Peyama Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 79emîm salvegera avakirina vê hizbê

25ê Gelawêja îsal, hevdem digel 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistanê li ser bingeha Komeleya Jiyaneweya Kurd “J.K.” ye. Avakirin a Hizba Dêmokrat tevî ku çend heyvan piştre Komara Kurdistanê li ser destê Pêşewa Qazî Mihemed hate avakirin, destpêka qonaxeke nû û modêrn li tevgera siyasî-netewiya xelkê Kurdistanê ye.

Destkevt û mîratên meinewiyên Hizba Dêmokrat û Komara Kurdistanê wek wêjmana netewî, nasmanexwaziya netewî, danîna Ala û sirûda netyewî û avakirina hêza Pêşmerge wek spaha niştimanî, bûne xalên guherînê li xebata netewiya Kurd û karlêkeriyeke wiha kûr danî ser tevgera siyasiya Kurd ku piştî derbasbûna 79 salan, niha jî rênîşanderê xebata azadîxwaziya Kurd li hemû beşên din ên Kurdistanê ye.

Hizba Dêmokrat li heyama 79 sal tekoşîn li pêxema bidestveanîna maf û azadiyên xelkê Kurdistanê û serxistina xebata gelê Kurd, gelek qonaxên dijwar û zehmet derbas kirine. Li dema serkevtinan de ji xwe enda nekiriye û bi berçavgirtina siyaseteke serast û piştgirêdan bi îradeya cîvaka Kurdisranê û bi mukumî li berdewamkirina xebat û erkê dîrokiya xwe, bi ser xisar û rewşên qeyranî de zal bûye û li demên tengasiyan û şikestan de qet bê hivî nebûye.

Li encama siyaseta sîstematîk a tepeserî û dijîgeliya her du rêjîmên Pehlewî û komara Îslamî ku her tim bi çavê ewlehî mêzeyî pirsa Kurd kirine, Hizba Dêmokrat li wî heyamî de gelek nirxên mezin li pêxema bidestveanîna xwest û daxwaziyên xelkê Kurdistanê de dane. Hekî ji aliyekê bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihmemed û terorkirina du rêberên mezin ên vê Hizbê Şehîdan “Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî” û şehîdbûna hezaran kadir û pêşmerge û terorkirina sedan têkoşeran û êrîşa mûşekî bo ser Hizba Dêmokrat, bi wateya dijayetiya herî zêde ya wan du rêjîman digel tevgera mafxwzaneya xelkê Kurdistanê bûye, ji aliyeke din ve nîşanderê rewabûna tevgerekê ye ku Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hêz û giraniyê, bi piştîvaniya bi hêz û îradeya gel, rêberiya vê kiriye û berdewam dike.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku xwediyê derbasbûyîyekî mezin û tejî şanazî ya xebatkarane li hemû waran de bi taybet siyasî û pêşmergane ye, li heyama wan 2 salên derbasbûyî de li berdewamiya tevgera “Jîna”yê de ku hem ji aliyê rêjîma komara Îslamiya Îranê ve êrîşa mûşekî û dironî bo ser hate kirin û hem cehda bertengkirina tekoşîna vê hate dan û hem ji aliyê pêwajoyeke qorixçî li nav opozîsiona Îranê de li derveyî welat, cehda jirêderxistina naveroka tevgera mafxwazaneya xelkê Îranê û şerê wêjmana li dijî naveroka tevgera Kurdistanê dihate dan, karî hişmendane û li hemen demê de bi şiyan, erkê dîrokiya xwe li ser bingeha berevanî ji mafê netewî yên xelkê Kurdistanê û tekez û tekezî li ser berdewamkirina xebatê û karî li hember pîlanên curbicur ên neyaran de bisekine.

Bandor û pêgeha Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li kom û komikên navnetewî, hizb û alî û kesayetiyên siyasî yên opozîsiyona Îranê û netewên din û ji hemûyan girîngtir, li nava civaka Kurdistanê de ji hemê demekê zêdetir xurt buye. Cehdên cur bi cur ên opozîsiyona Îranê li derheq pirsa alternatîvçêkirin û hewldan bo dariştina platform û bername bo çawatiya dariştina Îranê li paşerojê, da xuya ku bê girîngîdana serekî bi pirsa Kurd û giranî û rola Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, îmkana pêkhatin a her cure platformeke dilxwaz û bersivder bo Îrana paşerojê, bêhêz e. Pêşwaziya xelkê Kurdistanê li helwîsta baykotkirina her du binav hilbijartinên meclîsa şêwreya îslamî(li 11ê Reşemeya 1402) û serkomariyê(li 8 û 15ê Pûşpera îsal) û bangêjî bo neçona ser sendûqên dengdanê û herwisa reftar û helwîst û peyamên xelkê Kurdistanê li rêûresmên Newrozî yên Îsal de, da xuya ku helwîst û wêjmana vê Hizbê li praktîk û helwîsta qatên cuda yên civaka Kurdî de bi eşkere hate dîtin û xelkê Kurdistanê wek hertim, Hizba Dêmokrat bi rêber û rênîşanderê xebata netewiya xwe dizane.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi şirovekirin û hilsengandinên xwe li tevgera Jînayê û beşdariya giştî ya hemû qatên civatgeha Kurdî li tevgera gelê me de, rola jinan û Ciwanan, qutabî û xwendekaran, mamosteyên xwendingehan û mamostayên Olî, bazarî û dukandaran û hemû rêkxistinên medenî û çalakvanên medenî, bi bilind radigre û piştevaniya xwe li xebata giştî li Kurdistana Îranê dubare bike. Her wekî ku li deqeke fermî û erêkirî ya rêberiya Hizba Dêmokrat de hatiye; “Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî piştevanîkirin li xebat û pirsa Kurd li beşên din ên Kurdistanê, Rojhilat û Îranê bi meydana bingehîn a xebat û erkê dîrokiya xwe dizane. Lewma bi armancgirtina tevavetiya desthilata komara Îslamî, cehdê bo bihêzkirin û rêkxistina pitir a xebata giştî ya Rojhilatê Kurdistanê û berdewamiya vê li cehdên xwe bo çêkirina pêywendiyên zêdetir digel netewe û aliyên siyasiyên din ên Îranê de dide. Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bona xistina qedemaye komara Îslamiya Îranê tevî liberxwegirtina hemû şêwazên xebatê gorî rewşê, piştevanî li şêwazên medenî yên xebatê bi armanca zêdetirkirina giştgîrtirkirina tevgera siyasî-netewî ya gelê kurd li Îranê de dike.

Hevdem digel rêzgirtin ji yada 79emîn salvegera avakirina Hizbê, gelek bi ci ye ku bûyereke din a jiyana Hizba xwe bi bîr bînin ku du sal berî niha û li hemen heyvê de wek rûpeleke tejî destkevt li dîrokê de hate tomarkirin, Ew jî yekgirtina du aliyên Hizba Dêmokrat bû ku bi “Yekgirtina Dêmokratan” hate navdêrkirin.

Yekgirtina Dêmokratan piştî 16 salan ji hev weqetiyanê, li 30ê Gelawêja 1401 a Rojî de û li encama proseyeke tejî seh bi berpirsiyaretîkirin û bi girîngzanîna xwesta xelkê Kurdistanê û dilsozên Hizbê, gihîşte encamê ku bi keyfxweşiyê ve, bû destpêka qonaxeke nû ji xebata vê Hizbê li dijî rêjîma komara îslmaiya Îranê û bû faktereke bi hêz bo bandora vê li ser tevgera netewiya Kurd û ne bi tenê li Rojhilatê Kurdista, belku li asta Îranê de jî. Her wekî me li şoreşa Jînayê de dît ku civaka Kurdistanê li çi astekê de baweriya xwe bi Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê dane xuya û herwisa ew bandor û karlêkeriya vê bi çi şêwazekê, komara Îslamiya Îranê bo tolhidan ji Hizba Dêmokrat hay da.

Niha ku em li yada 79 saliya avakirina Hizbê bi bilind radigrin, bo careke din digel xelkê Kurdistanê, malbatên serbilindên şehîdan û girtiyên siyasî û tevahiya endam û alîgirên Hizbê, peymanê nû dikin ku heta bidestveanîna armancên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ku palavtî ji xwest û daxwaziyên civaka Kurdistanê li pêxema bi destveanîna vê de hezarn kes ji rêberatî, kadir, pêşmerge û endamên Hizbê canê xwe fîda kirine, vê dozê berdewam bikin.

Li dawiyê de bi hilkefta 79emîn salvegera avakirina Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, silav li yad û navê avakerê Hizba Dêmokrat, Pêşewa Qazî Mihemed, şehîdên rêber bi taybet “Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Dr. Seîd Şerefkendî”, şehîdên nêzî 80 sal tekoşîn û xebata bi dom a vê Hizbê û malbatên wan ên rêzdar û hemû têkoşerên vê rêbazê û herwisa hemû endamên Hizbê, hemû qatên civaka Kurdistanê û Pêşmergên Kurdistanê ku bi cangorîkirin, erkê xweragirî û piştevanîkirina bê sînor, alîkariya derbasbûn ji rêyên dijvar û qonaxên dijwar ên jiyan û xebata Hizba Dêmokrat dane, dikin.

 

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

Gelawêja 1403 a Rojî

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *