Pêşeroja “kûrahiya startejîk” a Komara îslamiya Îranê

Pêşeroja “kûrahiya startejîk” a Komara îslamiya Îranê

N. Îsmaîl Şerefî

W. Bêhzad Simko

Rewşa îro û 13 salên derbasbûyî ya xelk û welatê Sûriyê, rontirîn mînak a encama siyaseta bûn a Komara Îslamiya Îranê li wî welatî ye. Welatek ku hemû çavkaniyên ser erd û binerdên vê ji nav çone û qet û beşek vê, li jêr bandora welatekî dûr û nêzîk de ye. Welatek ku hêj nekariye pişta xwe li jêr êrîşên DAÎŞ û şerê navxwe rast bike, bo careke din tûşî şerekî navxwyî û ji derve bûye ku sedema herî bingehîn ji vê fitne û alozî û destêverdanê, Komara Îslamiya Îranê ye.

Komara îslamî bi hêceta şer digel DAÎŞê, spaha quds bi fermandehiya Qasimj Silêmanî bo Sûriyê şand ku li heyama zêdetir ji 10 salan li hember hêzên opozîsiyon a rêjîma Beşar Esed de sekinî û hezaran kes ji xelkê bêtawan kuştin û xelkê Sûriyê bi xwe jî dizanin ku Qasim Silêmanî û spaha wî çi cinayet li wî welatî de kirine.

Hêcata Komara Îslamiya Îranê bo çona nav Sûriyê, hekî aliyeke îdeolojîk a Şîegeraneya li jêr navê “parastina Herem” heye ku armanca wan cihê gora “Zeyneb” a keça “Îmam Elî” anku “mizgevta Hezretê Zeyneb” e, beşa herî bingehîn a rêrewîkirtin li siyaseta diyarîkirina kûrahî ya stratejîk bû. Li vê derheqê de hem “Elî Xamineyî” rêberê rêjîmê û hem hejmnareke zêde bi gotina wan bi xwe şareza û teorîsiyenên rêjîmê digotin, ew şerê li bajarên wek “Heleb, Reqa û Demişq”ê de dikin bo vê yekê ye ku wî şerî li bajarên wek “Têhran, Îsfehan û Tewrêzê” de nekin. Bi wateyek din îdiaya vê dikirin ku bi amadebûna hêza serbazî wek mînak li Sûriye û Îraqê hene, karîne ewlehiya Îranê biparêzin. Heta li warê teblîxî û midyayî ve jî bi mezintirnîşandana şer û kawilkariyên vê li Îraq û Sûriyê ku sedema bingehîn a wan, rêjîma Îranê bi xwe bûye û heye, ji aliyêk xwe radikîşan ku karîne Îranê ji ketin li rewşeke wiha biparêzin û ji aliyê din ve jî xelkê xebatkar û bêzarbûyî ji rêjîma wan li navxweyî Îranê ji “bi Sûriye bûnê”, Îranê bitirsînin.

Li heyama çend rojên derbasbûyî de ku hêzên dijberî Beşar Esed û berçavtir ji hemûyan “Tehrî El-Şam” karîn li 72 demjimêran de beşek ji bajarê Helebê û derdora vê ku li dema xwe de Qasim Silêmanî bi spaha xwe ve bi encamdana dehan cinayet û kuştina hezaran kesên bêtawan, li wir cihgîr bibûn, ji hêzên Beşar Esed û şêwirkarê Komara Îslamiya Îranê, paqij bikin û konsolxaneya rêjîmê li wî bajarî bêxin jêr kontyrola xwe, bo hemû kes û aliyekê derkevt ku siyaseta Kûrahiya stratejîkî ya Koma Îslamî, li ser çi binyatekê betal, hatiye avakirin.

