Papayê nû hat hilbijartin

Dûmana spî ji kuleka Vatîkanê bilin bû û Papayê nû yê Vatîkanê hat hilbijartin.

Navê Papayê nû Robert Prevost e û navê Leoyê 14em ji xwe re hilbijartiye.

Papa Robert Prevost 69 salî ye û ji Amerîkayê ye.

Îro piştî nîvro dûmana spî ji kuleka Şapela Sistineyê derket û hilbijartina rêberekî nû ji bo 1,4 milyar Katolîkên cîhanê ragihand.

Komên li Meydana St. Petersê bi dengekî bilind şahî kirin dema ku zengilên bazîlîkayê bilind lêdan, ev jî piştrast kir ku 133 kardînalên hilbijêr ên ku ji roja çarşemê ve li hundirê perestgehê civiyabûn, gihiştine biryareke bi piraniya du ji sê dengên ku kî dê were şûna Papa Francis.

Nasnameya papayê nû ji hêla kardînalê mezin ê diakon Dominique Mamberti ve hat eÅŸkerekirin ku li gorî kevneÅŸopiyê dê li balkona St. Petersê ya ku li ser meydanê dinêre xuya bibe û ragehîne: “Habemus Papam” (Papayekî me heye).

Ji doh ve 133 kardînalên ji 70 welatên cuda li Şapela Sistineyê mijûlî dengdayîn û hilbijartina Papayê nû ne ku nêzîkî 1.4 milyar Xirîstiyanên Katolîk jî li benda wê gavê bûn.

Dûmana reş çi ye?

Dûmana reş tê wê wateyê ku ti yek ji berendaman piraniya du ji sêyan a dengan (89 deng) bi dest nexistiye, û dûmana spî jî nîşaneya hilbijartina Papayê 267an e.

Dûmana reş a yekem êvara çarşemê, piştî nêzîkî sê saet û 15 xulekan ji daxistina dergehan ji aliyê kardînalan ve derket ku bû sedema dilgiraniya beşek ji beşdaran.

Kardînal û şêwaza dengdayîna wan

Civîna kardînalan ku bi navê konklav tê nasîn, civîna dîrokî ya herî mezin e.

Hemû ew kardînalên ku temenê wan li bin 80 salî ye navê berendamê dilxwazê xwe li ser perçe kaxezekê dinivîsin û dikin nav qutiyeke zîvîn.

Piştî hejmartina dengan, di nav sobeyeke hesinî ya kevn de ku vedigere sala 1939an, tên şewitandin û madeyeke kîmyayî ji bo sobeyeke nûtir tê zêdekirin da ku rengê dûmanê bê guhertin.

Papayê Vatîkanê Papa Francis 21ê Nîsana 2025an canê xwe ji dest da. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *