Pete Hegseth bû Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê

Pete Hegsethê ku berê pêşkêşkarê Fox TVyê bû û Donald Trump ew ji bo Wezareta Parastinê pêşniyar kiribû, di encama dengdana Senatoya Amerîkayê de bi 51 dengan li hemberî 50 dengan bû Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê.

Senatoya Kongreya Amerîkayê namzediya Pete Hegseth qebûl kir.

Di encama dengdanê de Pete Hegsethê 44 salî di Senatoyê de ku 53 endamên Komariyan tê de ne, bi 51 dengên erê li hemberî 50 dengên na, bû Wezîrê nû yê Parastinê yê Amerîkayê.

Senatorên Komarî, Lisa Murkowskiyê ji Alaskayê, Susan Collinsê ji Maineyê û Mitch McConnelê ji Kentuckyê li dijî Hegseth deng dan û di encamê de dengdan di 50-50 de ma.

Piştre Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance dengê xwe da Hegseth û wekhevî xerab kir û bi vî awayî Hegseth bi zorê Wezareta Parastinê bi dest xist.

Hegseth piştî Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û Birêvebirê Saziya Îstixbarata Navendî (CIA) John Ratcliffe bû endamê sêyem ê kabîneya Trump ku ji Senatoyê derbas bû.

Namzediya Hegseth û îdiayên li ser wî bûn sedema nîqaşan

Pete Hegsethê ku berê leşker û pêşkêşkarê Fox TVyê bû, piştî ku Trump ew ji bo Wezareta Parastinê pêşniyar kir, şiyana wî ya ji bo vê postê bû sedema nîqaşan.

Piştre îdiayên ku serxweş çûye ser kar û jineke ku navê wê nehatiye eşkerekirin sala 2017an li Californiyayê giliyê wî kiriye û gotiye ku di odeya otelê de destdirêjî lê kiriye, derketin holê.

Hegseth îdiaya destdirêjiyê red kir û got ku “bi dilxwazî” çêbûye û di rûniştina qebûlkirinê ya li Senatoyê de di bersiva nivîskî ya pirsekê de li xwe mikur hat ku wî “50 hezar dolarên Amerîkî daye jina ku ew bi destdirêjiyê tawanbar kiriye.”

Her wiha tê îdiakirin ku Hegseth sala 2015an di çalakiyeke komeke leşkerên kevn de dema ku serxweş bûye qêriyaye û gotiye “Hemû Misilmanan bikujin”.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *