Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Şaredariya Stenbolê civiyan

Di çarçoveya serdana şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê û beşdariya di konferans û pêşangeha MUSIAD EXP 2024 de, îro parêzgarê Hewlêrê ligel şaredarê Stenbolê civiya û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de kir.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Tirkiyê û beşdariya di MUSIAD EXP de, roja pêncşemiyê 28.11.2024ê, bi Serokê Şaredariya Stenbolê Akram Îmamoglu re civiya.

Di civînê de ku Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê Gaylan Hacî Seîd jî tê de amade bû, li gel pêşkêş kirina silav û rêzên Serok Wezîr Mesrûr Barzanî, parêzgarê Hewlêrê balkişand li ser wê yekê ku peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê girîng, dîrokî û stratejîk in. tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Stenbolê di hemû waran de bi taybetî bazirganî û bihêzkirina hemahengiyê ya di navbera her du aliyan de kir.

Serokê şaredariya Stenbolê di wê derbarê de jî, bi serdana parêzgarê Hewlêrê nîşan da û tekezî li ser pêşxistina pêywendiyan kir û amadebûna hemû hemahengiyekî jî li gel Parêzgarê Hewlêrê nîşan da.

Herwaha amaje bi wê jî daye, ku di civîna navbera parêzgarê Hewlêrê û Serokê şaredariya Stenbolê de, parêzgarê Hewlêrê bi fermî serokê şaredariya Stenbolê vexwand bo Hewlêrê û li hember wê jî Ekrem Îmam Oglu, bi fermî parêzgarê Hewlêrê vexwand bo beşdarî kirina di kongireyeke taybet bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn, ku biryare di 12ê meha 12ê a îsal li Stenbolê bi beşdariya parêzgar û Serokê şaredariyên welatên Rojhilata Navîn û Cîhanê bi rê ve biçe, ji bo wê mebestê her du aliyan vexwandinên hevdu bi minetdarî qebûl kirin.
BN

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *