Parêzgarê Urmiyeyê: Berfirehkirina desthilatan ji bo bipêşketinê bingeh e -Video

Parêzgarê Urmiyeyê Reza Rehmanî di derbarê berfirehkirina desthilatan de ragihand ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan girîngiyeke taybet dide vê mijarê û piştgiriyeke xurt ji vê siyasetê re dike.

Rehmanî diyar kir ku Serokkomarê ÃŽranê gotiye “parêzgar serokkomarê parêzgehê ye” û komek qanûn jî di vî warî de hatine amadekirin.

Li ser rakiÅŸandinda sermayedariya ji Herêma Kurdistanê Reza Rehmanî bal kiÅŸand ser hewlên Hikûmeta ÃŽranê ji bo piÅŸtgiriya veberhêneran û got “Karê herî giring ê ku vêga dikin ev e. Em dixwazin jîngeha xebatê ji bo veberhêneran hêsan bikin û hêsankariyan ji wan re peyda bikin. Em dixwazin burokrasî û aloziyên kargeriyê ku hene, ji holê rakin.”

Tê çaverêkirin ku di demeke nêz de Parêzgarê Urmiyeyê Reza Rehmanî bê serdana Hewêrê.

Parêzgarê Urmiyeyê Dr. Reza Rehmanî li ser serdanê, têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re, mijara deriyên sînorî pirsên nûçegihanê Rûdawê Bextiyar Qadir bersivandin.

Rûdaw: Silav, temeşevanên Rûdawê. Ez îro li Qezaya Şinoyê li sînorê Parêzgeha Urmiyeyê me. Birêz cenabê Parêzgarê Urmiyeyê mêhvanê min e, Dr. Reza Rehmanî. Dixwazim çend pirsan jê bikim û spasiya wî bikim ji bo vê derfetê. Biryar e di vê demê de hûn careke din serî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bidin. Di wê serdanê de çi tiştên nû li cem we hene hem ji bo Urmiyeyê, hem jî ji bo Hewlêrê?

Reza Rehmanî: Di vê kabîneyê de me pirsa veberhênan û berfirehkirina çalakiyên bazirganî li gel cîranên xwe kiriye karê sereke, loma em derfetên baş jî dibînin çi li Herêma Kurdistanê û çi jî li cîranên din wekî Tirkiye û Nexçewanê. Ji bo van sînorên hevpar, hin şiyan û derfet li cem me hene û hevalên me jî hin şiyanên wan hene, veberhênerên me yên hevpar hene, çalakiyên me dikarin temamkerên hev bin.

Ev têkiliyên dostane û birayane ku di navbera herêmên me û xelkên me de serdest in, yek ji karên min ên sereke dê dîdar û civîn bin ligel berpirsên hêja ku li parêzgehên tixûbdarên me berpirsiyarî li ser milên wan e. Bê guman min ev hevalên xwe dawet kirine yan dê dawet bikim ji bo serdanê û bêguman ez jî dixwazim li ser vexwendina wan herim û danûstandin ligel wan hebin. Em dikarin derfetên baş ên heyî çalaktir bikin û di warê pirsên aborî de em dikarin alîkariya hev bikin û wan derfetan li qazanca xelkên her du herêman bi kar bînin înşalah.

Rûdaw: Baş e, yek ji mijarên xweş ên xelkê xasma di navbera Şino-Sîdekan de, vekirina deriyê Cîle Şîne ye. Xelk li sînorê Parêzgeha Urmiyeyê, hem li sînorê Parêzgeha Hewlêrê û îdareya Soranê çaverêyî vekirina vî deriyî ne. Kengê dê ev derî bê vekirin?

Reza Rehmanî: Ji rojên destpêkê ve ku ji bo xizmetkirina xelkê hatim vê parêzgehê, min dît ku vekirina deriyê Kêleşînê yek ji daxwazên xelkê ye bi taybetî li devera Şinoyê. Ew sînor derfeteke baş e û di salên borî de ezmûnên çalakkirinê hebûn. Çi ev aliyê sînor û çi ew aliyê sînor cihekî baş e. Di sazî û dezgehên me yên kargerî de, wê pêkhateya îdarî ya ku me heye, me ew mijar nîqaş kiriye.

Min ligel wezîrê birêz ê derve behs kiriye. Her wiha di wan komîteyan de ku me hene me mijar xistiye rojevê. Ez bawer dikim di hikûmeta Komara Îslamî de ti kelem nabînim û înşalah em dê bişopînin nexasim piştî ku avhewa baştir bû. Eger li wî alî jî ew têgihiştin zûtir pêş bikeve, dê bandorê bike. Ez bawer dikim li vê derê dê pirsgirêka me çênebe.

Rûdaw: Komara Îslamî ya Îranê di heyama şeş salên borî de di vekirina pêşangeha navneteweyî ya  Hewlêrê de çalaktir bû. Ev şeş sal in bazirganên Îranê û bi rengekî giştî pêşangeha navneteweyî ya Îranê li Hewlêrê nayê vekirin. Sedem çi ye?

Reza Rehmanî: Sedem her çi be jî, em ne ligel wê yekê ne. Divê em wan têkiliyan bi pêş bixin li warên wekî vekirina pêşangehan û hat û çûna şandeyên bazirganî. Ew taybetmendî û îmtiyazên ku me li van herêman hene, divê em wan ji bo berjewendiya xelkê herêma xwe bi kar bînin. Lewra bêguman karê me yê sereke dê ev be di vê serdema nû de û em pêşwaziyê li vekirina pêşangehan dikin, em pêşwaziyê li hevalên xwe dikin ku werin vir û em bi xwe jî amade ne ku herin wan pêşangehan. Ev hevdîtin divê heta em bikarin bêhtir bin. Derfeteke baş e. Ew têkiliyên ku me niha di warê aborî de hene, bi hêsanî dikarin çend qat zêdetir bibin.

Rûdaw: Sê meh in hinardekirina sotemeniyê ji Hewlêrê ber bi sînorê deriyê Temerçiyan ve qedexe ye, hatiye rawestandin, sedem çi ye?

Reza Rehmanî: Em li pey vê mijarê ne û ez bi xwe jî wê dişopînim. Bi alîkariya Xwedê di çarçoveya pêşvebirina têkiliyên ku min behs kir de, ez ê vê mijarê bişopînim.

Rûdaw: Ev sê meh in hûn Parêzgarê Urmiyeyê ne, di heyama van sê mehan de derbarê derfeta kar de we çi kiriye?

Reza Rehmanî: Spasiya hûrbîniya we dikim. Îro lap sê meh temam dibin, ango meha sêyem temam dibe û em dikevin nava meha çaran. Mijara herî giring û pêşîneyeke ku min ragihandiye, ya yekem parastina biratî û dostaniyê ligel hemû xelkê ye, ango neteweyên cuda û olên cuda. Wekî hûn baş dizanin, cudahiyên neteweyî û olî li Azerbaycana Rojava hene. Herêma me jî wiha ye. Xwedê li vir gelek nîmet dane me. Ligel sê welatan sînorên me hene, sînorên me yên hevpar hene. Ligel hinekan wekî Tirkiyeyê tenê parêzgeha me sînorê wê yê hevpar heye.

Lewra divê hemû xelk werin pêş û beşdar bin. Girîngtirîn siyaset û baweriya me ew e ku ev xelk pêkve bira ne û em vê biratiyê bi cidî werdigirin. Her cûre mijarek ku vê yekê têk bide, bêguman em qebûl nakin. Ji wê zêdetir, duyemîn mijar û siyaseta me ya giştî, derfetên me yên bêsînor hene. Ev parêzgeh derfetên wê yên sînorî hene, derfetên geştyarî hene, derfetên madenan hene û me baştirîn madenê zêr dîtiye.

Hinek ji wan berê sûd jê hatiye wergirtin. Yên ku niha me dîtine, ji yên berê pir zêdetir in. Herêmeke me ya bi potansiyel heye, xelkên jîr û bi şiyan û rêveberên me yên jêhatî hene. Ji wê zêdetir, beşek ji parêzgehê deştên wê yên baş hene ku heya radeyekê ava wan heye, ango di warê çandiniyê de bi xwezayî potansiyela wê ya baş heye. Karê herî giring ê ku divê bê kirin, rakêşana veberhênanê ye. Yanî ev berhem û ev fêkî divê bên guhertin.

