PKKê û kevneapoyî çima li dijî ENKSê ne? Gelo ENKS-ê kurdek kuştiye?

Îbrahîm GUÇLU

 Li Sûriyeyê, di sala 2011-an de, dema “Bihara Ereba” dest pê kir û bi taybetî jî piştî Şerê Navxwe dest pê kir, li dinyayê bû rojeveke girîng û stratejîk. Bi taybetî jî dema ku Rûsya û Îran û Emerîka û Koalîsyona Rojava beşdarî pêvajoya li Sûriyeyê bûn, Sûriyeyê girîngtir bû. Ev girîngiya Sûriyeyê 13 sal in ku dom dike.

Rojavayê Kurdistanê ji bona ku ji aliyê Dewleta Sûriyeyê ya kolonyalîst ve hatiye dagirkirin û îlhaqkirin, Sûriye her demê ji bona Kurdan girîng bûye. Lewra li Rojavayê Kurdistanê û li Sûriyeyê tevgera rizgarîxwaz nêzikî sed saliyê ku heye. Di vê qonaxê de jî ev pêvajoya rizgarîxwaz ya neteweya Kurd dom dike.

Sûriyeyê di ev qonaxa dawî de li Rojhelata Navîn û li dinyayê bû rojeva sereke. Ji bona kurdan jî wek her dem bû rojeva germ û serke û stratejîk.

Lewra:

1-Li Sûriyeyê Rejîma Baasê ya Faşîst ya 61 salan û Dîktatorıya Baasê ya Esad-an ya 53 salan têk çû, hat rûxandin. Bi rûxandina Rejîma Faşîst ya Mezhebî ya Baasê, piştgirên wê Rûsyayê û Îranê û PKK/PYDê û gelek dewletên din raste rast, Emerîka  endîrek wenda kir. Vê yekê jî di vê qonaxê de Sûriyeyê gelek girîng kir.

2-Di hemandem de ji bona ku pêvajoya avakirina Dewleta Sûriyeyê jî dest pê kiriye û her dewletek dixwaze di avakirina Sûriyeyê de bibin xwediyê rolekî jî, Sûriyeyê ji bona dinyayê û Rojhaileta Navîn bûye cîwarekî girîng.

                                       *****

Pêvajoya avabûna Dewleta Sûriyeyê ji bona Kurdan jî gelek girîng e. Di vê pêvajoyê de rewşa Rojavayê Kurdistanê dê çi bibe, li Rojavayê Kurdistanê dê statuyek Kurdî ava bibe nebe, Neteweya Kurd dê ji bin dîktatoriya Baasê û PKK/PYDê di şertên nû de çewa rizgar bibe, PKKê dê çewa tasfiye bibe, Kurdên Rojavayê Kurdistanê di pêvajoya avabûna Dewleta Sûriyeyê ya nû de dê çewa bibin teref, ev mijaran gelek girîng in.

Bi taybetî jî ji bona ku PKK/PYD bi Rejîma Baasê re  wenda kir, ENKSê qezenç kir.  Diyar bû ku di pêvajoya avakirina Sûriye ya nû de, ENKSê dê bibe xwediyê roleke girîng, PKK/PYD dê rewşa xwe ya heyî wenda bike û ji  PKK/PYDê tê xwestin ku çek berde û PKKê divê Sûriyeyê terk bike, PKKê û Kevneapoyî ji bona ku ENKSê li ser navê Rojavayê Kurdistanê nebe teref û nebe berpirs, bi tundî şerê ENKSê dikin û tiştên ne rast tînin ser zimên.

Ew şerê xwe li hemberî ENKS-ê di ser pêwendiyên ENKSê bi Tirkjiyeyê re dimeşînin. Lê di vê sedemê jî, bi statuya PKK/PYDê dizanin ku bê wate ye.

Pêwendiyên ENKSê wek PKKê û kevneapoyî îdia dikin bi Dewleta Tirk re heye, divê ji xwe bipirsin û her kurdên bipirse ku Gelo ENKSê li ser navê Dewleta Tirk kurdek kuştiye an na? Bersîva vê pirsê gelek vekirirî ye ku ENKSê tu kurdek nekuştiye.

Dema li hemberî îdiayên derewîn yên PKKê û Kevneapoyiyan di derbarê ENKSê de,   Rewşa PKK/PYDê û ENKSê bidin ber hevdu, dê tebloyekle gelek tarî derkeve holê.

Gelo vê rastiyê dikarin veşêrin?

PKKê, bi destê Dewleta Tirk wek projeyekê ava bû, li dijî serokeşîretên Kurdan û Rêxistinên Kurdistanê û Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê şer kir. Bi deh  hezaran Kurd û kurdpewer kuştin li ser hesabê Dewleta Tirk. Ew xirabiya PKKê, di vê qonaxê de jî li Bakûrê Kurdistanê dom dike.

PKKê piştî salên 1980yî bû taşerona Dewleta Sûriyeyê û Rejîma Baasê ya Faşîst û Mezhebî, li dijî rêxistinên Kurdistanê şer kir û hebûna Rojavayê Kurdistanê înkar kirin û 5-7 hezar ciwanên Rojavayê Kurdistanê, li Çiyayên Bakurê Kurdistanê da kûştin. Li bajarên Kurdistanê kurdperwer kûştin.

Piştî ku Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û Dewleta şiklî û fermî pêwendiyên xwe bi PKKê sînor kir, Suriyeyê PKK/PYDê ava kir.

Dema li Sûriyeyê “Bihara Ereban” dest pê kir, Partiyên Kurdistanê li dijî Rejîma Baasê helwesta xwe vekirî nîşan dan, lê PKK/PYDê ji Rejîma Baasê re piştgirî kir.

Rejîma Baasê, dema li Sûriyeyê Şerê Navxwe dest pê kir, ji bona pêşiya şerê Kurdan bigre û Kurd bi Mixalefeta Ereb re bi xurtî hevkar nebin, Rojavayê Kurdistanê radestî PKK/PYDê kir.

Rejîma Baasê, dîktatoriya xwe ya Faşîst bi destê PKK/PYDê domand. PKK/PYDê li ser neteweya Kurd zûlmeke mezin domand, zarok revandin, ji bona rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike her xirabî kirin û serok û endam û berpirsên wan kûştin.

Bi deh hexzaran Kurd kûştin. Ev zûlma hîn dom dike. Di zîndanên wan bi sedan Kurd hene û êşkence dibînin.

PKKê ji Dewleta Îranê re bû taşeron, li Rojhelatê Kurdistanê li dijî Rêxistinên Kurdistanê şer kir, gelek Kurd û Kurdperwer kûştin. Destwerdan kir û li ser navê xwe rêxistin ava kir. Hîn ew pêwendiyên PKKê û Îranê û xirabiya wan li Rojhelatê Kurdistanê dom dike.

Li Başûrê Kurdistanê, xirabiyên PKKê nayê hejmartin. Xirabiyê PKKê bi dehan pirtûkan hatiye îfade kirin.

PKKê piştî ku bi Dewleta Iraqê û Baasê û Seddam re danûstandin kir, li dijî rêxistinên Kurdistanê şer kir. Bi hezaran pêşmerge û Kurdên sivîl kuşt. Nûha jî gelek herêmên Kurdistanê îşgal kiriye. Wek rêxistineke dagirker bi piştgiriya Îranê û Haşdî Şabî, ji bona Herêma Federe ya Kurdistanê xirab bike xebat dike. Desthilatdarî û pergala Herêma Federa ya Kurdistanê, Serokên Başûrê Kurdistanê rewa qebûl nake.

PKKê û kevneapoyî dema ev rastiyan li holê ne, çewa dikarin li dijî ENKSê qempenyaya xirab bimeşînin? ENKSê wek PKKê terîf bikin?

Diyarbekîr, 04. 01. 2025

 

“Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên Rûpela Nû nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *