Planên navdewletî û çekdarên nedewletî

Serkirdeyekî Kurd ê navdar ji min re got, piştî ketina Sedam, kelecana rûxandina desthilata malbata Esed jî ketibû mejiyê George Bush. Ez ji bo Amerîkayê hatim vexwendin, Serok Bush şêwir bi min re kir ji bo rûxandina rejîma Sûriyeyê lê min ew îqna kir ku wê ramana xwe ji bîr bike, ji ber ku ti alternatîfekî amade ji bo desthilata niha ya Sûriyeyê nîne û di egera rûxandina rejîma Esed de, (Îxwan) dê werin ser desthilatê.

Ez nizanim nêrîna vî serkirdeyê Kurd çiqas bandor li ser guherandina meyla Amerîkayê ji bo mayîna malbata Esed kiribû lê di rastiyê de ti projeyeke zelal û eşkere û ragihandî ya Amerîka û welatên rojavayî ji bo rûxandina rejîma Beisê li Sûriyeyê li holê nebû.

Rast e Amerîkayê ji sala 1979an ve Sûriye xistibû nav rêza welatên piştgirên terorê lê vê dîtina Amerîkayê tenê têrê nedikir ji bo bidestxistina biryareke navneteweyî mîna ya ku ji bo rûxandina Talîban li Efxanistanê û Beisê li Îraqê bi dest xistibûn.

Piştî rûxandina Sedam, Amerîkayê rêzek ceza li ser Sûriyeyê sepand. Bi hinceta ku piştgiriya komên Hizbulaha Libnanê û Hemasê li dijî Îsraîlê dike. Her wiha li pişt rêxistinên terorîst e ji bo têkbirina aramiya Îraqê lê ti yek ji hevalbendên Amerîkayê jî piştgir nebûn, heta destpêka Bihara Erebî.

Ji sala 2011an û pê ve ji ber şidet û tundiya ku rejîma Esed li hemberî gelên Sûriyeyê bi kar anî û di encama komkujiyên ku pêk anîn de, welatên Ewropayê û Komkara Erebî û hevpeymanan çeper li dijî Sûriyeyê girê da.

Lê di vê qonaxê de jî ji ber ku Rûsya û Çînê piştgirî didan rejîma Beşar Esed, rê li ber wê yekê girtin ku biryareke yekalîker li navendên navneteweyî li dijî Sûriyeyê derkeve.

Loma jî Amerîka, welatên Ewropayê, Kanada, Awistralya û beÅŸek ji welatên Erebî, cuda cuda rêzek dorpêç û ceza danîn ser Sûriyeyê heya gihîşt wê yekê ku Amerîkayê li Encûmena Nûneran “Yasaya Qeyser” li dijî Sûriyeyê derxist.

Helbet ev dorpêç û ceza dikarin wekî yek ji sedemên lawazkirin û qelskirina rejîma Esed bên sêwirandin lê bi wê wateyê nayê ku rasterast bûn sedema ketina Esed.

Rast e fena hemî desthilatên dîktator û stemkar ên din, Sûriye jî berbijêr bû ji bo guherandina rejîma wê lê Esed qonaxên zehmet derbas kiribûn. Li gel ku Rûsya û Îran wekî du stûnên bingehîn ên rejîma Sûriyeyê, her yek bi derdê xwe daketibû lê di heman demê de dergehên girtî yên cîhanê li ber Esed vekirî bûn. Sûriye li nav Komkara Erebî hatibû vegerandin û têkiliyên wê bi welatên Erebî û rojavayî re ber bi asayîbûnê ve diçûn.

Bi Amerîka û Îsraîlê re di gotûbêjê de bû ka çawa destê Îranê ji Sûriyeyê dûr bixin. Tewra piştî şerê Xezeyê û lêdana li Hizbulahê, behsa wê yekê dihat kirin ku bi Îsraîlê re di navbeynkariyê de ne da ku hêzên Hizbulahê ji sînorên Îsraîlê dûr bixin û ji Libnanê veguhezin Sûriyeyê.

Nexwe ev ketina bilez û çaverênekirî û sêrbaz a Esed çi bû? Dibe ku bersiva vê pirsê ji bo dahatûyeke dûr mîna çîrokeke nediyar û mamikeke bê bersiv bimîne. Wekî çawa niha jî piştî nêzîkî nîv sedsalê ji dawîanîna bi desthilata paşatiya Îranê û anîna Xumeynî, hîn jî bersivên gelek tiştan veşartî mane û nehatine eşkerekirin, dibe ku anîna Ehmed Şer jî ji bo navçeyê Xumeyniyekî din be.

TiÅŸtê ku dihêle ev çîrok hîn bi mij û morantir be, reftara cîhanê bi encaman re ye. Vebûna cîhanê li ber (Ehmed Åžer – Colanî), ew kesê ku heta hefteyeke piÅŸtî hatina ser desthilatê jî wekî terorîstek di serê lîsteya xwestiyên navneteweyî de bû. Hîn jî ti nîşan û xeysetek derneketiye ku guhertin di hizr û dîtina wî û komên derdora wî de derketiye holê lê cîhan bi wî re guheriye.

