Peywendê, “Rexneya Edebîyata Kurdî û Nûkirina Şîyîrê” weşand

 Weşanxaneya Peywendê ya ku sala 2013yan ve bi slogana “Teorî bi Kurdî Xweş e” dest bi weşangeriya kurdî kiriye û bi gerîndetiya Xalid Sadinî li bajarê Wanê para pirtir pirtûkên teorîk û tezên akademîk ên kurdolojiyê diweşîne, pirtûka Dr. Perêz Sabir ya bi navê “Rexneya Edebîyata Kurdî û Nûkirina Şîyîrê” weşand.

Weşanxaneya Peywendê li ser hesabê xwe yê Xê ragihandiye ku pirtûk ji aliyê Ziya Avci ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin.

Di nivîsa danasînê ya pirtûkê de van zanyariyan cih girtiye:

“Rexneya edebiyata kurdî ku destpêka wê ya rastîn bi destpêkirina hereketê nûkirina şîyîra kurdî di destpêka sedsala 20 an de dest pê kirîye, ew dewlemendîya girîng heta van dawîyan jî li gor pêwistîyê awir lê nehatîye dayîn û lê nehatîye lêkolîn. Belkî di dirêjahîya vî midetî de ku nîv sedsal zêdetir e dom dike, wekî materyaleke xav bi awayekî perş û belav û feramoşkirî maye.

Ew nivîsên kêm yên li ser hatine weşandin, yanî lêkolîna wê materyala ku temamê dewlemendîya rexneya edebiyata kurdî pêk tîne, çend hewlên dest- pêkî ne û tenê milekî biçûk yê wê babeta fireh girtîye nav xwe. Ji bo wê, ne di warê cûreyê wan babetên nave- roka wan nivîsên kêm pêk hatîye de û ne di warê awayê behskirin û lêkolînan de ku her ji bingeh ve tiştekî sade û serpê ne û ji çend balkêşîyeke giştî û bilez derbas nebûne. Nekarîne bi awayekî têr û tijî û li ser rêbazeke zanistî wan materyalan bikolin, binirxînin û qîmeta wan ya taybetî di nav edebiyata kurdî de bidin diyar kirin. Bi vê mehneyê wan nivîsên kêm nekarîne rewşa rasteqînî ya rexneya edebiyata kurdî diyar bikin.”

PK

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *