Îbrahîm GUÇLU
Di dema Baasê de Dewleteke ûnîter û hevbeş û milî û erebî hebû. Baasê li Kurdistanê di sala 1975an de Otonomiya Kurdistanê encama şerekî dijwar, raste rast bi piştgiriya Yekîtiya Sovyetan û paçevane bi piştgiriya Emerîkayê ji holê rakir. Li Kurdistanê pêvajoya erebkirinê û tunekirina kurdan destpêkir ku Kurdistanê bê kurd bikin. Gelek bi rehetî desthilatdariya xwe ya kolonyalist û faşist û nîjadperestî bidomînin.
Kurdan demekî kurt li Başûrê Kurdistanê tehemûlî ev siyaseta Dewleta Iraqê û Rejîma Baasê ya nîjadeperestî û hovane kirin. Lewra heger li dijî siyaseta Baasê bêdeng bimana, di encamê de li Kurdistanê Kurd nadiman. Dema li Kurdistanê Kurd neminin, Kurdistan namîne. Ev jî ne bes ji bona Başûrê Kurdistanê û ji bona hemû parçayên Kurdistanê (Bakur, Rojhelat, Rojava) jî xeterî çê dikir. Lewra Başûrê Kurdistanê rêbera hemû parçayên Kurdistanê bû.
Loma jî di Gulana 1976an de Şoreşa Neteweyî ya Gulanê di bin pêşengiya PDKê dest pê kir. Bi damezrandina YNKê Şoreşa Neteweryî firehtir bû. Têkoşîna Neteweya Kurd li Başûrê Kurdistanê di gelek qonaxan re derbas bû û serkeftî bû. Di sala 1992an de li Kurdistanê de facto sîstema federal ava bû. Di sala 2003an de jî Dewleta Yekane ya Erebî ya Sûnî ya kolonyalîst û Rejîma Faşîst ya Baasê têkçû. Di sala 2005an de jî encama refêranduma Makezagona nû biryar hat girtin sîstem û dewlet federal bibe.
Wateya Federalbûnê ew bû ku dewlet dê bibe dewleteke hevbeş ya hemû neteweyan û ji aliye mafan de jî netewe wek hev bin. Hezar mixabin wûsa nebû. Ereb ji mentalîte û hişmendiya nîjadperestî û dewleta ûnîter xelas nebûn.
Piştî hilweşîna rejîma Sedam, nakokiyên siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê de her dem di rojevê de ne. Kurdan sîstema federalî xwestine wan nexwast. Baweriya ereban bi desthilatdariya merkezî-nîjadperestyî ya erebî û milî û nîjadperestî tê. Kurd dixwazin mafê Pêşmerge hebe, ew naxwazin. Kurd li gel cîhbicîh kirina madeya 140 de bûne, lê wan cîhbicîh nekiriye. Kurd em dixwazin neft û gaza xwe bifroşin, ew naxwazin. Makezagon cîbicî nabe. Ji demokrasi, maf û azadiyan re rêz nagrin.
Ew helwesta ereban bû dedem ku li Dewleta Federe ya Kurdistanê, refêrandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê İlona 2017an de bê li darxistin. Piştî ku di refêrandûmê de Kurdistaniyan ji dewleta serbixwe re gotin “erê” jî, pîvan û hiqûqa federal pêk nehat. Kerkuk hat îşgal kirin. Nûha jî Kerkuk pirsgirêkeke mezin e. Di van rojên dawî de jî li Kerkukê gelek bûyerên nexweş qewimîn.Şêhîdên kurdan çêbûn. Leşker li taxên kurdan dîsa belav bûn. Diyar e ku biryar hatiye girtin leşker xwe ji taxên kurdan vekişîne.
Li Iraqê tu hikûmetek nebûye wekî kurd nakokiyên li gel nebe. Gor nêrînekê tenê hikûmeta Eyad Elawî ji bo kurdan baştir bû ji yên din. Ku yekem car bû piştî hilweşîna rejîma Beis bû desthilatdar, piştî wî Cehferî û heta naha yek li dû yek şibiyan hev. Wek min li rêzên jorîn jî diyar kir Hikûmet dixwazin desthilatekî navendî hebe li Zaxo heta Besra. Herêma Kurdistanê jî wekî parêzgehekî danûstanê li gel bikin, ne wek herêmekî federal.
Di navbera Kurdistan û Hikûmeta Federal de gelek mijarên din jî hene. Di van rojên dawî de mijara gelek girîng, mijara mûçê ye..
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan ligel hikûmeta Iraqê, îro (14.09.2023) serdana Bexdayê dikin. Herêma Kurdistanê armanca wê ew e ku ligel Hikûmeta Federal bigihe wê encamê ku xelkê Herêma Kurdistanê jî wek hemû navçeyên din ên Iraqê, mafên xwe yên darayî û di nav de mûçe werbigire.
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî di derbarê vê mijarê de daxuyaniyeke gelek heq û rast û hiquqî û gor sîstema federel anî ser zimên. Diyar kir ku divê mijara mûçeyê bi mijar û pirsgirêkên din ve tevlihev nebe. Ev mijara serekê ye. Lewra bi jiyana rojane re girêdayî ye. Desthilatdariya Federal ya Iraqê bi mijara bûdçeyê û mûçeyê Kurdistaniyan mehkûmî birçîbûnê dike.
Çaresernebûna vê mijerê dê bibe sedem ku Kurdistanî rabin ser piya. Hikûmeta Federal nas nekin. Ev jî dibe helwesteke heq û hiqûqî.
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Pêwîst e mijara mûçe bi ti mijareke din re neyê tevlihevkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li pêş yasaya bûdceyê bicih anîne û bi şefafiyet jî reftar li gel Bexdayê kiriye. Em çaverê dikin ku Kurdistaniyan mehkûmîBexda jî bi heman awayî li hember Herêma Kurdistanê reftarê bike.
“Pirsgirêka mûçe ne mijareke ku were gotûbêjkirin, ew mafê gelê Herêma Kurdistanê ye. Weke beşek ji welatiyên Iraqê, divê Hikûmeta Federal di zûtirîn dem de pirsa mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bike. Ji bo vê mebestê em li ser xetê ne û di demek nêzîk de şandeke bilind bi serokatiya Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî dê serdana Bexdayê bike. Em hêvîdar in ku ev pirs û pirsgirêkên din bi hevtêgihîştina ligel Bexdayê bên çareserkirin.” (Rojevakurd)
Ev pirsgirêkên di navbera Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê de çareser nebin û bi taybetî jî wek pirsgirêke rojane pirsa mûçeyê çareser nebe, gelek aşkere ye ku nekokî dê di navbera herdu terefan de zêdetir bibe. Ji bona ku Herêma Federe ya Kurdistanê li ser piya bisekine û jiyana xwe bidomînê divê nexşerêyeke stratejîk tespît bike. Ji bona wê nexşerêyê xebat bike.
Tatwan, 14. 09. 2023