Şandeke ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê îro 24ê Gulanê, bo cara yekem piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, serdana Kampa Holê kir. Di çarçoveya serdanê de, şandê bi nûnerên Rêveberiya Xweser û nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî re civiya.
Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ragihand, şandeke hikûmeta nû ya Sûriyeyê serdana Kampa Holê kiriye û di civînê de gotûbêj li ser danîna mekanîzmayekê ji bo derketina malbatên Sûrî ji kampê hat kirin.
Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê Nûreddîn Baba jî di konferanseke rojnamevanî de piştrast kir ku şandeke hikûmeta wan bi mebesta çavdêrîkirina Kampa Holê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) kiriye.
Di Çarçoveya Rêkeftina Şera û Ebdî de
Ev serdana şanda hikûmeta Sûriyeyê piştî rêkeftina di 11ê Adara 2025an de a di navbera Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de pêk tê.
Di wê rêkeftinê de li ser “yekxistina” hemû sazî û dezgehên sivîl û leşkerî yên ser bi Rêveberiya Xweser ve bi dewleta Sûriyeyê re li hev hatibû kirin. Yek ji xalên girîng ên rêkeftinê jî garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajar û gundên wan bû.
Rewşa Kampa Holê
Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê. Kamp di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ye û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ewlekarî û karûbarên wê yên ewlehiyê bi rê ve dibe.
Pêştir, Neteweyên Yekgirtî û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di gelek caran de hişyarî dabûn derbarê metirsiyên ku ji kampê derdikevin, nemaze ji ber ku zarokên li kampê ji aliyê dayikên xwe ve hînî tundrewiyê dibin. (K24)