Lokman Polat
Mamoste Faîk Ocal nivîskarekî hêja û berhemdar e . Lêkolînerekî gelek jîr e. Û herweha evîndarê xwendina pirtûkan e. Roj û şevên wî bi xwendina pirtûkan û nivîsînê derbas dibe.
Di edebiyata kurdî de rexnegirên edebî hindik in. Herçiqas gelek kesên ku heqê vî karî dikarin derkevin hene, lêbelê ew dest navêjin vî karî, xwe nadin ber û karê rexnegiriya edebî pêk naynin. Lewre jî kesên ku rexnegiriya edebî dikin hindik in. Yek ji rexnegirê wêjeya kurdî jî birêz Faîk Ocal e. Derbarê berhemên edebiyata kurdî de yek jê ku herî pir nivîsên danasîn, şîrove, rexnegirî û nirxandinê nivîsiye, Rêzdar Faîk Ocal e. Pirtûkek wî bi navê “101 Romanên Kurdî cîjd 1 û 2“ di nav weşanên “Sîtav“ê de derketiye. Niha jî pirtûka wî ya bi navê “101 Çîrokên Kurdî“ ya şîrove, rexne û nirxandinên pirûkên çîrokên kurdî ji çapê derket û gihîşt destê xwendevanên kurd.
Birêz Faîk Ocal di vê pirtûka xwe de jî metoda pirtûka xwe ya li ser pirtûkên romanên kurdî bikar aniye.. Wek xwendevanekî wêjeya kurdî bi qasê ku ez zanim ev metoda puandayinê di eniya wêjeya kurdî de nû ye. (Heger berê yekî din weha puan daye, haya min jê tune.) Ji vê metoda wî dibe ku hinek xwendevan hez bikin û hinek hez nekin. Metodek nû ye hatiye ceribandin, bi ya min her tiştê nû ji bo wêjeya kurdî baş e. Li ser bingeha naverok, nirxandin û rexneyê şîrovekirin gelek baş e. Ev metod û teknîka nivîsîna bi vî şiklî asoyê xwendevanan fereh dike.
Lêbelê nayê wê maneyê ku herkes yan jî ez derbarê şîroveyên wî yên pirtûkan de wek wî difikirim. Na, ez di şîroveya piraniya pirtûkan de wek wî navikirim. Ji hinek pirtûkên ku ew wan pir baş dibîne, ez wan qels dibînim. Helbet şîroveyên wî yên subjektîv dîtinên wî ne, yên min jî dîtinên min in. Di puandayina pirtûkan de jî ez derbarê gelek pirtûkan de wek wî nafikirim. Li gor min pirtûkên ku ewqas puan heq nekirine, wî puanên zêde li gor lênêrîna xwe ya subjektîf daye.
Mamoste Hakî Ocal di destpêka pirtûkê de di deh xalan de rastiyan aniye zimên. Wî sedemên amadekirina pirtûkê, rewşa rexnegiriya edebî li bakurê Kurdistanê û sedemên girîng ên afirandina vê berhema hêja raveyê xwendevanan kiriye. Lewre jî êdî gotinên zêde ku ez bibêjim nepêwîst e. Li ser bingeha lêkolînên edebî, pirtûkên weha şîrove, nirxandin û rexneyê pêwîst e. Divê pirtûkên weha rexneyî herçiqas di hinek waran de li gor nêrînên subjektîv be jî, hêla wê ya ku ku li gor pîvanên rexnegiriya edebî û şîroveyên zanîstî têne afirandin hene . Divê pirtûkên weha pir bin ku edebiyata kurdî bi rexneyên edebî pêş bikeve.
Rexne pêwîstiyeke hem ji bo jiyana rojane û hem jî ji bo kar û xebata jiyana edebî ye. Rexne, şîrove û nirxandinên rexnegirên edebiyatê ji bo nivîskar pêdiviyek e. Hebûna rexnegiriya edebî, edebiyatê pêşve dixe, dewlemend dike.
Analîz, nirxandin û rexnekirina berhemên edebî asoya xwendevan û nivîskarê berhemên edebî berfirehtir dike. Ji bo xebat û afirandinên wan ên nû dibe balkêşî û alîkarî ku ew hîn baştir berhemên xwe biafrînin. Rexnegirî gulîstana zanînê û rengahenga afirandina berhemên edebî ye.
Bi baweriya min nirxandin û rexneyên birêz Faîk Ocal yên ku berê li ser 101 romanên kurdî nivîsîbû û ên ku li ser 101 pirtûkên çîrokan nivîsiye dê alîkariyeke mezin bide nivîskarên pirtûkan û dê asoya nivîskaran hîn berfirehtir bike. Pirtûkên ku rexnegirên edebî dinivîsin û diweşînin, helbet dê hem were ecibandin û hem di hinek hêlan de were rexnekirin.
Ez mamoste Faîk Ocal pîroz dikim ku wî li ser 101 romanên kurdî û 101 çîrokên kurdî du pirtûkên hêja nivîsî. Ez hêvîdarim ku ew li ser “101 Helbestên Kurdî“ jî binivîse. Bi min divê wê jî binivîse. Lê ji bo ku 101 pirtûkên şanoyî/teatir ên bi kurdiya kurmancî niha tunin, bila ew jî bimîne pêşerojê.
Pirtûkên weha yên rexnegiriya edebî sed, dused sal paşê jî dê bi dilxweşî werine xwendin. Min ji hinek nivîskarên nas û dostên xwe re got ku pirtûkên wan ên roman û çîrokan ji alî lêkolînerê hêja birêz Faîk Ocal ve hatiye nirxandin û di pirtûkên wî yên bi navê “101 Romanên Kurdî cîjd 1 û 2“ û “101 Çîrokên Kurdî“ de hatine weşandin, keyfa wan hat, gotin em ê miheqeq pirtûkê bikirin û bixwînin. Bi ya min jî divê ev pirtûk di pirtûkxana her nivîskarî de hebe.
Di kar û xebata F. Ocal ya lêkolînî, afirandina berhemên edebî û di jiyana wî ya nivîsînê de jê re ji dil û can serketin daxwaz dikim.
Têbinî :
Di pirtûkê de 101 pirtûkên van nivîskaran hatine nirxandin.
Naverok
Pêşgotin
Deh Xal
1-Silava Bajariyan-Menaf Osman
2-Bahol-Çiya Mazî
3-Bêbavî-Şêxo Fîlîk
4-Kewên Birçî-Ismail Dindar
6-Zeviya Ramûsanê-Tekin Çifçi
7-Asûs-Mehmet Dicle
8-Ariya Giyanên Stewr-Sîdar Jîr
9-Derb-Bahoz Baran
10-Dilşa-Felat Dilgeş
11-Çima-Rêzan Nas
12-Perdeya Reş-Qahir Bateyî
13-Bêhna Sêvê-Fahrî Ayhan
14-Kenê Miriyan Gunehê Guran-Mem Med
15-Bîranînên Ji Agir-Cesîm Soylu
16-Qêrînek Ji Axa Zelûl-Dağıstan Karakoç
17-Qenewîç-Rojbîn Ozkan
18-Şaneşîn-Bawer Ronahî
19-Kirasşo-Huseyîn Dildar
20-Kût-Reşad Kemal
21-Êşbazî-Yaqop Tilermenî
22-Êş Landika Jînê ye-Huseyîn Guclu
23-Kendal-Kemal Yiğit
24-Xelat-Sedat Yurtdaş
25-Haylo Siyaro Weylo Gundo-Veysel Çamlibel
26-Spêle-Rûbar Elî
27-Soza Min Bû-Mithra Çiyayî
28-Pirça Winda-Mehmet Şarman
29-Duaya Êvarê-Enwer Karahan
30-Labîrenta Evîna Sêwî-Mehmet Çakmak
31-Girnewas-Hasan Kaya
32-Şeva Dizên Solstîsê-Bilal Nergizli
33-Bablîsok-Evdal Baqî
34-Guleyşa-Rehmî Kurdziman
35-Alole-Perwîz Cîhanî
36-Rengbêj-Yaşar Aslan
37-Kaniya Xezalan-A. Selam Baran
38-Kenê Anahîta-Ramazan Çeper
39-Erojen-Berfo Barî
40-Sê Rojên Mê-Nûjîn Qido
41-Sofî û Monîka-Îhsan Bîrgul
42-Namûs-Wehab Mistefazade
43-Ne Bi Tenê Mar Axê Dixwin-Sadedîn Çira
44-Beranê Çargurçik-Siyajîn Aramî
45-Hemû Demsal Payîz in-Behlûl Zelal
46-Çavên Bavê Min-Emin Eser
47-Hingê-Rojên Barnas
48-Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin-Nîhatê Hecî Şakir
49-Du Sêwî-Suleyman Demirkol
50-Şîva Miriyan-Evdirehman Elçek
51-Kenê Reş-Diya Ciwan
52-Tûtina Bavê Min-Hamit Baydu
53-Lata Lêron-Tahir Taninha
54-Bi Heft Dengan Gazî Dikim-Feratê Dengizî
55-Eşqa Semayê-Zubeyt Bozkurt
56-Lolib-Adil Başaran
57-Atlasa Nîgaşan-Omer Raman
58-Dê Roj Hilê-Xelîl Duhokî
59-Çîrokên Bapîrê Min-Husniye Aydin
60-Heşterxan-Mem Zînistanî
61-Hesabgêr-Ferhadê Mihemed
62-Çavdêriyên Barbarekî-Kawa Nemir
63-Sîya Şevê-Îbrahîm Osman
64-Korerê-Brahîm Ronîzêr
65-Sêva Bi Tîr-Mahsûm Nisêbînî
66-Celîle-Bedran Hîkmet
67-Xewn û Nîgaş-Şîyan Serbixwe
68-Şikefta Fîlozofîyê-Leyla Atabay
69-Hespê Şeytên-Kadîr Stêra
70-Gopalê Sor-Mişel Temo
71-Kelevajî-Kamîran Haco
72-Rû û Kûr-Alî Duran Topuz
73-Kenê Parsek-Hesen Qizilcî
74-Xezal-Sîma Semend
75-Belkî Îşev Binive-Murat Bayram
76-Kesî Bi Qasî Min Ji Te Hez Nekir-Seher Resayî
77-Sindoqa Girtî-Lorîn S. Dogan
78-Mehkûm-M. Alî K.
79-Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din-Înan Eroglu
80-Dûpişk-Burhan Tek
81-Çîrokên Jinên Şikestî-Suzan Samanci
82-Mizgîna Dizan-Elmo Begarî
83-Lîlav-Weysel Tirpan
84-Koçera Kej-Harbî Soylu
85-Katib û Kûçik-Ulku Bîngol
86-Mêşo-Çorê Arda
87-Kaptanê Mirinê-Mîran Janbar
88-Amîdabad-Fawaz Husên
89-Çîrokên Rengîn-Lokman Polat
90-Sorxêlî-Kîbar Krîstîn Ozbey
91-Monologên Li Ber Şibakeyê-Gulbejn
92-Dojeh-Receb Dildar
93-Siya Yê Din-Hesen Ildiz
94-Deriyê Çîrokê-Cîhan Roj
95-Torosa Spî-H. Kovan Baqî
96-M-Şêrzad Hesen
97-Hezkiriya Xwedê-Îbrahîm Seydo Aydogan
98-Dojeha Veşartî-Bawer Rûken
99-Zerya-Leyla Saraç
100-Xema Qulingî-Omer Dewran
101-Pilingekî Li Hewselê-Loqman Ayebe