Parlamentoya Îraqê yasaya budceyê pesend kir û li gorî wê biryarê dê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike.
Parlamentoya Îraqê îro guherînên di yasayê de pejirand û rê li ber dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê vekir.
Li gorî vê guherîna yasayê, petrola Herêma Kurdistanê dê êdî ji aliyê Şîrketa Bazarkirina Petrola Dewleta Îraqê (SOMO) ve were şandin.
Parlamenterê Îraqê Dr. Biryar Reşîd behsa hurgiliyên hinartina petrolê kir û got:
“Li gorî yasayê dê bi rêya SOMOyê hinartina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike, bihayê derxistin û veguhastina her bermîleke petrola Kurdistanê ji bo maweyê 60 rojan bi 16 dolaran hatiye diyarkirin.
Her wiha di nav 60 rojan de şîretkarekî navneteweyî yê pispor dê bihayê derxistina her bermîleke petrolê diyar bike.”
Li gorî daxuyaniyên fermî, Madeya 12emîn a Yasayayê ku derbarê mesrefa hilberîna petrolê ya li Herêma Kurdistanê ye, dibêje divê mesrefa her bermîlekê 16 dolar be lê li Îraqê ev mesref 6 dolar e.
Piştî aktîfbûna yasayê, Wezareta Darayî ya Îraqê dê mesrefên serweriyê yên Herêma Kurdistanê bide ku ev jî mesrefa hilberîn û şandina petrolê ya ku SOMO wergirtiye yan jî ya Wezareta Petrolê wergirtiye tê de ye.
Li gorî guherînên di yasayê de hene, ji bo her bermîleke petrola ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin daxwaza dayîna 16 dolaran tê kirin.
Endamê Parlamentoya Îraqê Dr. Biriyar Reşîd di daxuyaniya xwe de got:
“Ji bo her bermîleke petrola ku tê hilberandin 16 dolar hat diyarkirin.
Di vê pêvajoyê de, dê şîrketeke şêwirmendiya navneteweyî di nav 60 rojan de raporekê amade bike ku xercên hilberandin û veguhastinê li gorî qadên petrolê bi hûrgilî bên diyarkirin.”
Madeya 12emîn a yasaya budceyê çi ye û çima girîng e?
Di madeya 12emîn a Yasaya ya Giştî ya Îraqê de, xercên petrola ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin tên diyarkirin.
Li seranserê Îraqê ji bo her bermîlekê 6 dolar tê diyarkirin lê di guherîna yasayê yê de ji bo her bermîleke ku li Herêma Kurdistanê tê hilberandin daxwaza dayîna 16 dolaran tê kirin.
Parlamentoyê metna beşa duyem a yasaya kevn û metna nû ya ku hatiye pejirandin dide ber hev.
Li gorî metna nû, “Wezareta Darayî ya Federal dê mesrefên serwerî yên Herêma Kurdistanê bide.
Her wiha Wezareta Darayî ya Federal, li gor xalên A û B dê mesrefên hilberîn û veguhastina petrolê ya ku ji aliyê SOMOyê yan Wezareta Petrolê li Herêma Kurdistanê tê hilberîn bide.
Di vê pêvajoyê de, dê ji Herêma Kurdistanê re pêşekî were dayîn heta ku şirketeke navneteweyî di nava 60 rojan de lêkolînê bike û nirxê her bermîlekê petrolê diyar bike.
Li gorî beşa duyem a yasaya ku hatiye pejirandin, şirketa şêwirmend dê mesrefên hilberîn û veguhastina petrolê pêşkêşî Wezareta Petrol û Çavkaniyên Xwezayî bike û piştî ku petrol ji SOMOyê re were dayîn,
Herêma Kurdistanê dê ji her bermîlekê 16 dolar pêşekiyê bistîne.
Her wiha di çarçoveya guhertinên di yasayê de, divê 400 hezar bermîl petrol bi SOMOyê yan Wezareta Petrolê re were dayîn.
Dema petrol neçe Bendera Ceyhanê dê petrol li gorî pêwîstiyên Wezareta Petrolê ya Îraqê li nava bazarê were bikaranîn.”
“Raporta mesrefê ya ku tê amadekirin dê her du aliyan jî li xwe bigire”
Di xalên sêyem û çarem de, ji bo diyarkirina mesrefên hilberîna petrolê 60 roj dem ji şirketa şêwirmendiyê re hatiye dayîn.
Di van xalan de tê gotin ku divê ji bo her bermîlekê 16 dolar bê esasgirtin.
Di xala pêncem de jî tê diyarkirin ku raporta ku ji aliyê şirketa şêwirmendiyê ve tê amadekirin dê ji bo her du aliyan jî li xwe bigire.
Her du alî jî divê pabendî raporê bin.
Dengdana li ser vê rêziknameya nû, wekî gaveke girîng di çareserkirina aloziya navbera Hewlêr û Bexdayê de tê nirxandin.
Pirsgirêka hinardekirna petrola Herêma Kurdistanê wekî pirsgirêkeke serekî 26 meh in di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam dike.
“Ev rêzikname dê pirsgirêka mesrefên hilberîna petrola Kurdistanê çareser bike”
Endamê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Îraqê Cemal Koçer da zanîn ku pejirandina vê rêziknameyê dê di çareserkirina gelek pirsgirêkan de roleke girîng bilîze.
Cemal Koçer behsa guhertina yasayê kir û got:
“Ev rêzikname dê pirsgirêka mesrefên hilberîna petrola Kurdistanê û nakokiyên di navbera şirketan û Îraqê de çareser bike.
Şirket mesrefa 6 dolarî qebûl nakin. Her wiha ev xal dikare deriyekî nû yê hinartinê ji petrola Îraqê re veke. Ji ber ku niha tenê Bendera Fawê tê bikaranîn, pirsgirêkeke ku li vê benderê derkeve dikare Îraqê ber bi felaketa aborî ve bibe.”
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine û pêşniyara Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Îraqê ya ku li pêşniyara yasayê hatiye zêdekirin, di navbera bihayê firotina petrolê û mesrefên hilberîn û veguhastinê de ferq wê wekî dahateke federal were hesibandin û di çarçoveya Paragraf A ya Madeya 12an a Yasaya Budceya Giştî de were pejirandin.
Li aliyê din, ev şert di pêşniyara guhertina yasayê ya ji aliyê Encûmena Wezîrên Îraqê ve ji parlamentoyê re hatiye şandin de cih nagire.
Li gorî pêşniyara Komîsyona Darayî, hemû dahatên ku ji firotina petrolê ya Herêma Kurdistanê tên bidestxistin dê rasterast neçin xezîneya giştî, piştî ku mafên darayî yên şirketên petrolê yên Herêma Kurdistanê bên derxistin, beşa mayî dê wekî dahata federal were tomarkirin.
Meseleya mafên şirketên petrolê û mesrefên hilberînê, di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de bûbû pirsgirêkeke berdewam.