Peyama Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê: ‘Yek bin’ -Video

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab peyama Nêçîrvan Barzanî eşkere kir û got, “Serokê Herêma Kurdistanê dixwaze ku birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê yek bin û beşdarî avakirina Sûriyeya nû bibin.”

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.

Dilşad Şehab li ser rewşa Rojhilata Navîn anî zimên:

“Niha Rojhilata Navîn yek ji wan deveran e ku guherînên bilez tê de çêdibin û ji hinek aliyan ve dikele û guherînên dramatîk tê de diqewimin ku carinan ji çaverêkirinê jî bileztir in.”

Wî li ser metirsiya DAIŞê jî got, “Rast e DAIŞ ji aliyê desthilatê ve li herêmeke diyarkirî nemaye lê fikra DAIŞê maye.

Ew karên ku bûne sedema peydabûna tevgereke wiha tundrev niha li herêmê didomin, ev jî gefeke cîhanî ye.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li Munîhê ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî:

Rûdaw: Girîngiya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ji bo Herêma Kurdistanê çi ye?

Dilşad Şehab: Niha pirsgirêkên cîhanê, bi taybetî pirsgirêkên ewlehiyê ne tenê ew in ku bi sînorê diyarkirî ve girêdayî bin, her pirsgirêkeke ewlehiyê li ku derê bê diqewime, bandorê li ser aboriya cîhanê dike, bandorê li ser koçberiyê dike, bandorê li ser hemû wan pirsgirêkan dike ku bi awayekî giştî bûne pirsgirêka cîhanê.

Niha Rojhilata Navîn yek ji wan deveran e ku guherînên bilez tê de çêdibin û ji hinek aliyan ve dikele û guherînên dramatîk tê de diqewimin ku carinan ji çaverêkirinê jî bileztir in.

Bê guman cihê destûrî û yasayî yê Herêma Kurdistanê wekî herêmeke federal di çarçoveya Îraqê de ye, lê di heman demê de xwedî taybetiyan e. Bi taybetî piştî beşdariya çalak a Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê û parastina aştiya cîhanê de, ev nêzîkî dehemin car e ku Herêma Kurdistanê beşdarî vê konferansê dibe û Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, Rêzdar Nêçîrvan Barzanî şeşemin car e beşdarî dibe.

Bê guman eger em balê bikişînin ser xwendina giştî ya bûyeran, sedema vê yek tişt e, ew jî bandora cih û rola Herêma Kurdistanê ye di aramiya herêma Rojhilata Navîn de ku bê guman cihê têgihiştina hêzên mezin e, lewma ew têkilî li vir bi Birêz Serokê Herêma Kurdistanê re tê danîn.

Em par jî li vir beşdar bûn û hemû ew hevdîtinên ku li vir tên kirin û ew girîngiya ku ji bo nerîna Herêma Kurdistanê, ji bo Birêz Serokê Herêma Kurdistanê heye, ji bo xwendina bûyeran, ji bo aramiya li herêmê û Rojhilata Navîn, ji bo rewşa Îraqê, ji bo bandorên wan guherînan ên ku li Sûriyeyê qewimîne, tevahiya van pirsan, pirsên ku em tê de karaktereke sereke ne û xelk jî bi girîngî li nerînên birêz Serokê Herêma Kurdistanê dinêre ji bo van pirsan.

Rûdaw: Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û wezîrên parastinê yên Îtalya û Almanyayê de çi hat gotûbêjkirin?

Dilşad Şehab: Bê guman her du welatan di şerê li dijî terorê de cih girt û di hevdîtinan de şahidiyê didin ku Herêma Kurdistanê roleke çi qasî xurt û bandorker lîstiye û Pêşmergeyan di parastina aştiya cîhanê de çi rol û bandor hebûye.

Min berê qala vê yekê kir, ji wê demê ve ku Herêma Kurdistanê di vê qadê de ye, xwedî vê bandorê ye û bala hemû cîhanê dikişîne. Derbarê Sûriyeyê de bê guman ew pirsa nêrîna me dikin.

Ji aliyekî ve wekî Îraq ku em di çarçoveya dewleta Îraqê de ne û têkiliyên me yên fermî bi guherînan û bi rêveberiya nû ya Sûriyeyê re hene, ji aliyê din ve beşek ji sînorê ku Sûriye bi Îraqê re heye, di rêya Herêma Kurdistanê re ye û hejmareke gelekî zêde penaber li Herêma Kurdistanê hene û her wiha birayên me, Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Sûriyeyê hene. Ji ber vê ji çend aliyan ve guherînên rewşa Sûriyeyê têkildarî Herêma Kurdistanê ne û aramiya Sûriyeyê bandorê li aramiya herêmê dike û berevajî wê jî rast e.

Daxwaza ji aliyê Birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bo wan hêzên mezin ên ku nêrîn û girîngiyê didin bûyerên herêmê ew e ku gefên terorê berdewam dikin û ev tevgerên ku pêk tên bi xwe nîşanek in.

Rast e DAIŞ ji aliyê desthilatê ve li herêmeke diyarkirî nemaye lê fikra DAIŞê maye. Ew karên ku bûne sedema peydabûna tevgereke wiha tundrev niha li herêmê didomin, ev jî gefeke cîhanî ye. Ji ber vê em ducare dikin ku nêrîna Serokatiya Herêma Kurdistanê û Birêz Serokê Herêma Kurdistanê ew e ku berdewamiya hêzên Koalîsyonê û çalakiyên hevpeymaniyê ji bo parastina aştiya herêmê girîng e.

Peyama Birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bo birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê ew e ku yek bin û beşdariyeke çalak di avakirina Sûriyeya nû de bikin. Hin ji wan nîşanan ku di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de derketin holê, di peyaman de peyamên erênî hene û em hêvî dikin ku ew peyam di rêvebirina welat de were dîtin.

Em dawiyê him ji ber cîrantî û him ji ber Kurdbûna xwe û hebûna birayên me li wir û him jî ji ber rewşa Îraqê û girêdana wê bi rewşa Sûriyeyê ve, hemû ev faktor wiha dikin ku ev bibe cihê girîngîdana Birêz Serokê Herêma Kurdistanê. Hevdengiyeke jî heye, bi taybetî ev her du hevdîtinên ku îro sibehê çêbûn.

Rûdaw: Civîna girîng a îro ya Serokê Herêma Kurdistanê dê bi kê re be?

Dilşad Şehab: Ez bawer im hemû bername li cem we jî heye, carinan di bernameyê de guherîn tên kirin lê bê guman hemû hevdîtin ji bo me girîng in û girîngiya wan hêzên ku nêrîn û girîngiyê didin herêma me heye, hemû ew hevdîtin girîng in û hebûna Herêma Kurdistanê bi şêweyê herêmeke federal girîng e lê bi têkiliyeke wiha ku di asteke bilind de guh li nêrîna me ya li ser diyarkirina siyaseta welatan ji bo têkiliyên bi Rojhilata Navîn re tê girtin, ez bawer im ev çarçoveya girîngiya amadebûna Herêma Kurdistanê ye. (Netewê)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *