Pêşniyarqanûnek bo zimanê kurdî hat pêşkêşkirin -Video

Bo Parlementoya Tirkiyeyê pêşniyarqanûnek hat pêşkêşkirin ku tê xwestin di bin banê Saziya Ziman a Tirkî de cih bo zimanê kurdî jî were dayîn ku eger ev yek were qebulkirin dê kurdî bi awayeke fermî bibe xwedî statu. Platforma zimanê kurdî dibêje dem û zemîn bo vê yekê guncav e û divê dewlet bi erênî nêzîkî vê daxwazê bibe.

Ji aliyê Parlementerê Wanê yê Dem Partiyê Sînan Çîftyurek ve ku di heman demê de Rêveberê Platforma Zimanê Kurdî ye jî bo zimanê kurdî pêşniyarqanunek ji parlementoya Tirkiyeyê re hat pêşkêşkirin. Di pêşniyarê de tê xwestin ku navê zimanê kurdî jî li xala desturê ya 134ê ya Saziya Zimanê Tirki ve were zêdekirin. Platforma Zimanê Kurdî dibêje ev pêşniyar nayê wateya rakirina yasayekê an jî guherînê, ji ber ku daxwaza sererastkirinekê tê kirin na gavek zehmet e û bi vê yekê pêkan e ku bo zimanê kurdî gavek girîng were avêtin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Helber eger ev pêşniyar were qebulkirin, dê bibe destpêkek girîng ku ev yek dê bi xwe re nasnameya kurdî jî bîne û navê navçeyan ên bi kurdî jî bîne. Eger pêk were emê keyfxweş bibin.”

Nivîskarên Kurd jî dibêjin girîng e k udi qada fermî de di çarçoveya yasayî de cih bo zimanê kurdî were dayîn û nivîskar bang li civaka kurd dikin ku bila hemu derfetan bi kar bînin û  li ser daxwazên mafên neteweyî rijd bin.

Nıvîskar Recep Dildar dibêje: “Xwedîstatubûna zimanê kurdî dikare kurdî ji tinebûnê rizgar bike, ji ber ku bişaftinek mezin ser zimanê kurdî heye,  zarokên kurdan ên temenê wan ji 15ê berjêr êdî kurdî nizanin. Waneya bijare derfetek girîng e ku divê were bikaranîn û ji waneya bijare em fam dikin ku fermiyet girîng e.”

Platorma Zimanê Kurdî û parlementer balê dikêşin eger pêvajoyek hebe û daxwaza çareseriya pirsa kurd were kirin xwedîstatubuna zimanê kurdî dikare bibe gavek destpêkê ya giring ku wê demê dê baweriyek nava civakê de bo desthilatê jî çêbibe.

K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *