Îbrahîm GUÇLU
Serokê PKKê Ocalan di van rojên dawî de bi parêzerên xwe re danûstandin kir. Bi riya wan dîsa ji reya giştî re bîrûreyên xwe pêşkêş kir.
Di van reyên Ocalan de sê xal û mijarên girîng hene. Ez dixwazim li ser van xal û mijaran rawestim.
Mijara yekemîn: Ocalan dibêje ku ji bona kurdan dewlet ne hewce ye.
Mijara duyemîn: Ocalan dibêje ku dema ku dewlet bixwaze, ez dikarim di nav hefteyekê de şerê çekdarî dawî bînim.
Mijara sêyemîn: Ji dema Ozal qal dike. Dibêje ku Ozal dixwest ku pirsa kurd bi riya demokratîk çareser bike.
GELO JI BONA PKK’Ê Û OCALAN DEWLET NE ARMANC BE ÇIMA ŞERÊ ÇEKDARÎ Û ÇIMA CÎWANÊN KURDISTANÊ TÊN KÛŞTIN?
Kurd, neteweyeke dîrokî û rûniştvanê herêmê ya mezin e. Bi hejmar di Rojhelata Navîn de neteweya duyemîn e. Neteweya yekemîn neteweya ereb e.
Neteweya kurd, ji aliyê dewletên emperyalîst (Îngiltereyê û Franseyê) ve di navbeyna çar derwletên kolonyalîst de hate parve kirin. Hemû mafên neteweya kurd yên milî û rewa jî, li hemû beşên Kurdistanê hatin qedexe kirin û xesip kirin.
Neteweya kurd jî, wek her neteweyekê xwediyê maf e kudewleta xwe ava bike. Hezar mixabin di sedsala 21an de besneteweya kurd xwediyê dewletê nîne.
Loma jî şerê dewletbûna neteweya kurd 200 sal e ku didomîne.
Hîç kurdek jî nikare li dijî mafê dewletbûna xwe derkeve. Beskesên nekurd û dijminên kurd li dijî dewletbûna kurdan derdikeve.
Serokê PKKê û PKKê, ji bona ku mîsyona projebûna xwe pêkbîne, di destpêkê de Dewleta Kurdistanê û Kurdistanekeyekgirtî parast. Piştî ku mîsyona xwe pêk anî, tevgera milî ya Kurdistanê tasfiye kir, li dijî dewletbûna Kurdistanê derketin.
Kurdistaniyan ji bona ku armanca dewletbûnê dûr bixe hewildide. Dewleta Kurdistanê wek dewleta duyemîn ya Îsraîlê binav dike ku hemû welatên misilman li dijî kurdan şer bikin.
Di hemandem de li dijî otonombûn û federebûna Kurdistanê jîderdikevin. Ji bona dewleta federe ya Başûrê Kurdistanê bêxirab kirin, xebat dike.
Serokê PKK piştî ku hepis bû ev nêrîna xwe gelek aşkereparast. Di dadgehê de ev nêrîna anî ser zimên. Murîdên wî jîdema ku derfet dîtin ev nêrîna anîn ser zimên.
PKK û berpirsiyarên wan gelek aşkere diyar kirin ku heger ewnebûna, nasyonalîstên kurd dewlet ava dikirin.
Gor nêrîna wan, wan pêşiya dewleta Kurdistanê girtine.
Lê baş tê zanîn ku ev yeka wek projeya dewletê, wezîfeya wana xwezayî bû.
Di van rojên dawî de serokê PKKê dîsa anî ser zimên.
Gelo heger PKKê li dijî dewleta Kurdistanê ye çima şerêçekdar dimeşîne? Çima cîwanên Kurdistanê dide kûştin.
Ev jî diyar dike ku PKKê projeyeke dewletê ye ku kurdandixwaze tune bike.
OCALAN Û NAVENDA PKK’Ê DIKARE ŞERÊ ÇEKDARÎ BIDE RAWESTANDIN?
Serokê PKKê di daxuyaniya xwe de diyar dike ku heger dewletbixwaze “ez dikarim di hefeteyekî de şerê çekdar bidimsekinandin û qedandin”
Lê gelek aşkere ye ku Navenda PKKê Qendîl, Ocalan guhdarnake. Di demek nêzik de ev yeka diyar bû.
Wek tê zanîn Ocalan di 23ê Hezîrana 2019an de dihilbijartina şaredariya Stenbolê diyar kir ku PKK/HDP bêteref bimîne.
Lê PKK/HDPê Ocalan guhdar nekir, PKK/HDPê deng da mamzetê CHP/Tîfaqa Milet Îmamoğlu.
Ocalan piştî vê yekê şerm nake dibêje, “ez dikarim çekdariyaPKKê bidim rawestandin.”
Di dema pêvajoya çareseriyê de jî PKK/Qendîlê, Ocalanguhdar nekir.
Di gelek bûyerên din de jî Ocalan li erdê xistin, qiymet nedanbiryar û soza wî.
Ji aliyê din de îradeya PKKê ne di destê berpirsiyarên PKKêde ye.
PKKê girêdayî dewletan e. Dewlet ji bona çekdarî û leşkeriyawan ya bi pere alîkariya wan dikin.
Dema ku dewlat nexwazin, Ocalan û Qendîl jî bixwazin, nikarin dest ji çek berdin.
Di hemandem de berjewendiya baronên PKKê jî bi çekdarî re ketine nav hevûdu.
Heger şerê çekdarî nebe, PKKê nabe. Wê demê baron û berpirsiyarên ku li dijî neteweya kurd projeyan dimeşînin jî, bê qiymet dibin. Ji holê radibin.
ÖZAL ÇARESERÎ XWEST PKKÊ ÇI KIR?
Ocalan dibêje ku “Ozal çareseriya pirsa kurd dixwest. Loma jîbi riya siyasî û aşitiyê dixwest ku pirsa kurd çaresr bike.”
Wek tê zanîn bi navnbeynçitiya Celal Talabanî jî PKKê şerêçekdarî da rawestandin. Lê ji bona ku dewleta kûr ya Tirk û Dewleta Sûriyeyê nexwestin şer dîsa dest pê kir.
PKKê li Bîngolê 33 leşker kûştin.
Ocalan jî, kûştina leşkera vekirî parast. Got ku “ev xweparastin e.”
Ocalan nûha çewa dikare ji siyaseta Ozal re xwedî derkeve?
Di encamê de wî sişyaseta Ozal bêbersîv hişt.
Ev helwesteke riyakariyê.
DI PÊVAJOYA ÇARESERÎ DE PKKÊ ÇI KIR?
Di “pêvajoya çareserî” de jî Ocalan got ku “ezê çek bidim” berdan.
Lê Navenda PKKê Qendîlê Ocalan guhdar nekir. Şerê çekdarîdomand. Dawî li pêvajoya çareseriyê anî.
Nûha çewa dikare çek bide berdan?
Dê ji wî re çewa bawerî bê kirin?
Amed, 16. 08. 2019