Pedersen: Ji bo bakurrojhilatê Sûriyeyê dan û standinên Tirkiye û Amerîkayê berdewan in

Nûnerê NYyê Geir Pedersen got, “Dan û standinên di navbera Tirkiye û Amerîkayê yên derbarê bakurrojhilatê Sûriyeyê de berdewam dikin.”

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen îro li Şama paytexta Sûriyeyê di konferanseke çapemeniyê ji tojnamegeran re axivî.

Pedersen di axaftina xwe de de bal kişand ser lezgîniya dîtina çareseriyê ji bo astengiyên li Bakurrojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê).

Tirkiye û komên çekdar ên nêzikî wê di van demên dawî de li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê êrişên xwe yên li hemberî sivîl û Hêzên Sûriyeya demokratîk zêde kirine.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen girîngiya dîtina çareseriyê ji bo li Rojavayê Kurdistanê xist rojevê.

Hevdîtina Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer

Her wiha Pedersen girîngiya domandina diyalogê ya di navbera aktorên sereke yên herêmê de anî zimên û bal kişand ser hevdîtinên di navbera Ehmed Şer û Mezlûm Ebdî de.

Pedersen li ser hevdîtina xwe ya bi Ehmed Şer re got, “Rewşa bakurrojhilatê Sûriyeyê yek ji mijarên sereke bû ku min bi Ehmed Şer re gotûbêj kir.”

Nûnerê NYyê hevdîtina di navbera Şer û Ebdî de pêşwazî kir û hevdîtnê ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê wekî gaveke erênî nirxand.

Pedersen her wiha diyar kir ku ji bo bi pêşveçûnê divê hemû alî bi awayekî erênî tevbigerin û li hev bikin.

Dan û standinên Tirkiye û Amerîkayê

Nûnerê NYyê Pedersen da zanîn ku dan û standinên di navbera Tirkiye û Amerîkayê yên derbarê Rojavayê Kurdistanê de berdewam dikin.

Pedersen bêyî ku hûgiliyan bide got, “Em ji van dan û standinan hêvîdar in.”

Hevdîtinên HSD û Hikûmeta Sûriyeyê

Her wiha Pedersen amaje bi danûstandinên di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û HSDyê jî kir û got:

“Ez ji ber diyaloga di navbera van aliyan de dilxweş im û li ser encamên potansiyel hêvîdar im.”

Ji ber êriş û bomberanên Tirkiye û komên nêzî wê rewşa Rojavayê Kurdistanê ku bi pirsgirêkên ewlehî, mirovî û siyasî ve hatiye girêdan tevlihev dimîne.

Pedersen amaje bi wê yekê kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi awayekî bibandor divê civaka navneteweyî bi hev re bixebite.

Di dawiyê de Pedersen got, “Hefteyên pêş me ji bo diyarkirina rêya paşeroja bakurrojhilatê Sûriyeyê dê girîng bin.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *