Peter Galbraith: Kurd li Îraqê serxwebûnê dixwazin lê li Sûriyeyê naxwazin

îplomatê navdar ê Amerîkayî Peter Galbraith got, “Daxwaza Kurdan li Îraq û Sûriyê ji hev cuda ye” û “Kurdên Îraqê serxwebûnê dixwazin lê Kurd li Sûriyeyê daxwaza serxwebûnê nakin. Berevajî Kurdên Îraqê, min ti Kurdê Sûriyeyê nedîtiye ku serxwebûnê bixwaze.”

Peter Galbraith di bernameya Rûdawa Îro de behsa rewşa herêmê, dan û standinên Amerîka û Îranê û nêrîna birêvebiriya nû ya Amerîkayê ya li ser rûdanan kir.

Li gorî wî niha derfeta rêkeftinê di navbera Washington û Tehranê de zêdetir e, ji ber ku bandora Îranê li herêmê nemaye û “li derveyî sînorên xwe tenê li beşa Ereb a Îraqê bandora wê maye.”

Peter Galbraith diyar kir ku Ehmed Şer girêdayî Tirkiyeyê nabe lê bandora Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê zêdetir dibe li gorî welatên Ereban, bi wê sedemê jî welatên Ereban ên cîranê Sûriyeyê yên wekî Libnan, Urdin û Îraqê bi xwe pirsgirêkên wan hene û nikarin cihê xwe li Sûriyeyê xurt bikin.

Dîplomatê navdar ê Amerîkayî Peter Galbraith pirsên Rûdawê bersivandin:

Rûdaw: Peter Galbraith, dîsa tu bi xêr hatî Rûdawê.

Peter Galbraith: Kêfxweş im.

Rûdaw: Spas. Gelek tişt diqewimin. Siyaseta Dewletên Yekbûyî bi vegera Trump a Koşka Spî, her tişt guherî. Lê berî ku em li ser Îraqê bipeyivin, ez dixwazim ji Sûriyeyê dest pê bikim. Berî çend rojan hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê dê bi rêjeya ji sedî 50 werin kêmkirin. Gelo bi dîtina te dê sala 2026an hêzên Amerîkî li Sûriyeyê bimînin an ti hêz namînin?

Peter Galbraith: Pêşbînîkirin bi Trump re zehmet e. Reftara wî pir necihgir e û ti stratejiyeke wî ya diyar nîne. Li gorî min, kêmkirina hejmara leşkeran ne pirsgirêkeke wer mezin e. Girîng ew e ku hin hêz li wir bimînin û şiyana bikaranîna hêza asmanî ji bo lêdana DAIŞê hebe ku dîsa serî radike, ji ber ku rewşa Sûriyeyê derfetên nû ji DAIŞê re diafirîne.

Ez hêvîdar im Trump têbigihe ku vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê û hêlana wê ji bo DAIŞê yan Şamê, tiştekî baş nabe ji bo wî. Belê, ez digel wan kesan im ku dibêjin “Ehmed Şer” guheriye, lê kesên li derdora wî neguherîne. Ev komek kes in ku Qaîde û DAIŞ bûn. Lewra dibe ku aqilane be ku hin hêz ji bo rûbirûbûna vê yekê li Sûriyeyê bimînin. Heta DAIŞ bi temamî li Sûriyeyê neyê tunekirin û heta paşeroja Sûriyeyê zelal nebe, ku nabe dewleteke Îslamî, pêwîst e hêz bimînin.

Rûdaw: Ango mijara sereke ne hejmar e, lê hebûna hêzan e?

Peter Galbraith: Ez bawer dikim ev rast e. Heta hêzên pêwîst ji bo bicihanîna erkan û hevahengîkirina êrişên asmanî hebin, ne girîng e 2000 kes bin an jî 800 kes bin. Loma ez bawer nakim ku ev kêmkirin girîng be.

Rûdaw: Lê Peter, siyaseta Amerîkayê li hemberî Sûriyeyê çi ye? Ji bo min zehmet e fêm bikim. Wêneyeke zelal nîne. Ji bo te jî wisa ye?

Peter Galbraith: Sedema ku em wêneyekî zelal nabînin ew e ku qet siyasetek tune.

Rûdaw: Qet siyasetek tune!

Peter Galbraith: Hîn biryar nedane ka dê pêwendiyên dîplomatîk vekin an na, biryar nedane ka dê cezayan rakin an na, biryar nedane çawa li Şer binêrin, biryar nedane ka dê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re bimînin an na. Tewra stratejiyeke mezintir jî tune ku em karibin pêşbîniya paşerojê pê bikin. Loma em bi temamî ti tiştî nizanin.

Rûdaw: Bi rastî ev tê wateya nebûna siyasetê?

Peter Galbraith: Min jî ew got.

Rûdaw: Belê, te got qet siyasetek tune.

Peter Galbraith: Bi awayekî asayî dema guherîn ji îdareyekê ber bi îdareyeke din ve çêdibe, siyaseta îdareya berê berdewam dibe û bi hêdî guherîn tê de tên kirin. Bo nimûne, dema Barack Obama piştî George Bush bû serok, tevî ku dijî şerê Îraqê bû lê hêzên Amerîkayê li Îraqê hiştin, her çend kêm kirin jî.

Lê ti tiştê radîkal nebû. Ya ku ev zilam (Trump) dike karekî radîkal e. Rojekê bacê li ser hemûyan ferz dike, sibe radike. Bazara borsayê hildikişe û dadikeve. Hin kes pereyekî zêde peyda dikin. Reftareke sosret e û em nikarin bibêjin dê çi bike.

Rûdaw: Bi liberçavgirtina pêwendiyên baş ên Tirkiyê û bi taybetî Erdogan bi Trump re, wekî her du dibêjin, li gorî te, Kurd di dan û standinên xwe de li gel Şamê dikarin ji bo piştgiriya siyasî pişta xwe bi Amerîkayê girê bidin?

Peter Galbraith: Na, ez bawer nakim ku ew dikarin pişta xwe bi piştgiriya siyasî ya Amerîkayê girê bidin. Lê bi dîtina min, rewş bi giştî ji bo Kurdên Sûriyeyê hêvîdar e. Yekem, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê berdewam dike.

Ocalan daxwaz kiriye ku PKK çekan deyne û xwe fesix bike ku ev armanca herî girîng e ji bo Tirkiyeyê. Duyem, rastî ev e ku HSD hêzeke mezintir, baştir çekdarkirî, baştir rahênankirî û baştir birêxistinkirî ye ji HTŞê yan artêşa nû ya Sûriyeyê. Çareseriya leşkerî ji bo Şamê ne hêsan e. Ez jî wisa nafikirim ku Tirkiye bixwaze çareseriyeke leşkerî bi kar bîne di wê demê de ku ew bi pêvajoya aştiyê ve mijûl e.

Lewra ev ji bo Kurdên Sûriyeyê derfetek e. Lê divê sê tişt rû bidin ji bo ku sûd ji vê derfetê bê wergirtin: Yekem, pêwîst e ew yekgirtî bin. Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) pêwîst e bernameyeke hevbeş pêk bînin. Civîna wan a 26ê vê mehê ya li Qamişloyê tiştekî girîng e.

Duyem, pêwîst e daxwazên wan zelal bin, bi taybetî du daxwaz: Ya yekem û girîngtirîn ji wan, pêwîst e israrê li ser wê yekê bikin ku destûra nû ya Sûriyeyê ji aliyê encûmeneke damezrîner a hilbijartî ve bê nivîsandin, ne ji aliyê kesên ku Şer wan datîne ve. Destûr encama lihevkirina di navbera pêkhateyên cuda yên welêt de ye.

Li Sûriyê, ji sedî 35 heta ji sedî 40ê niştecihan Kurd, Elewî, Xirîstiyan û Durzî ne. Ji sedî 60 heta ji sedî 65ê Erebên Sunî jî hejmareke zêde ji wan sekûler in. Loma eger bi rêya pêvajoyeke hilbijartinê be, destûreke Îslamî dernakeve holê.

Ya duyem tiştê ku divê daxwaz bikin federalî ye. Federalî li welatekî nola Sûriyeyê bi bandor e, ji ber ku li Rojavayê qanûnên sekuler û wekheviya zayendan hene, nîvê berpirsên hilbijartî jin in û nîvê din jî mêr in. Li Îdlibê, dewleteke Îslamî birêve birine. Di sîstemeke federalî de, her du jî dikarin cih bigirin. Eger tu biçî dewleteke navendî, aliyek bi ser dikeve û aliyê din winda dike, ku dibe çavkaniya aloziyê.

Ev cure cudahî di hemû dewletên federal de hene. Li Îraqê heye, qanûn li Kurdistanê ji yên Bexdayê cuda ne. Li Dewletên Yekbûyî jî heye, ku dewleteke federal a navendî ye. Li eyaleta min Vermont, qanûnên cuda ji Louisianayê hene , em qanûna giştî bi kar tînin û li Louisianayê qanûna medenî bi kar tînin. Bi giştî hemû diçe serî.

Fikra ferzkirina daxwaza xwe… Yekem Şer nikare vê yekê bike û dibe çavkaniya bêîstiqrariyê. Ez dizanim ku di zihniyeta erebî de xelk wisa difikirin ku federalî tê wateya parçekirina welêt. Rast e li Îraqê dema ku Kurdan dan û standin li ser destûra Îraqê dikir, herî zêde desthilat ji bo Kurdistanê û herî kêm desthilat ji bo Bexdayê dixwest. Çima? Ji ber ku her kes Kurdistaneke serbixwe dixwaze.

Ez ji sala 1984an ve bi doza Kurd re dixebitim, 41 sal in. Di wê heyamê de, min ti Kurdên Îraqê nedîtine ku ji min re bibêjin “Na, na, ez Îraqîbûna xwe ji Kurdistaneke serbixwe çêtir dibînim.” Lê rewş li Sûriyeyê bi tevahî berevajî ye. Min ti Kurdên Sûriyeyê nedîtine ku serxwebûnê ji Sûriyeyê bixwazin.

Rûdaw: Ango divê rewşeke baştir be ji bo yekgirtina welêt, lê bi liberçavgirtina parastina mafên Kurd, Elewî û Durziyan. Lê Ehmed Şer bi tevahî ber bi arasteyeke berevajî ve kar dike. Ji dema hatiye ser desthilatê ve, biryarên wî yên nû wisa diyar dibin ku Sûriyeke gelekî navendî dixwaze û bi eşkereyî ragihandiye ku federaliyê naxwaze. Bi vê rewşê ve, Sûriye ber bi ku ve diçe, bi taybetî ku tevahiya desthilatê ji bo pênc salan daye xwe?

Peter Galbraith: Dikare bibêje tevahiya desthilatê di destê min de ye lê di rastiyê de ti desthilata wî li bakurrojhilatê Sûriyeyê, li Rojava, nîne. Her wiha desthilateke wî ya wisa li Suweyda, li peravê, Laziqiye û Tertûsê jî nîne.

Wan komkujiyên tirsnak jî rû daye. Belê, ez dikarim navê xwe li her tiştî bikim lê kirina tiştekî di rastiyê de rewşeke cuda ye. Loma divê Kurd israrê li ser pêvajoyeke demokratîk bikin, ne ku Şer dahatûya Sûriyeyê diyar bike lê xelkê Sûriyeyê bi rêya hilbijartinan û encumena damezirîner dahatûyê diyar bike.

Pêwîst e li ser bingeha nûneratiya rêjeyî be. Hingê em dê bibînin encam dê çi be lê gava ku tu digihîjî wê derê, wê demê kêm-zêde divê mirov rêzê li mafê pêkhateyên cuda bigirin.

Rûdaw: Du welatên cîranên Sûriyeyê, Tirkiye û Îsraîl, derbarê Sûriyê nêrînên cuda hene. Eşkere ye ku Tirkiye Sûriyeke bihêz û navendî dixwaze lê Îsraîl tam berevajî wê dixwaze. Gelo tu bawer dikî di dawiyê de kîjan ser keve? Yan jî kîjan dê bandora zêdetir li ser Sûriyê bike?

Peter Galbraith: Herdu welatan beşek ji Sûriyeyê dagir kiriye. Beşên cuda yên Sûriyeyê. Tirkiye li bakur, yan jî bi rêya komên nûnerên xwe û Îsraîl li başûrrojava. Eşkere ye ku bandoreke rasterast a Tirkiyeyê li ser Şer û HTŞyê heye çimkî piştgiriya wan dike.

Lê hin kes dibêjin “Tirkiye çi bixwaze ew dikin”. Na, kar bi vî awayî naçe serî. Gava ku Şer diçe ser desthilatê, fermanê ji Enqereyê wernagire û dibe ku ew pêwendî gelekî aloz bibe.

Eşkere ye ku qet nebe bi qasî ku em dizanin ti pêwendî di navbera Îsraîl û Şamê de nîne. Ango tenê amadebûnek e li wê derê. Di dawiyê de pêwîst e corek danûstandina aştiyê di navbera wan de hebe. Dibe ku ev derfetek be ji bo rêkeftineke aştiyê ku bê guman vekişîna hêzên Îsraîlê ji axa Sûriyeyê û damezirandina pêwendiyên dîplomasiyê li xwe digire.

Rûdaw: Lê di warê stratejîk de, tu bawer dikî ku di dahatûyê de Sûriye zêdetir ber bi aliyê Tirkiyeyê ve diçe yan welatên Ereban?

Peter Galbraith: Ez bawer dikim di warê îdeolojîk û çandî de Sûriye zêdetir digel welatên Ereban dibe lê Tirkiye niha ji ber piştevaniya wê ya rasterast li wê derê hêza xwe heye û cîraneke mezin e. Bo Şamê, welatên erebî dûr in. Libnan heye lê ew welat nikare gelek tiştan bike. Urdin welatekî biçûk e. Îraqê jî pirsgirêkên xwe hene û nikare gelek karan bike. Ji wî alî ve, xuya ye ku Tirkiye bandoreke zêdetir ji welatên Ereban heye.

Rûdaw: Ez dixwazim di derbarê dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de ji te bipirsim. Tu difikirî dê encamek jê derkeve?

Peter Galbraith: Nizanim û derbarê dan û standinan ti zanyariya min a taybet nîne lê ez hêvî dikim encamek jê derkeve. Bi baweriya min, Donald Trump bi xwe dixwaze bi Îranê re li hev bike. Ji lihevkirinan hez dike. Bi baweriya min, armanca wî, ku heman armanca Îsraîlê ye jî, ew e ku herî zêde girîngiyê didin rawestandin an jî kêmkirina programa atomî ya Îranê. Çi sifr pîtandin be, çi jî mîqdarek kêm wekî ji sedî 3,5, nehiştina ji sedî 60 ya depoyê, encameke bi vî rengî pêwîst dibe eger lihevkirin çêbibe.

Her wiha ev yek gelekî di berjewendiya Îranê de ye, ji ber ku pêşveçûna ji bo çêkirina çekên atomî, yekem: Ti ewlehiyê dabîn nake. Çekên bêkêr in çimkî ewqas kujêr in ku di şer de nayên bikaranîn. Duyem: Hewldanaa bidestxistina wan dibe sedema êrişa leşkerî ji aliyê Îsraîlê û dibe ku Amerîka jî. Wê demê çi sûda wan heye?

Bi kêmkirin an jî nehêlana pîtandinê, Îran gelekî hindik winda dike. Pirs ev e, qezencên wê çi ne? Îranî bidawîanîna cezayan dixwazin, ku bi nêrîna min Trump pêşkêş dike. Bi nêrîna min, Trump û Îranî hez dikin veberhênana Amerîkî di welêt de hebe. Ev dikare guherîneke mezin be. Diyar e eger veberhênana Amerîkî hebe, dê ji bo herdu aliyan zehmetir be ku têkiliyên xwe qut bikin.

Tiştekî din ku di 2015an de ji bo lihevkirina bi Îranê re arîşe bû û niha nemaye, çalakiyên Îranê yên li herêmê ne. Hevpeymanên Îranê, Hizbulah li Libnanê têk çûye. Rejîma Esed nemaye. Niha Sûriye ji aliyê Îslamiyekî ve tê birêvebirin ku Ehmed Şer e û dijî Şîeyan û dijî Îranê ye çimkî wan piştgiriya Esed dikir, her wiha dijî Rûsyayê ye. Ango bandora Îranê li Sûriyeyê nêzîkî sifrê ye yan jî her sifr e.

Êrişî Hûsiyan tê kirin û ew qasî ne girîng in. Tenê cihê ku li herêmê Îran bi rastî bandora xwe lê heye Îraq e, li beşa Ereb a Îraqê. Lê bi giştî çalakiyên Îranê yên li derveyî Îranê ne ew pirsgirêk in ku di 2015an de hebûn. Ev yek dê lihevkirinê hêsantir bike. Pêwîst nake Îran dev ji gelek tiştan berde.

Rûdaw: Lê Îsraîl wê peymanê naxwaze. Îsraîl zêdetir rijdiyê li ser êrîşkirina Îranê dike. Gelo tu bawer î ku Îsraîl hewl dide her cure peymanê di navbera Amerîka û Îranê de têk bibe?

Peter Galbraith: Li gorî min, ew dê stratejiyeke gelekî nezanane be ji bo Îsraîlê çimkî Trump kînê di dilê xwe de dihêle û heyfê dihilîne. Eger Îsraîlî peymanekê têk bidin ku dê bibe mezintirîn destkefta wî ya dîplomatîk, ew dê bi çavekî baş lê nenêre û dê Netanyahu û Îsraîlî baca wê bidin.

Duyem, peyman di berjewendiya Îsraîlê de ye. Ango, belê tu dikarî hêza leşkerî bi kar bînî lê ev yek bi rastî rê li welatekî nagire ku çekên navokî bi dest bixe. Dibe ku han bide. Wê demê tiştan vedişêrin. Dibe ku li welatekî sêyem bikin. Loma eger tu biryara leşkerî bidî, maneya wê ew e ku divê tu berdewam bombebaran bikî, divê tu berdewam hêza taybet bişînî. Ne wisa ye ku tu carekê bikî û her tişt temam bibe.

Naxwe çareseriyeke aştiyane li gel çavdêriya hûrbîn dê encameke gelekî baştir be ji bo Îsraîl û Îranê ji kirdeyên leşkerî.

Rûdaw: Peter Galbraith, gelekî spas. Dîsa tu bi xêr hatî Rûdawê.

Peter Galbraith: Spas. Ez her dem kêfxweş im ku beşdarî vê bernameyê dibim û ev pirsên baş tên kirin.

Rûdaw: Gelekî spas.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *