Parêzer Firat Epozdemîr bi hinceta PKKyê hat girtin

Endamê Komîteya Birêvebiriya Baroya Stenbolê parêzer Firat Epozdemîr bi hinceta “endamtî û propagandeya PKKyê” hat girtin.

Parêzer Firat Epozdemîr di çarçoveya lêpirsîna derbarê “xebatên PKK/KCKyê” de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin, 23yê mehê li Balafirgeha Navneteweyî ya Stenbolê hat desteserkirin.

Firat Epozdemîr ji Civîna Parêzerên Konseya Ewropayê vedigeriya.

Hêzên ewlehiyê piştî lêpirsîna li Navenda Ewlehiyê ya Stenbolê 25ê mehê Epozdemîr bir Dadgeha Stenbolê.

Li wir piştî îfadeya li dozgeriyê bi tohmeta “propagandeya rêxistina terorê” û “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” bi daxwaza girtinê derket pêşberî dadgerê nobedar.

Di nivîsa dozgeriyê de ku ji Dadgerê Cezayê Sulhê yê Nobedar re şandibû, tê îdiakirin:

“Epozdemîr Serokê HDKyê yê Bagcilarê bûye û di avakirina rêxistinê de xebitiye, her wiha bi fermana HDK û PKKyê sala 2015an bûye endamê koma WhatsAppê ya bi navê Dîren Cîzreyê.

Di nivîsê de tê îdiakirin ku Epozdemîr bi navê rêxistinê li Cizîra Botan xebat meşandine û li ser daxwaza xwe û bi zanebûn di nava hiyerarşiya PKK-KCKyê de cih girtiye.”

Firat Epozdemîr li ser bingeha van tohmetan bi biryara dadgehê hat girtin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *