserkirin.
Rojnamegerên ji Bakurê Kurdistanê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku bi armanca şopandina rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê bûn doh li nêzîkî Bendava Tişrînê di êrişa dronên Tirkiyeyê de hatin kuştin û şofêrê otomobîlê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.
Kuştina her du rojnamegeran karvedan li pey xwe anîn.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), DÎSK Basin-Îş û Komeleya Rojamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bi bîr bînin xwest ku li Meydana Şîşhaneyê ya Beyolguyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Lê belê polîsan rojnamegerên ku li qadê kom bûbûn dorpêç kirin.
Rojnamegeran bi slogana “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” dorpêça polîsan şermezar kir.
Piştre polîsan midaxaleyî rojnamegeran kir û di encamê de 30 kes hatin desteserkirin.
Rûdaw