Eva rêjîma Beşar Esed û ji vê girîngtir xelkê Sûriyê mijîûlê dana baca vê ya rojane ye, hevdestî digel komara Îslamî û amadebûna şerxwazaneya vê rêjîmê li wî welatî de ye. Beşar Esed ku guh bi daxwaziyên demokratîk ên xelkê û welatê xwe bi armanca danûstandinên siyasî neda û wa dihizirî ku dikare bê guhdan bi balkêşandin û têbîniyên civaka navnetewî û welatên dûr û nêzîk, destvkiriîbûna  komara îslamî berdewam be, dibiya çavrêyê rojên wiha jî bikirba.

Niha rewşa aloz û şerlketiyê Sûriyê bi tenê bi rêjîma Beşar Esed û dijberên wî yên navxweyî nayê şirovekirin, her çawa ku ew welat zêdetir ji 10 salan her beş û qetek vê li jêr desthilat û bandora hêz û dewleteke din de ye.

Komara Îslamî bi hilgirtina alaya “bihêzkirina bereya muqawimet” li deverê, bilî geşkirina agirê şer û dijheviyên navxweyî li Sûriyê, bûye sedema handan û bizivandina Rojavayiyan û welatên derdor ku li alî û şiroveya cuda de bandora vê rêjîmê li Sûriyê, qebûl nakin. Li pêvajoya agirbest a li navbera Îsraîl û Lubnanê de Serokwezîrê Îsraîl “Netanyaho bi eşkere ragihand ku li ser livlivîna Îranê li deverê tundir dibin. Bo welatên Erebî jî ti gumanek nîne ku Sûriye bo wan opêşîneyeke dîrokî li pişt e ku bandora eniya Şîe li wir cih nabe. Bo tirkiyê jî ku nêzî 10 sal e bi dehan kîlometran hêza xwe li bakûrê wî welatî de cihgîr kiriye û bi şêwazek gumana handana neyarên Beşar Esed jî li ser heye, karê spaha quds li Sûriyê bi hêsanî nikare qebûl bike.

Hekî li çarçoveyek berfirehtir a navnetewî û dewletên mezin ve jî mêzeyî rewşa Sûriyê bikin, Rûsiya bi armancgirtina hêzên dijberî Beşar Esed bi rêya hêza esmanî û tohmetbarkirina Koşka Sipî bi handana Îsraîl û aliyê dijberê Beşar Esed, kar bo mana xwe li wî welatî de dike, Amerîka jî tevî ku dûrbûna xwe ji Tehrîr El-şamê ragihand, bûna hêzên komara Îslamiya Îranê û bandora siyasiya vê rêjîmê li Sûriyê, bi sedema vê rewşê dizane ku nikarin bi vê yekê bê helwîst bin.

Eva ku bo her kurdekê zêdetir cihê baldan û girîngîdanê ye, Rojavayê Kurdistanê û helwîsta hêza siyasiya vê beşa Kurdistanê û welatê Sûriyê ye. Mixabin Rojavayê Kurdistanê bi gelek sedemên heşîmetî, jêopolîtîkî û bi qasekê jî hizrîna îdeolojîkiya hêza serdest û gelek sedemên din, bijardeyên dilxwaz li ber dest nînin. Lewma neçar e li nav bijardeyên nedilxwaz û bi neçariyan de ew jî bi awayek demkî û taktîkî, çalak be.

Li dawiyê de maye bibêjin, Komara Îslamiya Îranê ne ku nekarî li welatên din de û dûr ji sînorên xwe, bi ser dujmin de bi ser bikeve û ewlehî û aramiyê bo xwe û rêjîma xwe bi diyarî bîne, belku pêyên xwe danîbe ser kîjan cih û welatekê, tûşî şer û malwêranî û şikestê kiriye. Darayî û samana xelkê welat li pêxema îdeolojiya xwe ya reş li Îraq, Sûriye, Lubnan, Felestîn û Yemenê de heder da û bilî vê ku ew welat tûşî şerê navxwe û deverî kirin, xelkê welatê xwe jî li hejarî û bêhivîtiyê de hiştiye. Bi şêwazekê ku li asta navxweyî, deverî û navnetewî de tûşî dehan kirîzan bûye û ji çavê glên Îranê û gelên deverê jî wek diyardeyeke reşnav û reşkiryar tê mêzekirin.

KM

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *