Partiya Karkerên Kurdistanê, sala 1978an wek tevgera serxwebûna Kurdistanê derket. Piştgiriyeke biezamet ji miletê Kurd wergirt.
Kurdan bi sed hezaran canê xwe û ji budceya gelek dewletan zêdetir malê xwe, xist oxira serxwebûna Kurdistanê.
Di vî şerê dijwar de, Kurdistan wêran bû, bi milyonan Kurd koçber bûn. Zilm û zordestiyên nayên gotin pêk hatin.
Lê sosyalîzma Partiya Karkeran hê ji serî de rêxistin manîpule dikir. Rêxistinê, ne tenê şerê dewletê, şerê hemî dînamîkên civaka Kurd jî kir. Tevger û fraksiyonên din yên Kurd bi êrişên çekdarî hatin tunekirin. Dijminiya arîstokrasî û malmezinên Kurdan nakokiyên dijwar pêk anîn. Şerê du partîyên herî mezin ên wek PDK û YNKyê hat kirin. Di van şeran de bi hezaran Kurd hatin kuştin.
Serokê Karkeran Evdila Ocelan ji roja pêşî de xwe kir her tiştê rêxistinê. Li her derê posterên wî, di sitran û pirtûkan de pesnê wî û serokbûna wî ya bênîqaş hevberiya Kurdistanê dikir.
Ew hêza bi mîsyona her tişt Kurdistan, her der Kurdistan û her tim Kurdistanê pêk hatibû, veguherî. Êdî her tişt serok, her der serok, her tim serok bû! Êdî di zimanê şervanan de “Bijî Kurdistan” tune bû, “Bijî Serok” hebû. Tenê bijî serok!
Her ku diçû serxwebûnxwazî ji rojeva Partiya Karkeran derdiket.
Ocelan di salên 1990î de berê xwe da tirkiyeyîbûnê. Xwest Tirkiye wî qebûl bike û partîya wî wek partiyek Tirkiyeyî cihê xwe bigire. Lê şerekî bêencam bêtir li hesabê dewleta Tirk dihat.
Dema sala 1999an ji Kenyayê ew anîn Tirkiyeyê, di teyareya Tirkan de gotina wî ya yekem ev bû: “Ji bo xizmetê amade me.” Ev sekna xwe di serdema mehkemeyan de jî domand. Ji malbatên şehîdên Tirkan lêborîn xwest û her tiştê bi dilê Tirkan got.
Lê ba û xeyalê Kurdistanê Kurd ji hiş biribûn. Çi bibûya, çi bigota, şer hebû, xwîn hebû, Kurd hebûn, taqeta kesî nebû bêje “Çi, çima, çawa?”
Mîna mirovê di germahiya derbê de bi birîna xwe nehese, Kurd jî bi birînên dijwar nedihesiyan ku di laşê Kurdayetiyê de vedibûn.
Serokê Karkeran Evdila Ocelan sala 2002yan PKK fesix kir. Kongra Gel û Kadek hatin ceribandin. PKK sala 2004an dîsa hat avakirin. Lê vê carê bi eşkereyî partiyê deklare kir ku ne Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û pêkhatina dewletek Kurdî ji bo Rojhilata Navîn xetereyek mezin e.
Mîna Evdila Ocelan di bangewaziya fesxkirinê ya 27ê Sibatê de got, Partiya Karkeran ji salên 1990î ve ji xwe wateya xwe winda kiribû. Lê haya sedhezarên li dû vê pêlê, ji vê windabûnê tune bû.
Aş bi gurmînî û heyteholeke nedîtî digerîya lê tenê xwe dihêra. Tenê xwe dihêra. Haya karkeran jê tune bû. Bi wî deng û wê heyteholê serxweş û sermest bûn. Mîna mirîdên zikra terîqetê. Şîş di xwe radikirin, pêxwas li ser pizotên agir dimeşîyan lê bi xwe nedihesîyan.
27ê Sibata 2025an peyrewên Partiya Karkeran li Amed, Wan û Stenbolê li ber ekranên gewre bi coş civîyan. Dahol û zirneyan lê da, peyrewan govend gerand.
Lê piştî bangewaziya Ocelan ya fesixkirina PKKyê, mîna ava sar bi wan hatibe dakirin, bê deng belav bûn.
Ocelan behsa windakirina wateya PKKyê ya ji salên 1990î ve dikir. Digot ji bo Kurdan ji dewletê heta mafên kulturî tu tişt ne pêwîst e. Tirkiye demokrat be bes e! Bila komên rêxistinê çekên xwe deynin û rêxistin xwe fesix bike.
Bangewaziya Ocelan bi tu awayî ne surprîz bû. Ji xwe Ocelan 30 sal in ev gotin dubare dikirin. Ji ber ev gotin di heman demê de gotinên dewleta Tirk bûn, kesî bawer nedikir lê gotin, her ev bûn.
Piştî şerê çil salî, mafê miletê Kurd e, bipirse: Me çi xwelî li serê xwe kir? Bi deh hezaran xort û jinên çeleng ji bo çi canê xwe da? Ger ne ji bo Kurdistanê be, ji bo çi?!
Ji bo tevlîbûna hilbijartinên meclisa Tirkan! Ji bo xizmetguzarîya şaredarîyan! Ji bo govend girtina li meydanan! Ji bo têr axaftina li ser ekranan! Ji bo himbêzkirina Devlet Bahçeliyan! Ji bo xweşkirin û xweşgotinan!
Tirk pir bînefisk dilîzin. Li çolê deveyê didizin, pişt re didin dîtin û mineta xwe dikin! Bi qeyûman dest datînin ser şaredarîyê, pişt re dema qeyûman vekişînin, wê partîzan cejnê bikin!
Mirovên bêguneh zindanî dikin, pişt re bi destûrdana tevlîbûna tazîyeyê, yan berdana piştî salan, mineta xwe dikin!
Rebenê li çolê nafikire. Ji xwe deve ya te bû, jixwe vî dizî ev lîstik li serê te gerand, tu ji rêya te kir! Na, deve dît, dest û pêyan maç dike! Serkeftina mezin pîroz dike.
Lê hê li çolê ye! Bi vî aqilî wê her li çolê be. Muhtacê gepek nan, tasek av, piçek sî!
Yên canê xwe dan, ji bo Kurdistanê dan. Ji bo Kurdistanek serbixwe dan. Lê piştî şerê çil salî keştî hat li bejayîyê rûnişt.
Hemî kes piştgiriya fesixkirina PKKyê dike. Piştgiriya PKKyê nake. Hemî kes piştgiriya banga fesxkirinê ya Ocelan dike. Piştgirîya nêrînên Ocelan nake. Ev her du bi qasî erd û asîman ji hev dûr in.
Banga Ocelan ya fesixkirina PKKyê rast e. Divê PKK xwe fesx bike. Lê nabe yek gotin ji bo Doza Kurdistanê bê kirin! Lê nabe yek gotin ji bo destkeftina Rojavayê Kurdistanê bê kirin!
Û ya herî giring ku Kurd qet naaxivin: Gelo plana dewleta Tirk çi ye ku proseseke welê bi rê ve dibe? (Rûdaw)