PDK tekeziyê li ser pêwîstiya birêxistinkirina navmala Kurdî dike

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 4ê Adarê daxuyaniyek bi boneya (34)emîn salvegera Raperînê belav kir ku tê de hat, “xebata gelê me yê xweragir bi hemû çîn û pêkhateyên xwe ve, ji bo gihîştina armancên me yên rewa, her dem cihê şanaziyê bûye.”

Polîtburoya PDKê di daxuyaniya xwe de got: “Dîroka me ya neteweyî û niştimanî bi qurbanîdan, helwest û îradeya kurên me yên dilsoz, biwefa û dilpak hatiye xemilandin, ew hêz bêdawî ye ku her dem mertal û sipêra beramberî zilm û zor û serkutkirinê bûne, ji wê nêrînê jî selmand ku hêza gel hevşanê hêza Pêşmerge, hêza rastîn a şoreş û berxwedan û serhildanê ye.

Herwiha got: “Yek ji wan xelekên herî çarenivîsaz ên têkoşîn û berdewambûna xebata me ya neqetiyayî, jîlemoya serhildana birûmet a (5ê Adara 1991an) bû ku bi hîmet û beşdariya cemawerê dilsoz, xelkê têkoşer û fedakar û biryara serkirdayetiya siyasî ya Bereya Kurdistanî û hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê li bajarê Ranyeyê, dergeha serhildanê, pê ket.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Zincîra berxwedan û serhildanê, wek peyameke rewa û rastiyane ya gelê me û pêdiviyeke qonaxê derket holê, hevan û gaveke mezin û hêvîdar bû bo avakirina ezmûneke nû ya fermanrewayiyê di sala (1992)an de ku xwe di parlament û hikûmeta Herêma Kurdistanê de dît û bû berçavkerê rastîn ê daxwaz û vîna cemawerê serhildêr ên Kurdistanê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat jî, di vê bîranîna şikomend de, em li Partiya Demokrat a Kurdistanê, wek her demê û li ser heman prensîp û peyama rast û dirust a partiya xwe, tekezî li ser rêkxistina nava mala Kurdistanê dikin, bi awayekî bi hemû aliyekî me ve li ser pirsên stratejî yên Kurdistanê, di parastina mafên me yên rewa û destûrî de li ser axa xwe, hevaheng û hevgotar bin.

Amaje bi wê jî da, di bîranîna serhildanê de, rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Iraqê bi taybetî di qonaxeke hestiyar û girîng de ye, guherînên diyar û berçav rû dane, ji ber wê pêwîst e hemû alî li ser asta siyasî û hikumranî ya Herêma Kurdistanê ji aliyekî ve tekezî li ser aramî û parastina destkeftên xwe bikin. Ji aliyê din ve bi hemû awayekî kar bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal bikin. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *