Pirsgirêka kurda ne demokrasîye

Hemdusena DEMIREL

Bê guman miletê Kurd li bakurê Kurdîstanê dixwaze mafê xwe yê netewî niştimanî bi rêya aşitîyê û bi giftûgo bi destbixe, lê heger rastî hebe.

1ê çirîya pêşî ya 2024 an bi bangewazîya Devlet Bahçelî, li gor dewletê pêvajoya nû li gor Ocalanî paradîgmaya nû, di esasê xwe de pêvajo paradîgma û taktîkeka nû ya bê statû hiştin û têkbirina destkeftiyên miletê kurd bi gengeşeyeka mezin destpêkir.

Devlet Bahçeli, bangî Abdullah Ocalanî kir û got: “dema dewletê te anî Tirkîyê te got: `derfetê bidin min ku ez xizmetê bikim!` va ye derfet PKKê fesih bike!”

Gotibû: “dîya min jî tirke!” her hal ji ber extîyarî ye, Bahçelî ji bîr kirîye bêje!

Abdullah Ocalanî, di bangewazîya xwede got: “netewdewletek cûda, federsyon, xweserîya îdarî û çareserîyên kulturalîst ku encama pêwîst a netewperestîya tund in, nikarin ji sosyolojîya dîrokî re bibin bersiv” û banga çêkdanîn û xwe fesixkirina bê qeyd û şerd kir.

Çawa ku her miletek li ser axa xwe, di bin sîwana alaya xwe de bi azadî, aramî û bi aşitî dijî, herwiha miletê kurd jî divê li ser axa xwe bê tirsa kuştin, koçberkirin, bişaftin û her cûre sizakirin û azardanê bijî.

Dewletbûn, federalî, otonomî, netewdewletek cûda, mafê herî rewa yê miletê Kurd e.

Dewletbûn, federalî, otonomî, netewdewletek cûda, wê rê li ber kuştin, koçberî, bişaftin û hemû cureyên sizakirin û azardanê bigire.

Mixabin tiştê ji xelkêre heq û edet e, Abdullah Ocalanî, li me kurda dike sûc û qebehet.

Pirskirêka miletê Kurd, ne demokrasî dadperwerî û wekhevî ye; pirskirêka miletê Kurd, hebûna dewleta tirk, a li bakûrê Kurdistanê ye; pirsgirêka Kurdan dagirkerîya dewleta tirk e. DEM partî, ji bo Filistînîya dawa dewletbûnê dike, lê rastîya mafê dewletbûna miletê Kurd, dadixîne asta dadperwerî wekhevî û demokrasiyê. Wekî pirsgirêkek, tunebûna aramiyê dide pênase kirin.

Rayedarên dewleta Tirkî, bi awayêkî lez û bez dixwazin ku pkkyî çekên xwe deynin û xwe fesix bikin. Ev 40 sal e ku di hemî qadan de PKKê destê dewleta Tirk xurt kirîye û ji bo Tirkîye bûye amûrê herî bi kêr hatî yê têkbirina destkeftiyên miletê kurd. Çi li başûr û çi jî li Rojavayê Kurdistanê, gelo çima dewlet dixwaze bi amûrê xwe yê herî bi kêrhatî çek bide berdan û fesihkirin?

Hebûna Amerîkayê li rojava yê Kurdistanê, vekişîna Rusya ji Sûrîye yê û hilweşîna rejîma Esad û hebûna hêzên çekdarên kurd (YPG HSD) ku ji alîyê Amerîkayê tê perwerdekirin û fînansekirin, tirka xistîye tirsek mezin. Gelo ewê dikaribe statukoya xwe ya heyî biparêze? Siyaseta biratiya gelan û demokratîzekirina Tirkiyê, ji bo dewletê ne tehdid e derfet e, lê ku bikarbîne.

Armanca dewleta Tirk ne ew e ku bi PKKê çek bide berdan, armanca dewleta tirk ew e ku bi bangewazîya Abdullah Ocalanî, li ser PKKê bi YPGê, bi taybetî jî bi HSDê çek bide berdan. Ji bo  ku kurd li rojavayê kurdistanê nebin xwedî statuyekî û li beramber qetlîamên wekî elewîyan ku niha ji aliyê colanî ve tên qetilkirin nikaribin xwe biparêzin.

PKK bangawazîya Ocalan bi kêfxweşî pêşwazî kir, lê tenê agirbesta yekalî ragihand. Ji bo nîqaşa xwe fesixkirinê wê kongre bicive û biryara dawîn bide.

Li bakurê Kurdistanê tunebûna hişmendiya neteweyî û hebûna sîyaseta entegrasyonê ku ji alîyê DEM ê ve tê meşandin, li pêşîya azadîya miletê kurd.qeyd û bendên herî mezinin.

Ji bo bidestxistina statûyek li rojavayê Kurdistanê, divê HSD bi hêztir bibe, ji bo rê li ber sîysetek niştîmanî vebe û destê dewletê lawaz bibe, divê PKK çek deyne.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *