PDK-Îyê li ser banga Ocalan helwesta xwe diyar kir

Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê (PDK-Î) li ser banga Ocalan got, “Her tim baweriya me bi çareseriya aştiyane ku vebijêrka herî baş e heye.”

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK fesix bike û çekan deyne.

Partiya Demokrat a Kurdistan – Îranê (PDK-Î) derbarê peyama Abdullah Ocalan, daxuyaniyek belav kir û tê de got:

“Her dem baweriya me bi çareseriya aştiyane heye ku ji bo çareserkirina pirsgirê Kurdan a li hemû parçeyên Kurdistanê vebijêrka herî baş e.”

Her wiha PDK-Îyê got, “Partiya Demokrat bi çavekî erênî li vê mijarê dinêre û hêvîdar e ku ev pêvajo bi awayê herî baş rêrewên asayî û yasayî yên xwe bigire, û encamên dilxwaz ji bo her du gelên Kurd û Tirk ên li Tirkiyeyê hebin.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *