Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) kongreya xwe ya 17emîn li dar xist û Mistefa Hîcrî dîsa wekî sekreterê giştî yê hat hilbijartin.
Li gorî agahiyan, Mistefa Hicrî ku di dema borî de jî sekreterê giştî yê partiyê bû, ji aliyê Komîteya Navendî ya PDK-Îyê ve bi yekdengî careke din wekî sekreterê giştî hat hilbijartin.
Kongre bi navê “Kongreya Yekîtiya Demokratan” pêk hat û bernameya nû û destûra partiyê di vê pêvajoyê de hat pejirandin.
Di rojeva civînê de hilbijartina sekreterê giştî, nirxandina xebatên kongreyê û diyarkirina pêşîneyên siyasî yên paşerojê hebûn.
PDK- Îyê li ser kongreyê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hat ragihandin ku civîna Endamên Komîteya Navendî hat lidarxistin tevî endamên esil û yedek bi tevahî 23 endamên komîteya navendî hatin hilbijartin.
Endamê Komîteyê Fuad Xakibegî ji Rûdawê re got, “12 endam ji lîsteya PDK-Îyê û 11 endam jî ji lîsteya Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) hatin hilbijartin.
Her du lîste jî bi dengên azad hatin diyarkirin.”
Her wiha hat ragihandin ku 10 endamên yedek jî hatin hilbijartin ku ji her du aliyan pênc kes in.
Di daxuyaniya Komîteya Navendî de hat gotin:
“Girîngiya yekîtiya hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê hat destnîşankirin û hat gotin ku armanca sereke dê yekkirina hêza têkoşînê ya Rojhilatê Kurdistanê be ji bo meşandina têkoşîneke neteweyî li dijî Komara Îslamî ya Îranê.”
Kongreya 17emîn a PDK-Î yekem kongreya berfireh bû ku piştî biryara yekbûna PDK-Î û HDKyê hat lidarxistin.
Van her du partiyên Rojhilatê Kurdistanê sala 2022yan biryara yekbûnê da û di bin banekî de kom bûn.
PDK-Î cara sala 1945an li Mehabadê hat damezirandin û Qazî Mihemed wekî yekem Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê hatibû hilbijartin.
Partiyê di kongreyên 4, 8 û 13an de parçe bû û bi demê re bi pêvajoya yekbûnê dîsa hat sererastkirin.
Mistefa Hicrî kî ye?
Mistefa Hicrî sala 1945an li bajarê Nexedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û ji Beşa Wêjeya Farisî ya Zanîngeha Tehranê mezûn bûye.
Jiyana siyasî ya Mistefa Hicrî sala 1979an bi tevlîbûna PDK-Îyê dest pê kir, sala 1980yî bû endamê Polîtburoya Siyasî û sala 1989an bû Alîkarê Sekreterê Giştî.
Hicrî di navbera salên 1992-1995an de cara yekem bû sekreterê giştî yê partiyê û bi zimanên Kurdî, Farisî, Îngilîzî û Azerî dizane.
Rûdaw