Ti darbe û şoreşek nebûye ku cîhan wiha bi lez û bez pê re tevbigere, nola ya ku niha bi Colanî re dikin. Bêguman ev ne bê sedem e. Lê sedemên wê çi ne? Divê em di dahatûya nêz û dûr a deverê de, li bersivên wê bigerin.

Yek ji xeysetên vê guhertina bilez ku dikare wekî encameke rûdana 7ê Çiriya Pêşin a 2023yan bê xwendin, nehiştina hêzên çekdar ên nedewletî li navçeyê ye. Dibe ku ev planeke navdewletî ji bo dawîanîna li çekdarên nedewletî be.

Destpêka wê bi tevgera Hemasê dest pê kir, di pey re jî Hizbulaha Libnanê û gef li ser Îraqê hatiye xwarin ji bo hilweşandina komên girêdayî Heşda Şeibî û Hûsiyên Yemenê jî wa çarenivîsa wan ber bi dawiyê ve diçe.

Li nav Sûriyeyê gelek komên çekdar ên nedewletî hebûn ku berê xwe di Eniya Nusra, Qaîde, DAIŞ û çend komên din de didîtin. Colanî serkirdatiya yekkirina van koman di bin sîwana HTŞyê de kir û vêga dixwaze di çarçoveya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de cih ji wan re were vekirin. Berê ev kom bûbûn serêşî ji herêm û cîhanê re, yek ji encamên rûxandina Esed dikare bicihkirina van komên çekdar ên nedewletî li Sûriyeyê be.

Eger biryar be ku planeke navdewletî ji bo dawîanîna li rola van komên çekdarî yên nedewletî hebe, divê em li ser wê yekê rawestin ka em Kurd dikevin kû dera vê biryarê? Herçend bi ti pîvan û mantiqeke siyasî û exlaqî nabe ku Kurd bi wan koman re bên berawirdkirin lê di hevkêşeya biryarên navneteweyî û berjewendiya hêzên mezin de tiştê ku cih jê re nehatiye vekirin exlaq e, lewra dûr nayê dîtin ku pirsa hêza çekdar a Kurdî jî bikeve nav wan.

Bi taybetî jî ku wisa tê texmînkirin ku Tirkiye lîstikvaneke sereke ya vê lîstika nû ya navçe û Sûriyeyê be, lewra tê çaverêkirin ku plana navneteweyî veguhere û bibe pîlaneke herêmî li dijî Kurdan ku niha hevdemî van pêşhatan pirsa ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê careke din hatiye rojevê bi mercê vekirina dergehê Îmraliyê li ser Ocalan li bermaberî çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).

Li Sûriyeyê jî para Kurdan a girêdayî vê texmînê, çarenivîsa hêzên çekdar ên Kurdî ye ku niha di bin navê (HSD) de mane. Herçend heta niha jî Hevpeymaniya Navneteweyî di çekdarkirina hêzên Sûriyeya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê de berdewam e, lê ji Enqere û Şamê guhê me li wan dengan dibe ku behsa wê yekê dikin ku divê li derveyî desthilata Şamê çek di destê ti komekê de nebe.

Her wiha li Herêma Kurdistanê jî ji ber yeknegirtina hêzên Pêşmerge di çarçoveya pergaleke rêkxistî ya hikûmî de, îhtimal heye ku Kurdistanê jî têxe ber dijwariyeke nû. Bi taybetî di egera hilweşandina Heşda Şeibî de divê em çaverêyî wan dengên nelirê bin ku ji navendên Şîeyan ve tên bilindkirin ji bo şibandin hêzên Pêşmerge bi hêzên Şîeyan.

Li vir berpirsyariyeke mezin li ser milê partiyên siyasî yên Kurdistanê ye li hemû beşên Kurdistanê, ji bo ku wan kanalan bibînin ku Kurd ji her plan û pîlaneke navneteweyî û herêmî ku bibe sedem ku çek ji destê Kurdan bên derxistin, bên parastin.

Bûyerên çend salên borî, DAIŞ û komên wekî wê ku ji aliyê Tirkiyeyê û navendên îstixbaratî yên navçeyê ve tên arastekirin, ew yek piştrast kir ku Kurd bi xêra çekên di destê xwe de mane.

Ev yek ji bo paşerojê jî rast e, ji ber ku ti garantî nîne ku Rojhilata Navîn di siberojê de aramiyê bi xwe ve bibîne loma divê Kurd jî li ti parçeyekî Kurdistanê, di ti rewşê de çekên destê xwe daneynin. Tewra heke plana navneteweyî jî be, ji ber ku wekî çawa tê texmînkirin ku anîna ser dikê ya Colanî, bicihkirina wan koman be ku serêşî ji dever û cîhanê re çêkiribûn, divê cîhan jî têbigihêje ku çaresernebûna pirsa Kurdî jî serêşî ye.

Arif Qurbanî

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *