Pinar Hacibektaşoglu: Bandora Serok Barzanî li ser hemû kurdan bihêz e

Şanda Îmraliyê roja Yekşemê serdana Serok Barzanî bike û siyaset û medyaya Tirkiyeyê ji niha ve bi germî behsa vê serdanê dike. Kesayetên diyar ên Tirkiyeyê bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê peyamên Serok Barzanî girîng û çarenûsaz dibînin. Li gor wan Serok Barzanî dê roleka diyar bigerîne daku pêvajoya nû serbikeve û wekî cara borî şikestin neyne

Şanda Îmraliyê piştî her du serdanên xwe yên bo Rêberê PKKyê zindanîkirî Abdullah Ocalanî û partiyên siyasî, vê carê berê xwe dide Herêma Kurdistanê û biryar e di 16’ê Sibatê de digel Serok Barzanî bicive.

Li gor daxuyaniya DEM-Partiyê, Şanda Îmraliyê dê hemû hûrgiliyên naveroka hevdîtinên xwe yên digel Ocalanî ji Serok Barzanî re behs bike û nêrîn û pêşniyarên wî yên di derheqê pêvajoyê de werbigre û bigihîne Ocalanî.

Ev mijar ji aliyê medya û siyaseta Tirkiyeyê ve jî nêzik ve tê şopandin û li gor kesayeteka diyar a Tirkiyeyê, Serok Barzanî li ser Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê xwedî hêz û bandor e, lewma piştigiriya wî dê Pêvajoya Aşitiyê bigihîne konaxeka pêşvetir.

Yasanas Pinar Hacibektaşoglu ji K24ê re got: “Peyama birêz Barzanî bo piştgirîkirina Pêvajoya Aşitiyê ya piştî serdana Şanda Îmraliyê dê gelek girîng be. Ji ber ku heke PKK guh nede banga Ocalanî ya çekdanînê, dengdêrên DEM-Partiyê an jî hin kurdên bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê, dikarin bikevin rewşeke dudil û hişê wan aloz bibe. Lê piştgiriya birêz Barzanî bo pêvajoyê dikare badoreka derûnî û siyasî li ser wan Kurdan bike û hişê wan zelal bike. Ez di wê baweriyê de me ku piştî piştgiriya birêz Barzanî, dibe ku hin Kurdên ku baweriya xwe bi şerê çekdariya PKKyê tînin, vê nêrîna xwe biguherînin.”

Di derheqê pêvajoya nû ya çareseriyê de Serok Barzanî yekem car 31ê Çiriya Pêşînê de axaftibû û hêvî kiribû ku pêvajo vê carê serbikeve. Nivîskarekî diyar ê Kurd balê dikşîne ser vê hişyariyê û dide zanîn ku, Serok Barzanî dê tenê piştgiriya pêvajoyê neke, dê roleka diyar bigerîne û hemû hewlên xwe bide daku çi kes û alî têkderî neke.

Nivîskar û lêkolîner Mûfîd Yûksel dibêje: “Mesûd Barzanî çawa ku li ser pirsa rojavayê Kurdistanê ket navbera aliyan û rol gerand, heman awayî li ser pêvajoya nû jî rol digerîne daku pêvajo serbikeve. Ji ber ku pirsa rojavayê Kurdistanê bûbû sedem ku pêvajoya yekemîn bişke, niha daku ev şikestin dubare nebe Mesûd Barzanî li ser xet e. Lewma şanda Îmraliyê serdana wî dike. Herwiha Herêma Kurdistanê nîv-dewlet û hêz û pêgeha Serok Barzanî bo pêşxistina pêvajoyê girîng e.”

Şanda Îmraliyê piştî ji Herêma Kurdistanê vegeriya dê bo cara sêyem serdana Ocalanî bike û tê çaverekirin piştî wê serdanê Ocalan banga çekdanînê li PKKyê bike.

Piştî Mazlum Abdî, niha jî Şanda Îmraliyê diçe dîwana Serok Barzanî. Ev serdan diselmînin ku Herêma Kurdistanê bûye qiblegeha çareserkirina pirsgirêkên hemû perçeyên Kurdistanê. Lewma niha çavê herkesî peyama Serok Barzanî ye. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *