Weşanên Avestayê dîwana nivîskar û wergêr Evdî Hesqera ya bi navê “Çar Pênc Salan Beriya Vê” çap kir.
Weşanên Avestayê diyar kir kir ku wê dîwana “Çar Pênc Salan Beriya Vê” çap û belav kiriye.
Parçe helbesteke dîwanê ya li ser berga pirtûkê wisa ye:
Em diwêrin xwe bidin ber vî dîwarî
Wêneyekî bigirin
Em natirsin xwe bidin ber vî dîwarî
Wêneyekî bigirin
Dîwar derz bi derz
Dîwar qelş bi qelş
Li ser barekî serbar heye
Her kes newêre xwe bide ber
Lê em natirsin
Em tiştekî din jî nakin
Lê em natirsin jî
Dîwar deriziye
Dîwar qelişiye
Dîwar dinya ye
Dinyayek dîwar!
Evdî Hesqera kî ye?
Ji Kolika Semsûrê ye. Di beşa ziman û wêjeya Tirkî de lîsans û master xwendiye.
Pişt re bûye xwendekarê Kurdolojiyê yê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê.
Berhemên wî yên din:
– Merhebaya Nîmeye Şewe (Hîkaye. Weşanxaneya Roşna, 2021)
– Lîtreya Sayan Çend Lîre ya (Hîkaye. Weşanxaneya Roşna, 2021)
– Çend Kerdenê Dostê Kosmosî (Hîkaye. Li ber çapê ye) (Rûdaw)