Şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Fransayê û fermandarê berê yê artêşa Fransayê, Pascal Ausseur diyar kir ku ev çend sal in ti dewlet nikare bi tenê li Rojhilata Navîn bibe serwer.
Pascal Ausseur di Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn de axivî û da xuyakirin ku Amerîka û Rûsya êdî nikarin di Rojhilata Navîn de bi awayekî serbixwe tevbigerin.
Li gorî Ausseur, welatên wekî Tirkiye, Îran, Îsraîl û Siûdiye rola sereke dilîzin û biryarê didin bê ka li herêmê dê çi biqewime.
Pascal Ausseur di derbarê bandora Çînê li herêmê de wiha got:
“Çîn niha hewldanên xwe yên dîplomatîk li Rojhilata Navîn zêde dike lê hîn wek hêzeke sereke xuya nake.”
Ausseur bal kişand ser vê yekê ku rewşa niha ya Rojhilata Navîn bi bandora Îsraîl û Îranê ve girêdayi ye û şerên neheq li Xezeyê û Libnanê didomin.
Şêwirmendê Fransî destnîşan kir ku Îsraîl, Tirkiye, Îran û Siûdiye hewl didin ku berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin lê Rûsya û Amerîka êdî nikarin wekî berê bandorê li herêmê bikin.
Ausseur diyar kir ku Amerîka ji bo parastin û pêşdebirina berjewendiyên xwe welatên Ewropî bi kar tîne û Rûsya jî hewl dide ku rola xwe li herêmê biparêze di demekê de ku zorê li xwe dide ku şerê di Ukraynayê jî bidomîne.
Şêwirmend û fermandarê berê yê Fransayê wiha domand:
“Amerîka û Rûsya nikarin wekî berê bi awayekî serbixwe tevbigerin. Lewma niha welatên herêmê yên wekî Tirkiye, Îran, Îsraîl û Siûdiye di biryaran de roleke mezin digirin.
Niha dewlet girîng bûne, di demekê de ku 10 an 15 sal berê dewlet kêmtir girîng bûn lê aborî, rêxistinên ne-hikûmetî, pîşesazî û kompanî zêdetir girîng bûn.
Niha, çav li ser nûdizaynkirina Rojhilata Navîn in, bi taybetî piştî bûyerên 7ê Çiriya Pêşîn û rûxandina Beşar Esed, ev jî bala Ewropa û Amerîkayê li ser herêmê zêdetir kiriye.”
Pascal Ausseur dibêje metirsî li ser aramî, ewlehî û serweriyê li Rojhilata Navîn hene.
Dîplomat û efserê xanenişîn ê Tirk Muzaffer Akyildirim jî di panelê de axivî.
Muzaffer Akyildirim bi gotineke ji Bernard Lewis a ji pirtûka wî ya Rojhilata Navîn, behsa dîtina îroyîn a Tirkiyeyê ya ji bo herêmê kir ku gotiye, “Kesên ku naxwazin rûbirûyî pêşarojê bibin, nikarin îro û paşerojê fêm bikin.”
Dîplomatê Tirkiyeyê bal kişand ser girîngiya jiyopolîtîka Tirkiyeyê û wiha domand:
“Tirkiye têgihiştineke temam dide we ku hemû rêyên bazirganiyê, enerjiyê, jêrxanê û veguhastinê di vê herêmê re derbas dibin.
Hemû şerên mezin ên ku li vê herêmê derketine, bi sedema enerjî, veguhastinê, bazirganiyê û hewcehiyên bazara her aktorekî sereke yê cîhanê bûne, Tirkiye û Tirk beşek ji wê bûne.”
Muzaffer Akyildirim 19 salan di nav hêzên çekdar ên Tirkiyeyê de û 25 salan jî di Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê de xizmet kiriye.
Di Wezareta Karên Derve de zêdetir li ser mijarên NATO û Yekîtiya Ewropayê xebitiye.
Ji ber girîngiya ku wî daye pirsgirêkên Rojhilata Navîn, demekê li Efxanistanê xebitiye.
Muzaffer Akyildirim herî dawî Konsulê Giştî yê Qazaxistanê bû.
Muzaffer Akyildirim got, “Divê em bipêşkeftinê pêk bînin. Ji bo vê yekê jî du tişt pêwîst in:
Ya yekemîn serkêşî ye. Ya duyemîn beşdariya hemû aktorên herêmê û hemû neteweyên derdorê ye.
Divê em di warê ewlehî û parastinê de hevkariyê bi pêş bixin û bi hev re pêş bikevin û serkevin.
Derfeteke me ya dîrokî heye ji bo nûkirina pêwendiyan û sazkirina paşerojê.
Divê em vebijarka ‘li bendê bin û bibînin’ li pey xwe bihêlin û bi hev re zêdetir şêwirînê bikin.
Nabe ku em bibin navenda koçberiyê û zemîna belavbûna tundî û terorê. Her wiha em divê rê li ber tevliheviyên zêdetir û wêrankirina civakan bigirin.
Divê em parastina yekparçeyî ya axa welat û serweriya dewletan bi giştî û bêyî ti cudahiyan biparêzin.”
“Hîlala Şîe; Hîlala Parastinê ye”
Beşdarvanê sêyemîn ê panelê jî akademîsyenê Zanîngeha Tehranê Dr. Îbrahîm Muteqî bû ku pisporê ewlehiya herêmê ye.
Dr. Îbrahîm Muteqî behsa rola jeopolîtîkî ya Îranê ya di dema borî û niha de kir.
Muteqî behsa siyaseta Îranê kir û got, “Di serdema şerê Îraq û Îranê de, nîşaneya hizirkirineke nû ya jeopolîtîkî ji bo Îranê hatiye damezirandin.
Di dema şer de Fransa, Brîtanya, Almanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriyeke berfireh dane Îraqê.
Hevsengiya hêzê bi tevahî hate guhertin. Îran di rewşeke valahiya jeopolîtîkî de bû.
Her dewleteke ku bikeve nav vê valahiyê, xwezayî ye ku siyasetên xwe yên li pêşerojê bibîne.”
Bi baweriya wî analîstê Îranî, mayîna her dewletekê girêdayî dabînkirina ewlehiya wê ye lê gava ku Amerîkayê dorpêç li ser Îranê danî û welatan li dijî Îranê piştgirî dan rejîma Sedam, ev yek kir ku xwe bispêre alîkarîya xwe ya li derveyî sînoran ku di çanda siyasî de navê wê jî kiriye “Eniya Berxwedanê.”
Dr. Îbrahîm Muteqî behsa siyaseta Îranê ya parastinê kir û got:
“Parastina Îranê ne ji bo wê bû ku jeopolîtîkeke nû ava bike û hewlê bide ku siyaseta wê ya hêzê hebe. Parastina Îranê ji bo hevpeymantiyê bû.
Ew tiştê cîhana rojava bi navê Hîlala Şîe binav dike, bi baweriya min hîlaleke parastinê ye.”
Tirkiye rola berê ya Îranê dilîze
Li gorî Dr. Îbrahîm Muteqî, sala 2025an hevsengiya hêz û hevsengiya herêmê guherîn çêbûye.
Dr. Îbrajîm Muteqî eşkere kir ku Îranê sala 2023yan dikarîbû rola hevsengiyê bilize lê îro Îranê êdî ne xwedî rol e û Tirkiye dikare vê rolê bilîze.
Akademîsyenê Îranî behsa rola Tirkiyeyê jî kir û got:
“Mînaka rola Tirkiyeyê girêdayî rewşa Sûriyeyê bû.
Ew Tirkiye ye ku dikare rola hevsengiyê bilîze. Ew rola ku Îran heye roleke bandorker e lê roleke stratejîk nabe.
Ev rola stratejîk sala 2024an ber bi Tirkiyeyê ve hatiye veguhastin.”
Dr. Îbrahîm Muteqî got ku Tirkiye di paşerojê de bi sedema lîstina vê rolê siyaseta hêzê fireh dike û ji aliyê din ve jî rûbirûyî astengiyên cidîtir dibe.
Îran di dema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de piştgirê xurt ê rejîma Beşar Esed bû lê di dema operasyona Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) a dawiya sala 2024an de tu karvedanek nîşan neda.
Dr. Îbrahîm Muteqî dibêje, yek ji sedemên sereke ku şer di 11 rojan de bi dawî bû ew bû ku Îranê piştî şêwirîna bi Tirkiye, Rûsya û Beşar Esed re, li gorî nêrîna pragmatîst a xwe, gihişt wê encamê ku xwe ji bikaranîna hêza leşkerî biparêze û di qada dîplomatîk de lîstikê berdewam bike.
“Nedibû Îran Hewlêrê bombebaran bike”
Moderatorê panelê Mead Feyaz ji Dr. Îbrahîm Muteqî pirsî, “Ma bombardimana Hewlêrê beşek e ji vê siyaseta piştgiriya demokrasiyê, piştgiriya herêmê?”
Dr. Îbrahîm Muteqî got, “Carinan welat tûşî şaşfêhmkirinan dibin. Ez mamosteyek im, nêrîneke min a stratejîk heye.
Eger daxwaza şêwirînê ji min bikin, ez bi zelal û eşkere dibêjim; qet nabê Hewlêr yan her herêmeke din a deverê bê êrişkirin.
Dema ev têkiliyên me yên germ bi dewlet û herêma Kurdî re hene, ez wek mamoste nikarim piştgiriya van cûre kiryaran bikim.” (Rûdaw)