Rûdaw: Dixwazim her di vî warî de bipirsim. Urmiye di fêkî û çandiniyê de gelekî dewlemend e. Plana we nîne ku çandiniyê biguherin zêdetir bi pîşesaziyê re li gund û qezayên wê da ku destê kar zêdetir kar bike?

Reza Rehmanî: Di rastiyê de yek ji siyasetên me yên sereke di wî warî de ye. Mêze bikin, ez dibêjim sînor derfet e, çandinî derfet e, geştyarî derfet e, madenên wê derfet in. Her yek ji wan li gorî taybetmendiyên xwe girîng e. Bo nimûne di warê çandiniyê de, em di nav 5-6 parêzgehên yekem ên welêt de ne, ango berhema fêkî ya parêzgeha me berbiçav e û salane zêdetirî 7 milyon ton berhema çandiniyê heye ku hejmareke baş e.

Bi taybetî ev di hin berheman de wekî sêv, tirî, gêlaz, çewender û her wiha goşt, çi goştê mirîşkan û spî yan goştê sor, yan tewra berhema masiyan, şiyanên parêzgeha me baş in. Niha jî me şiyanên nû xistine kar. Niha komek civakên me yên pîşesaziyên çandiniyê hene ku her yek ji wan zêdetirî du hezar hektar e. Ew berhemên ku li wir tên hilberandin, bêhtir dibin.

Loma li gorî vê yekê, niha em li devera Sêroyê herêmeke taybet ava dikin ku baldariya wê ya sereke li ser pîşesaziya xurakê ye. Ew pîşesazî berheman berhev dikin, ji hev cuda dikin heta qutîkirin û amadekarina fêkiyê zuhakirî. Ew pîşesaziyên guherbar dikarin sûdê ji fêkiyan wergirin. Armanc ew e ku em van biguherin bo berhemên baş û wan amade bikin ji bo cîranên xwe û her wiha wan hinarde bikin bo hemû cîhanê.

Siyasetên pêşvebirina me li gorî taybetmendî û potansiyelên ku li parêzgehê hene hatine danîn. Çi di warê madenan, çi di warê geştyariyê de. Bo nimûne di warê geştyariyê de em mijûlî pêşvebirina otêl û geştyariya xwecihî ne. Yan jî di warê veguhestinê de her wiha ye. Her war li gorî taybetmendiyên xwe. Di warê fêkiyan de, yek ji karên ku ez dişopînim, avakirina kargoyê ye, yanî veguhestinên bi balafirê. Ez bawer dikim ev dê siyaseteke kartêker be ku em li gorî şiyan û derfetan kar bikin.

Rûdaw: Wekî ku cenabê we wezîrê bazirganî û pîşesaziyê bûn û niha parêzgarê yek ji parêzgehên dewlemend ên Îranê ne, bernameya we ji bo vekirina herêmên azad ên bazirganiyê heye?

Reza Rehmanî: Bêguman hûn dizanin, niha yek herêma me ya azad heye li bakurê parêzgehê heye û sê bajarên me li xwe digire û sînorê wê ligel du welatên Tirkiye û Azerbaycanê heye. Yek-du herêmên me yên taybet jî hene, li Sêro, Urmiye û Selmasê hene. Bajarokekî me yê nû li Pîranşarê jî heye li Celdyanê ku dikeve navbera bajarên Şino, Pîranşar û Nexedeyê.

Em niha di qonaxa plandanînê de ne. Bajarokekî baş e, di rastiyê de bêhtir bajarokê veberhênana biyanî ye. Ango em pêşwaziyê li veberhênerên birêz dikin, çi yên li wî aliyê sînor in, çi yên li derveyî Îranê ne, hem Îranî û hem xelkên ne-Îranî. Li wê derê pirsa me ya lojîstîkî jî heye, yanî ev bajarok bêhtir komeleyek e ji bo veberhênerên Îranî û Herêm û Hewlêrê û her cihî dikarin li wir kar bikin

Em mijûlî şopandina rêyan û dirêjkirina rêya hesin heta wê herêmê ne. Bi baweriya min, ji bilî deriyên ku me niha li başûrê parêzgehê hene ku dibe sînorê Herêma Kurdistanê, nûçeyên me yên xweş di vî warî de jî dê hebin înşalah.

Rûdaw: Di dema borî de, birêz serokkomarê Îranê got em dê desthilatan daxin nav parêzgaran. Gelo ev desthilat hatin û ew desthilat dê çi di rewşê de biguherin?

Reza Rehmanî: Birêz serokkomar gotiye ku parêzgar serokkomarê parêzgehê ye. Komek qanûnên me jî di wî warî de hene. Doktor Pizişkiyan baweriyeke xurt bi berfirehkirina desthilatan heye. Helbet ev bingehek e ku li cîhanê tê bikaranîn li wan welatên ku bi awayekî pêşketî ne. Bêguman yek ji karên ku hatine encamdan berfirehkirina desthilatan bû. Berfirehkirina desthilatan ango beşdarkirina hemû îmkanên welêt. Erê, nêrîna me jî hatiye wergirtin û civînên cûrbecûr di vê derbarê de hatine kirin. Encamên baş jî hatine bidestxistin û ez bawer dikim dê zû bên ragihandin.

Rûdaw: Bernameya we heye sermayedariyê ji Herêma Kurdistanê rakişînin û hêsankariyê bikin?

Reza Rehmanî: Erê, karê herî giring ê ku vêga dikin ev e. Em dixwazin jîngeha xebatê ji bo veberhêneran hêsan bikin û hêsankariyan ji wan re peyda bikin. Em dixwazin burokrasî û aloziyên kargeriyê ku hene, ji holê rakin. Bi giştî, hikûmeta rêzdar Pizişkiyan karê herî giring ê ku di warê aboriyê de dike, ev bi xwe ye. Serokkomar bi xwe jî baweriyê pê tîne û dişopîne. Ez jî çimkî we kerem kir ku pêşîneya min a kar di vî warî de hebû, hem li parlamentoyê û hem jî di hikûmetê de, min di warên pîşesazî û bazirganiyê de kar kiriye, bi baweriya min divê ev ji bo veberhêneran bê kirin. Ew derfetên ku me hene û em mijûlî amadekirina wan in, wekî raxistina merşa sor e ji bo veberhêneran. Di vî warî de, ez mijûlî avakirina pêkhateyekê me di parêzgehê de. Niha jî navendeke me ya xizmetguzariya veberhênanê heye û qanûnên me jî di vî warî de hene. Xalek ev e, her veberhênerekî biyanî bê Îranê, em bi îmzeya wezîrê aboriyê garantiyê didinê ji bo parastina wê sermayeya ku tîne li hemberî metirsiyên ne-bazirganî. Garantî tê kirin û tê piştrastkirin ku dikare sermayeya sereke û qazanca xwe bi awayekî qanûnî vegerîne. Ev niha hene lê pirsgirêkên me di sîstema kargeriyê de hene. Helbet rewşa parêzgehê jî li gorî berê, niha amadetir e. Xelk jî gihîştine vê yekê ku divê em van derfetan ranewestînin. Li vir derfet pir in û divê em parve bikin. Bila her kes bê, hem li qazanca parêzgehê ye, hem li qazancê wî veberhênerî ye. Ew navenda xizmetguzariyê jî ku em bi niyet in damezrînin her heta dawiya sala hetavî û Newrozê me destûr daye wan ku pakêtên veberhênanê amade bikin û piştî cejnê û di sala me ya nû de, em ê wan belav bikin û deynin ber çavên veberhêneran. Her kesek di her warî de sermaye û kar û ezmûna wî ya pêwîst hebe dikare bê û kar bike. Me têkiliyên wan ên kargerî kêm kirine. Em dixwazin bên wê navenda xizmetguzariyê, li wir me komek daniye ku karan hêsan bike û zûtir bi cih bîne. Kes bi xwe neçe li dezgeh û saziyên cuda destûrê werbigire, destûr li wir tên wergirtin û kesê veberhêner tenê amade dibe ku bê û karê xwe bike.

Rûdaw: Birêz Doktor Reza Rehmanî, Parêzgarê Urmiyeyê, gelekî spas ji bo vê derfetê. Temaşevanên Rûdawê, spas ji bo we jî. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *