Doh êvarî(21.09.2024) li paytextê Swêdê Stockholmê, Komîteya PWK-Swêdê şevek piştgirî û pîrozkirina yeksalîya PWKyê li dar xist.
Şev bi beşdarîyek girseyî ya kurdên Swêdê; bi beşdarîya nûner û endamên partî, tevger, dezgehên civakî û kulturî; bi beşdarîya siyasetmedar, rewşenbîr û bîrewerên civaka kurdî li Swêdê û bi taybetî bi beşdarîya hijmarek berbiçav ya jin û ciwanan şev û ahengek balkêş bû.
Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK liqê Swêdê), PSK Swêd, Rawend Swêd, DIAKURD, Partîya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê jî bi mesêajn xwe yeksalîya PWKê pîroz kirin.
Şev ji alîyê Seroka PWK-Swêdê Seval Mert bi xêrhatina beşdar û mêvanan ve hate dest pêkirin.
Endamê Meclîsa PWKê Mehmed Selîm Uzun jî li ser taybetmendîya siyaset û nerînên PWKê bi zaravayên zazakî û kurmancî axafatinek kurt pêşkêş kir.
Piştî xwarinê, hunermend Rizgar û Koma Omera, hunermend Ercan Aras, Zîlan û Dr. Serdar Bûdak jî bi stranên klasîk, gelerî û govendê şev geş kirin.
Weke tê zanîn; di encama xebatek hevbeş ya yekitîya siyasî û rêxistinî de, PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) û TDK-TEVGERê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) teva kesayetîyên serbixwe di 9-10ê îlona 2023an de li Diyarbekirê kongreya xwe ya yekîtîyê pêk anîn û di 10ê îlona 2023an de, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate damezrandin û weke partiyek eşkere, meşrû û yasayî dest bi xebata xwe kir.
Komîyeta PWK-Swêdê, li ser navê hemû endam, dost û hevalên partîya xwe (PWK), spasîya xwe jibo nûnerên partî, rêxistin û dezgehên sivîl, kulturî û her weha spasîya hemû kesên ku beşdarîya Şeva Pîrozkirina Yeksalîya PWKê bûne, kir.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)







